Tu dikarî xwe ji bo xwendevanên Bîrnebûnê bidî naskirin?
– Ez ji yayla Kîrligê ya bi ser Bêşqewaxa Mezin im. Ji du mehî- niya xwe vir ve li Baselê dijîm, 23 salî me û niha jî li zanîngehê pe- dagojiyê dixwînim. Bi rû da jî karê wergera zimanê kurdî û elmanî dikim.
Bi xudê haya min ji karê wergerê nebû. Heqet tu çend karan bi hev re dimeşînî? Ez carekê dinêrim tu li navenda Baselê qahwe û pasta difiroşî, carinan dibînim tu li ser dîkê di koroyê de stranan dibêjî. Karê mamostetiya te zaten emê hîn li ser deng bikin. Ew çi enerji ye ?
– Belê spas! Rast e. Dema şerê li Kobanî û Şengalê me ji bo alîkariya penaberan qahwe û paste difirotin. Ji ber ku wan rojan însanên me di rojên gelekî giran re derbas dibûn, me dixwest berpirsiyariya xwe ya însanî li hember mîletê xwe yê bel- engaz bi cîh bînin. Mesela koroyê jî, me wek jinên kurd li Baselê koroyek ava kir û dema bang li me tê kirin em diçin di şahî, çalakî û hwd. stranên xwe dibêjin.
Her bijî je te re. Meraqa min li min megire lê tu bi kurdiyeke bê devok deng dikî. Te ev kurdiya pak û zelal çing hu kir?
– Bavê min ji berê de însanekî we- latparêz bû. Deh sal berî niha dîsa li Baselê qursa zimanê kurdî hebû û bavê min wê çaxê ez birim li wê qursê qeyd kirim. Destpêkê min nedixwest ez tev li qursa kurdî bi- bim. Ez bi zora bavê xwe diçûm. Lê belê piştî demekê hezkirineke zi- manê kurdî li min peyda bû. Heta dikarim bibêjim; Ez bûm evîndara zimanê kurdî. Min wê çaxê biryar da ku kurdî baş fêr bibim, bo ku ro- jekê ez bi xwe jî zarokên kurd fêrî kurdî bikim.

Evîndariya te li serê hemû keç û xortên kurd be! Em niha werin ser mijara me ya esas; Tu dikarî komela we bi xwendevanên Bîrnebûnê bidî naskirin ?
– Berî şeş salan Komela Hîndeka- riya Kurdî ji hêla mamoste Hesen Huseyîn Deniz ve li Zurichê hatibû avakirin. Destpêkê qursên kurdî di komela kurdan de dihatin dayîn. Piştî demekê ji bo fermîbûna zimanê kurdî serîlêdana kantona Zurichê hatibû kirin û bi pejirandina wê serîlêdanê di dibistanên cuda yên li Zurichê çar pol hatin avakirin. Berî du salan jî gava min mamoste Hesen Huseyin Deniz nas kir, ji min daxwaz kir ku em bi heman awayî li Baselê jî xebatê ji bo zimanê kurdî bikin. Îro li hêla kantona Zurîchê, li kantona Ba- sel û kantona Bernê jî zimanê kurdî wek fermî hatiye pejirandin.
Wateya fermîbûna zimanê kurdî çi ye?
– Fermîbûna zimanê kurdî tê ma- neya ku em dikarin qursên kurdî di dibistanan de bidin. Berî wê me di komeleyan de qursên kurdî didan. Her wiha qursên kurdî dikevin nav bawernameyê jî.
Wekî din ji ber ku dewletek bi navê Kurdistan tune ye, neteweyek bi navê Kurd û zimanek bi navê kurdî jî di pratîkê de tune tê hesi- bandin. Ji ber vê yekê gava li we- latekî kurdî tê fermîkirin, di tune- hesibandina wê pratîkê de qulek tê vekirin. Berê gava me qala zimanê kurdî dikir gelê Swisre digot, hm belê me fam kir tirkî û tirk. Me bi israr digot; Na em ne tirk in, em kurd in û zimanê me jî kurdî ye. Îro kes me û tirkan tev li hev nake. Kurdî îro di nav 29 zimanên fermî yên Swisre de cihê xwe digre û em jî pê serbilind in.
Li Baselê çend zarok dikevîn qursa we?
– Li Baselê du polên me hene. Bi qasî 20 zarok dikevîn qursên me. Dîsa em li derveyî dibistanê qursên kurdî ji bo yên temenmezin jî didin.
Bîst zarok ji bo bajarekî wekî Baselê ne hendik e?
– Erê, bê gûman! Lê belê gerek em rastiya xwe jî bibînin. Yanî ji hê- lekê ve mamosteyên zimanê kurdî gelekî kêm in. Yên heyî jî em ji ber sedemên aborî nikarin bi hev re kar bikin.
Çing yanî, dikanî vira hinekî vekî?
– Dewleta Swisre li derveyî mufredata xwe tu qursên din finanse nake. Yanî gava tirk li Swisre dike- vin qursên zimanê tirkî, mûceyên wan dewleta tirk dide. Ji ber ku dewleteke Kurda tune ye mamos- teyên zimanê kurdî jî wî karî wek karekî dilinî dikin. Ji bilî vê yekê heta niha ne sazî û ne jî dewlemen- dekî Kurd xwe nedan ber fînanse- kirina karê me.
Naveroka qursên we çi ye?
– Qursên me di bin sîwana “Hei- matlische Sprache und Kultur (Çand û Zimanê Welat)“ de tên dayîn. Ji hêla siyasî û olî ve gerek qursên me bêalî bin. Wekî din em azad in. Em naveroka qursên xwe li hêla xwendin, nivîsandin û xaftina bi kurdî bi nasandina çanda Kurdistanê jî dadigrin.
Qursên we bandorek çing li zarokan dikin?
– Ez bawer dikim, qursa me ban- dorek gelek erenî li ser zarokên ku tev li qursên me dibin dike. Gava zarok tên qursê, bi dilgermî tev lê dibin. Ez vê yekê bi dilekî rihet di- karim bêjim. Lê rastiyê ruyekî xwe yê din jî heye. Gerek dê û bavên zarokan jî bizanin, ku qursa me li malê jî berdewam dike. Yanî pir cara ez dibînim dê û bav zarokên xwe tînin qursê, lê heta ber deriyê dibistanê bi tirkî deng dikin. Ew jî karê me û yê zarokan zortir dike.
Yanî tu dibêjî dê û bav him zarokên xwe ji bo fêrbûna kurdî tînin qursê û him jî pê re bi tirkî deng dikin?
– Erê, mixabin.
Çima?
– Ez bi xemgînî dibînim, ku kurdên me her ciqas welatparêz û fidekar bin jî, girîngiya zimanê dayikê yan nizanin yan jî piştguh dikin. Ge- rek dê û bavên zarokan vê yekê baş bizanin; Dibistana herî mezin mal û malbat bi xwe ye. Gerek zimanê malê bibe kurdî, ku ew zarok bika- ribin di pêşerojê de bi kurdî deng bikin. Gava malbat di malê de bi tirkî deng bike û zarokê xwe jî bişîne qursa kurdî, dibe cihê nako- kiyê. Îro pedagog tim bang dikin û dibêjin ji bo ku zarokek di jiyana xwe ya pêşerojê de bi ser keve, ge- rek destpêkê zimanê xwe yê dayikê baş bizane. Cimkî zimanê dayikê wek bingeh tê qebûlkirin. Tu bing- eha tiştekî çiqas qêm çêkî avahiya li ser jî ewqas qêm dibe.
Armanca we ji bo pêşerojê çi ye?
– Di pêşereojê de em dixwazin hej- mara qursên xwe zêde bikin. Ji bo wê jî em niha mamosteyên nû per- werde dikin. Li zanîngeha me şeş keçik hene ku perwerdeya mamos- tetiya zimanê kurdî dibînin. Ew ji hêla mamoste Hesen Huseyin De- niz ve tên perwerdekirin. Ez jî wana yekcara tev li qursên xwe dikim, ji bo ku di pêşerojê de hazir bin.
Ji bo te dema xwe ji bo me veqetand ez li ser navê Bîrnebûnê spasdariya te dikim û di karê we de jî serkeftinê dixwazim. Di dawiyê de tu dixwazî tiştekî bibêjî ? – Berê min bîrnebûn nas nedikir. Gava min naskir û dît, ku kovare- ke herêmî ku zimanê kurdî tê de ewqas serdest e, ez gelekî pê şad bûm. Bîrnebûn karekî gelekî hêja dike û hêjayî xwedîlêderketinê ye. Mala Bîrnebûnê ava.
Mala te jî ava !