Mirin mala te xirab be!
Mala te xirab be tu her tim bê wext î.
Te îro jî kekê min, hevalê min,
birayê min, mentorê min ji nav me bir.
Da ku bi birayê min re heval bû, ez Miçê ji biçûktiya xwe vir de nas dikim. Rûyê wî her tim bi
ken bû, biçûk mezin bi herkesî ra jî heval bû. Ji ber wê bû ku ez bêjim biçûk– mezin herkesî ji wî hez dikir. Di nava her gotina xwe de bi henekekê bi yareniyekê şora xwe xweş dikir.
Mekteba mamosteyiyê li Agiriyê xwendî bû. Bi hezaran meseleyên xwe yê li ser dema xwe ya zanîngehê hebûn. Meselê xwe yên taxa Agirî ya Teyarê yê herî xweş bûn. Kila- ma “dolabê” jî cara yekem nim ji wî bihîstî bû. Yek cara dihate kêf û dest pê dikir:
”Dolabê hey dolabê eman dolabê
Dolabê hey dolabê bû şing şinga dolabê
Dolabê ji dara darê eman eman dolabê
Min risto hirya karê bû şing şinga dolabê”
Na Miç ne merivê min û ne jî cîranê min bû. Malên me jî ji hev dûr bûn. Lê riyên di sala 1988 de gihîştin hev. Miçe bi Çetîn ve dest bi muhasebeyê kiri bûn. Lê Miç mamosteyê dibistana destpêkê, Çetîn jî li Zanîngehê Stenbolê de beşa hiquqê dixwend.
Miçe rojekê ji min re go, ka ezê bikaribim karê mihasebeyê bikim, yan na. Min him ji Miçe hez dikir him jî ji Çetîn. Bê ku li ser bifikirim min qebûl kir. Nêzikî pênc salan em tevûhev xebitîn. Çetîn salek– diduya bi şûn da ji ber pirsgirikên wî yên siyasî xatir ji me xwest û çû Almanyayê. Çend sala bi şun da jî ji wek dîsa ji ber kurdbûnê Miç wekî sirgûn şandine Rihayê. Me nikarî bû em karê mihasebeyê bimeşînin û me dev jê berda. Paşê ez hatim Almanyayê…
Miçê ez ne şaş bim cara yekem di nava refên Özgürlük Yolu bi navê niha PSKyê de dest bi siyasetê kir û heta mirinê jî çalek û aktîf bû. Li der dora me bi navê kurdbûnê çi dibû, ew herî li pêş bû. Li kuderê tiştek bi navê kurdbûyînê dibû, guhê wî li vir bû. Kurdên sirgûn ji Merdîne hatin, ji wan re xanî alîkariya bi her awayî dida organîze kirin. Di nav kurdan de kê seriyê xwe diêşa dıhate ba wî û Miçê jî jê ra çareseriyek didît. Bê tirsa ku ji kar bê avêtin, dixwast ruhê kurdîtiyê bi her awayî di nav herkesî de belav bike. Kovarên li ser kurdîtiyê didan xwendinê, belavokên qedexe belav dikir û hwd.
Yek ji damêzrênerê HEP, paşê DEPa navçeya Kuluyê bû û di demeke kurt de di saya wî û çend
kesên din de, HEPa Kuluyê veki- rin. Ev bûbû sebeba kelecanekê li hemû gundan dor Kuluyê heya gundên Ankarayê nêzik.
Paşê ji gundê me re (Xelîkan– Karacadağ) di navberên salên 1990– 2004an de ji partiya Hak– Parê bû serokê şaredariyê. Paşê demekê dîsa mamosteyî kir. Ji Kongreya dawî heta niha jî wekî yek ji endamê civaka partiyê (PM) Hak– Parê bû.
Bê lê zêdekirin ezê bêjim… Li hemû gundên Kulu û Cîhanbeyliyê hûn ji kê pirskin ewê ya Miçe nas bike, yan jî navê bihîstiye. Ez jî yek ji wan yê bextewar bûm ku, min ew pirr ji nêzik ve û pirr baş nas kir.
Riya te vekirî be Miçe!