Xwendevanên birêz, bi vê hejmarê re em dikevin saleka nû. Mixabin sala derbasbûyî ji ber
bûyerên lirojhilata navîn, nemaze li dorûbera welatê me koçberiyeka bêserûber dest pê kir. Ji Kurdistanê bigrê heta welatên Ewrûpa û Skandînavîyayê însanên ji Rojhilata Navîn û Afrikayê, di şertên pir dijwar de pênaber bûn. Piranî jin, zarok û salmezin bûn. Ji cih û warên xwe bûn, ji bo canê xwe xilas bikin û jiyaneka aram ji xwe re peyda bikin, xwe li çîya, banîya û deryaya girtin.Gelekjiwandiavêdexenikîn û termên wan li qeraxên deryayan de lê rast hatin. Hinekên wan di revê de, di kamyonên porkirî de bê hewa man, mirin. Li welatên Ewrûpa li ber derîyê sînoran de belangaz û pêrîşan bûn. Ji aliyê gelek xêrxwazên europî ve pêşwazî li wan hat kirin, lê di eynê wextê de dijberiyeka pir bi xort jî li piraniya welatên Ewrûpa û Skandînavîyayê rû da û rê li pêşketina partiyên nîjadperest vekir.
Îro li seranserê welatê me, şerekî pir dijwar û bê pîvan li hember xelkê me têye kirin. Li başûrê welêt, xelkê me yê ji Şengalê di êrîşên hêzên Dewleta Îslamî(DÎ) de rastî qirki- rineka bêhempa bûn. Yên ku xilas bûn niha li bakûr û başûrê welêt, vê zivistanê, di şertên pir xirab de, di kampa de dijîn. Ez naxwazim wan wek kurdên êzîdî bi lêv bikim. Ji ber ev kurdên me yên xas in. Bîrûbawerî û nasnama xwe parasti- ne û ji ber wê jî dema kurd nêzikî azadî û serxwebûna welatê xwe di- bin, em ji dîrokê de jî dibînin ku herdem ev pir bi hovane rastî êrîşên dijminên kurdan bûne.
Niha Şengal ji destê DÎ hatiye rizgar kirin, xeberekê xweş e! Pîroz be! Em pê dilşa ne. Lê, piraniya rûniştvanên Şengalê xuya ye dê ve- negerin cîh û warên xwe. Ji ber min bi xwe hem li kampa li Amedê û hem jî li yên Dihokê de, pir ev goti- na ha bihîst: „… êdî ev der ji me ra heram e! Em nikarin vegerin! Ji ber dema xeberê DAÎŞê hat û ew nêzîkî me bûn berî wan cîranên me yên bi salan, bi kêr û xençeran erîşê me ki- rin. Ev der hêdî ji me ra heram e… em nikarin vegerin…“
Erê, em hêvî dikin xelkê me dîsan jî bikaribe vegere ser axa kal û bavên xwe û desthilatdariyên hêzên kurd jî bikaribin guhên xwe baş bidin daxwazên xelkê xwe û dest ji berjewendiyên xwe yên şexsîûpartîyanberdin!Jiberdivê hêdî tê bigihên ku berpirsyariya welatekî û parastina xelkekê li ser berjewendiyên partîya ne!
Ev êrîşen li başûr, rojhilat, roja- va û bakûr dibin, hemû li hember kurdbûnê ne. Em niha li navçe û bajarên Anatoliyayê jî rastî êrîşên bi vî rengê tên. Li Kirşehîrê, li Konyê, pir vekirî êrîşê dukan û cîyên kur- dan hat kirin. Sibê jî dê çi bikin em nizanin!
Lê em baş dizanin ku êrîşên bi wî rengî li tu derê dunyayê li hem- ber neteweyên ku xwedî dewlet in, nê kirin! Kurd, ji ber bê dewlet in, ji zaroktiyê de bigrê heta kalûpîr jî dibin, heqeretîyê dibînin, nasname û zimanê wan biçûk tê dîtin.
Em ji xwedîyê pirtûkxana Gül, birêz Eşref Odabaşı û xwediyên ev dukan, cîyên kar û malên ku rastî êrîşan bûne re dibên; derbasî be! Em her tim bi we re ne û piştevani- ya we dikin.
Me pir ji dil dixwest bi agahda- riyên nû û yên dilşa vê hejmarê bi we re perve bikin. Mixabin! Gotin bihara ereba, tofan li serê kurdan danî, Li seranserê welêt kurdên me mecbûr man sinorên xwe, malên xwe li hember Dİ û hevalbendên wan biparêzin.
rojavayê Kurdistanê bigrê heta bajarê Kerkukê êrîşê kurdan kirin, kurd hatin kuştin! Li ku teqînîyek bû dîsan kurd hatin kuştin.
Li vir hemû ew kesên ku di teqînîya li Ankareyê de mirin û malbatên Şîrîn Kiliçalp, Fatma Karabulut û Gulhan Elmascanê re dibên; serê we sax be! Êşa we êşa me ye û em careka din van her sê gulan bi bîr tînin!
Ji reva, koçberîya şerê Irak û Surîyê de yên mirin, em dibînin dîsan piranî kurd in. Wiha bû ku termên zarokên kurdan li qeraxên deryayan de lê rast hatin. Ev jî têr nekir em dibînin yên bêyî emrê yezdanê mezin dimirin, dîsan piranî kurd in!
Em ji malbatên Fehmî Demir û Mustefa Taşçi re sersaxîyê dixwazin. Mirina herdu welatparêzên kurd pir zûbû!Evnetenêboweherwihabo me gîştikan wendayîyeka mezin e!..
17/12an roja ala Kurdistanê, îsal li welêt û li seranserê welatên Ewrûpa ji aliyê kurdan ve hat pîroz kirin. Bi hêvîya hevkarî û yekîtiya hêzên Kurdîstanê roja ala kurdî, 17/12, herwiha sersala 2016an bi hêvîya serkeftinêlihemûgelêmepîrozbe!
Heta hejmara bê bimînin di xêr û xweşîyê de!