Min, Miçê Usî Zêwê di sala 1979an da naskir. Heta ew ji nav me barke û herê ser dilowaniya
xwe jî hevaltî û dostaniya me berdevam kir. Rêheval, dost û birayê min bû. Me bi hev ra gelek karên siyasî yên veşartî û eşkere kirin. Dema ez ji he- valbendiya wan ya siyasî bidûrketim min hemû kemasî û rexneyên xwe jê re gotin. Ew pê eşiyabû lê dosta- niya me qût nebû. Heyfa Miçê bû kuzujinavmebarkirûemdibin xemginiyêka mezin de hîştin. Lêhengen wek mîna Miçê kem in û bê wan jî tekoşîn bizehmetî dimeşê.
Miç, însanekî bi civak bû. Di tekiliyên xwe de politîk û teng nebû. Bi her aliya û fikran re dostanî di- kir. Ew lêhengê kurdên Anatoliya Navîn bû. Mala Miçê mala me, bu- roya wî buroya me bû. Dema karêkî me li Kuluyê hebûya em diçûn ba Miçê. Civan, telebe, karker, gundî, mamoste, kurdistaniyên li Kuluyê dijîn û y.d. hemû hezkirê Miçê bûn. Gelek bîranîne me hene, ez dixwa- zim ji bo xwandewanê bîrnebûnê behsa yekê ji van bikim.
Rojêka havînê ez li Ankareyê bûm. Dema ez berva nexwaşxana Nûmunê çûm, min dît ku li meyda- na etfayê pazara tiştên kevn û antîk heye. Ez li nav geriyam. Çavên min di nav de li tiştekî ket kû wek mîna îstasyona radyo bû. Dema min pirsî, kesê li paş masê got:
–Ew ji Rusya hatiyê, îstasyona se- yar a radyo eskeriyê ye. Min pirsî;
–Kar dike? Got; –na! Lê gereg e bê nûkirin. Mesrefê xwe jî nepir e. Li dawiya sohbetê, me li hev kir û min ew sand. Bi tirs û gûman ew bir kire paşiya ereba xwe…
Min îstasyona xwe li Ankarê li ba kesekî radyoçêker amadekir û kemasî dirûst kirin. Radyowan ba- wer kir ku ez ji eskeriya Tirkîyê me. Çawa kar dike min agahdarî girtin û bir li gund di nav çalekî ceh de veşart. Rojekê min xwest ji Miçê re behsa amadekariya xwe bikim û çûm buroya Miçê. Demekê bi şûnda dengkirina me hat ser karê min. Min got;
–Miçê ez î behsa tiştekî bikime, lê tê li ser nemûs û Kurdîstanê sond bixwî ku heta yek ji me ji dine koç neke ew mesele di nav me herdûya de bimê. Malbat, heval, dost û hogirên siyasî ma nizanin. Te sond xwar ez ê bejim.
Miç kete kelecanekê. Min li ser kaxizeka biçûk ala Kurdistanê bi rengîn resm kir û got;
–Rabê ser xwe û destê xwe bide ser ala Kurdistanê, sonda xwe bike. Miçê got;
–Gotinên te hemûyan erê dikim û li ser nemus, bawerî û Kurdistanê sond dixwim ku ew gotin û karê bê kirin tîştek heta mirinê di nav me herdu ya de bimîne.
Min plana xwe eşkere kir. Emê li Anatoliya Navîn bi rêya radyomobîlê propangada ya kurd û Kurdistanê bikin. Miçê got;
–Lo tu dîn î, em çi dizanin karê radyo mobîlê! Ê me zû bigirin. Ne karê me ye. Gereg e em agahdariya bigirin. Dibe, nabe. Em dikanin bi hevalê Şixo re xeberbidin, ew dikane alikariya me bike. Ew radyo û televîzyona çêdike û dukana xwe heye.
Min qebûl nekir. Min, Şexo baş nasnedikir û ditînen Şixo yê siyasî jî cûda bûn. Min got;
–Ya em herdu yan jî ji bîrbike.
Li dawiyê me li hew kir ku em ê karê xwe bi disîplîn û dizikî bikin. Bernama me bi kemî 30 daqqe be. Destpêk bi kaseta Şivan Perwer dest pêbike, propaganda kurdî û tirkî û li navbera û dawiyê carek din muzîqa kurdî be. Me plana xwe kir. Cihê yekemîn; dor aliyê gundên Xelika–Gölyazı an jî Qolûta. Paşê li gundê Celika–Ye- şilyurt û li dawiyê dor aliyê Altılerê. Dema em bi ser ketin her meha nû, du car çêbibe. Miçî bi tirkî û ez jî bi kurdî bernama xwe pêşkeş bi- kime û dema me dengdikir emê ji bo dengê me nênasîn paçêkî bidinî ser devê xwe. Kemasîyê hebûn, wek akû, teyba biçûk a kaseta, pîl Miçê hilgirt ser xwe. Dema kemasî xelasbûn me dest bi karê xwe kir.
Li havînê, di şevekê de di bin ronahiya hîvê de me li nezikî gundê Cutka–Günyüzü seatekê radyo xwe bi kar anî. Miçê dest pêkir û bi tirkî got:
–İyi Akşamlar sevgili dinleyicileri- miz, burası radyo Anadolu. Yaklaşık olarak sizinle bir saat birlikte olacağız. Yayınımız Türkçe ve Kürtçe olarak iki dille devam edecek…
Kaseta Şivan dest bi musîqa kurdî dikir. Dema musîq xelas bû min bi kurdiya kurdên Anatoliya Navîn dest pê kir.
–Evarbaş, guhdarwanên delal, radyo Anadolu li ser xeta we ye. Em programa xwe bi kurdî û tirkî di- kin… Dem dema musîqa kurdî ye… Dîsa kaseta Şivan Perwer.
Em pir bi heyêcan bûn. Kesekî guhdarî dikir an na me nedizanî. Lê em gelek kefxwaş bûn. Bi rê de min ereba diajot û ez bi serkeftina me serbilindbûm û dile min zîz bû, kelegirî bûm. Miçê bi nişkava li ge- pira min xist û keniya, got;
–Çirbû, em ê hîn jî pir li ser karê te yî radyo karbikin. Ma dilê te nêeşê…
Demekê bi şûn da me li navbera gundê Celika, Şerefliyê û Birinaxilê li ser gaza xerîte carek din propa- ganda xwe kir.
Bi derengîya şevê em wegeriyan Kuluyê. Me nezikî deh roja guh da ser xeber an gotina ku ka kesekî xebera xwe çebûyê an na. Miçê bi alikariya leşkerên Kurd ji jandarma Kuluyê agahdarî girtin ku li dor aliyê Kulu û Cihanbeyliyê propa- ganda illegal ya radyoyê çêdibe. Em tirsîn ku devletê agahdariya xwe he- ye û em gerege hîn bi disiplîn bin.
Mala minê, Miçê laşê xwe yî gi- ranbû.Demaemdimeşiyanzehmetî didît. Cixare kişandin jî min lê qede- xe kiribû. Gelek aciz dibû. Lê evîna kurd û Kurdistanê dermanê me bû.
Kaymakamê Kuluyê/Jandar- ma mixtar agahdarkiribûn ku bi rêya radyoyê propaganda kurdîtiyê çêdibe. Rojekê mixtarê gundê me li nav gund bangî min kir û got;
–Xarzê, li wan gundên me bi radyo propaganda kurmanca- terörîsta çêdibe. Qereqola Kuluyê agahdarî dan min, ew çing dibe? Ma tu dizanî?!!! Min got:
–Xalo, ew teknîk hîn jî li ser dine tuneyê ew, we dixapînin. Ez nizanim wallahî?!
Tirs ket dilê min. Min bi Miçê re dengkir. Me demekê karê xwe se- kinand. Bi kasetên Serbilind Kanat, Kurd Remzî, ji klasîkên kurdî jî çen- da me arşîva xwe dewlemend kir. Me çend carên din jî karê xwe kir.
Dema ez derketim derwayî welat min makîna xwe hûr kir û hendik hendik li çol û baniya belav kir.
Ez di sala 1995an hatim Avrûpa û tekiliyên me qet kem nebûn. De- ma hat Avrûpa bû mevanê min. Me li ser bîraninen me sohbet kir. Dema min ew ji bo karûbarê şare- dariya Qerecdaxê rexnedikir, digot;
–Karê min gelek zor e. Ji aliyekî de dewlet, ji aliyekî de kurdên me pêşiya min digirin. Propagandeka kirej li ser min tê kirin. Ez î siyaseta partiya xwe ne, ya kurditiyê bikim.
Lêhengê Anatoliya Navîn çû ser dîlovaniya xwe. Oxir be! Zu bû lê dema mirin hat ser dora kesekî jê xelasbûn tune ye. Silavên min ji kekê heja Faik Candan, Kürt Remzî, Nebi Kesen, Murat Bozlak, Bilal Ercan, Ali Çetinkaya, Fehmi Demir û rêhavalan re bejê. Em we jibîrnakin.