Min di vê hejmarê da xwest qala zewaca lawkê xwe, Osmên bikim. Em sala 1991an ji gundê xwe Masto, bi tirkî jê ra dibêjin „Cacikli“ hatinî Almanyê. Mêrkê min Silo, jê ra dibêjin Siloyê Fata Hemî Bozê, çar sal ber me hate vira, iltica kir, paşê otirme heyna û kete îş, mal filan girt û em anîn ba xwe.
Çar kurikê min hene, a piçûk, Melîsa li vir hate dinê. şikur elhemdillo gîştka li vir xandin, meslego xwe kirin û pere xwe qezenc dikin. Lawkê mezin Osman 27 salî ye, ez jê pir razi me. Osmanê min pir kehîl e, mozlum e, rokê kalpî min neşikandiye. Va saleke li mahleya ku em lê rûdinin însanê Surîyê hatin bi cih bûn. Me jê ra yardim kir, Eşya dan, kinc kol dan, kurike min carna çûn jê ra tercûmanlixi kirin. Gune ye, dilê min bi wan dişewite, mahsûm in, ji şer revîyan hatine, mal û bara xwe hîştine. Qe hune bizanin, hewce tune ku ez
qala êşa wan ji we ra bikim. De tu were wê, em epey çûn hatin ba hev û em bûn wekî meriyê hev. Malbatek heye di nav wan da, em bi wan va pir samimî bûn, pir e baş in, ji Hesekê hatine û kurmancîya xwe pir benzemişe ê me dikê. Ez şaş mam ku çiqas bi zimanê me va eyni ye; ê doxî ez fehm nakim, ema ê wan fehm dikim…..
Neyse ez werim mesela xwe; keçikek wan heye, navê xwe jî mîna gendî Xanim e. Xanim 23 salî ye, pire bi şuhret e jî, Osmên dilê xwe kete Xanime, va çend mehne dilgirtîye û mehek ber vê jî em çûn xwazgincîyê. Merikna pir şa bûn û li tu manemuna negerîyan. Me go veng veng durim va ye, em bi emrê Xwedê keçika we ji lawikê xwe ra dixwazinî. Ewna jî dengê xwe nekirin û serî bakirin, gotin temam. Paşê me xewer da merlixê xwe. Me xwast ku nîşaneke bi şênayî bi dê û dutê xwe va çêkin. Peeeey…, her keskî şorekî got; „Çima tu lawkê xwe ji merlixî yan jî ji gundî xwe nazewicînî, çima ra Suriye!?“ Dê qurban, tê bêjî hun ne kurmanc in, hun ji ku hatin Anatoliya Navîn û ji wira jî hatin Almanyê!? Mîna ku bê ez lawikê xwe ji Fîzanê dizewicînime! Pismamê Silo sûva hatiye, xwastiye ku em keçika wan ji Osmên ra bixwazin. Keçika xaltiya min, Tayiba Gulkê Miçê jî li min sûva hatiye. Wê jî xwast ku keçika xwe bide lawikî min. Ê lê ez çir kim? Di dest min da ye sankî? Lawikê min dilê xwe ketiye, ez rawim bêm „Na, ez a te ji merlixî bizewcînim!“ Va ekek biwe!?
Pir kes nahatin nîşana me, ji bo ku hen sûva hatin. Dîsa jî pir
rind derbas bû. Me gustilk pê va kir. Min ji bûkê ra zêr kirin. Ma Xwedê bi xêr bike îşola, bi fedîkirin nede, îşola. Ez a jê ra xanî jî doşemîş kim, ma tê da gule gule rûnin, îşolaaa… Ez ê ji xisme xwe pir xweş im, vê dedikodî ne, merine temiz in, mehsûm in. Min ji Xoce jî pirs kir, Xoce go te sewabek mezin kiriye, çima ku bûka te ji şer revîye hatiye û zulm dîye. Min go ka hun tewine çi? Xwedê îzîn da, em ê dohlê li havînê bikin. Ez a bane we gîştka kim îşolla. Dayka bûka min, Xatûnê ji min ra kincê kurmancê Surîyê hedîye kir, ku bû nesîw ez a li dohlê Osmên li xwe kim, serî govendê bikşînim îşolaaa… Tilîlîlîlî…
Eşgozel