Ew sed sal zêde ye, ku Kurdên Anatolîya Navîn, bi kîjan sedemê dibe bila bibe (sûrgunî,
aborî, bi destê zorê û hwd.) li heremê bi cih û war in. Ya em pê serbilind, wanan hetanî huro li heremê bi çand û zimanê xwe jîyan domandine. Digel hemû zor û zordestîyê, nasnameya xwe parastine, dîroka xwe ji bîrnekirine.
Kurdên Anatolîya Navîn, li heremê ne tenê asîmilasyon , car caran bi çûk-mezin rastî êrişên nijadperest jî hatine.
Îsal serokkomarê Tirkiyê, dûv hilbijartina 7ê heziranê, ya ku HDP bi serkeftin jê biderketî û erk (ikdidar) ji dest partîya wî AKP çû, pêvajoya çareserkirina demoqratîk û aştîyê ya ku sê sal in berdewam bû bi dawî anî û got:
„Ew masa aştîyê wergerîya“ û dîsa dest bi şerê qirêj kir. Dîsa li Kurdistana Bakûr rojên zilm, zordestî û bixwîn dest pêkir û berdewame.
Li 8ê îlonê 2015an, MHP li her bajarekî Tirkîyê meşek pêk anî. Dûv wê meşê de, bi destê komên nijadperest, faşîst û bi alîkarîya dewletê êriş birin ser kurdan. Partî, mal û karcihên kurdan şewitandin û xirab kirin. Êrişên li bajarê Kirşehîrê hê giran û hov bûn. Wê şevê, li bajarê Kirşehîrê êrişkar bi slogana; „şehîd namirin, welat parçe nabe“ derketin holê. Di erebeyên şaredarîyê de, ji bo ku êrişkaran berehev kin anons kirin. Bi navê Osmanlı Ocakları û Ülkü Ocakları, qasî 150 meri di dest de bîdonên neftê, êriş dan ser HDP, pirtûkxanya Gül, 4 karcih û 32 malên kurdan xirab kirin û şewitandin. Hinek meriyên ne ji bajêr, bi kirasên (îşlig) gewr û lîsteya derên ku êrişê bidin ser di dest de, ji êrişkaran re rêberî dikirin. Polîsên dewletê jî, ew temaşe dikirin.

Kitêpxana Gül piştî êrîşen nîjatperestên tirkan li hember kurdan li Kirşehîrê
Min ji bo xwendevanên Bîrnebûnê, ji çend hevalên ji Kirşehîrê yên ku ew bûyerana jîyane, fikir û dîtinên wana yên li ser wê êrişa qirêj girtin. Hevalan, pirsên min bi nîviskî û bi Tirkî bersîv dan. Min ji bo we, bersîvên wanan qut kirin û wergerandin Kurdî. Ji wan hevalan birêz Ahmet Çiçek mamoste ye û Tirk e. Birêz Mustafa Kahraman serokê KURD–DERa Ankarayêye. Birêz Demet Resuloğlu Çetin, hevseroka HDP yê bajarê Kirşehîrê ye. Birêz Servet Altuntaş mamoste ye. Birêz Eşref Odabaşı xwedîyê pirtûkxana Gul e. Birêz Cihat Beydoğan jî, xwedîyê dikana konfeksîyonê ye. Wan herçar hevalan bersîvên xwe, bi nîviseke hevpar şandin.
AHMET ÇÎÇEK:
Her çiqas navbera Kurd û Tirkan de, „Em, wek neynûk û goşt in“ were gotin û ji hevdu bûkan bigirin, navbera wanan de şer û arbede tune we jî, ewana ji alîyê rih de parçe bûne. Tirk ( Heval Ehmed, Tirk e) ji bo têkilîyên civakî, aborî û feodalî her çiqas li cem Kurdan, li rûyên wanan nebêjin jî, dûv wanan ve dev ji feodalî, qelleşî parvakarîya (Bölücü) wan bernadin. Şerê qirêj î ku navbera dewlet û PKK de berdewam e, bandora xwe li ser wê yekê heye. Şerê dewletê yî psîkolojîk wek;„Apo kujerê dergûşa ye. Herema vî heye. Ew ne Kurd in, Yêrmenî ne. Keçên gerîlla, dergûşên xwe li çîyan diavên têr û tûyan.“ bandora xwe li ser wê heye.
Bi dîtina min; li Tirkîye ne pirsgirika Kurdan, pirsgirika nijadperestîya Tirkan heye. Bi dîtina dewletê an jî AKP, pêvajoya aştîyê fêda xwe ne bi AKP, bi Kurdan û PKK bû. Ji bo wê jî, carek din dest bi şerê qirêj kirin. Li vî welatî ol (dîn) û nijadperestî tim pera û prîmê dike. Wê rojê, ne Kirşehîrê tenê li 400 derî zêdetir êrişên nijadperest pêkhatin. Bi gotina Ertugrul Kurkçu, “Çalekîyên weng , encax dewlet organizeke bike û pêk bîne.“ Têyê gotin ku „Her dewletekê , karên wê yên qirêj û pelikên wê yen qirêj hene.“ Dewleta T.C. pelikên wê yên qirêj hene. Lê; pelikên wê yên pak hene, ya were minaqeşe kirin.
Berê li Çorumê, Meletîyê, Maraşê, li Sêwasê jî waya kirin. Lê, yên ku ew êrişên nijadperest û qirêj kirin, wê wextê xwe vedişartin. Me huro dît ku; ewana êdî hewcetîya xweveşartinê nabînine. Eşkere dikine. Carekê bifikirin; Wê rojê, dikana esnafekî dişewitî. Li hember wê, walîyê bajêr milê xwe dayîbû milê mubtelakî narkotîkê, marşa îstiklalê dixwand. Huro, ewqas bawerîya wanan bi xwe heye. Faşistê ku çentekî dişewitî di dest de, çente avite Pirtûkxana Gulê û vegerî polisê li paş xwe maç kir. Ya ku hûn bizanin; ew bûyerana, ne bi hîs û fikirên netewî û bi dest komek faşist, bi dest dewletê pêk hatin.
Me, êrişên weng dipan. Lê; ne viqas eşkere û giran. Dewletê ew bajara, 6 seetan da dest çend serserîyan û teslîme wanan kir. Dûv wê êrişê ve, navbera Tirk û Kurdan de tu guhertinên bi çavan werin dîtin pêk nehatin. Ji bo êrişên weng ve, dixwaze em xweparastinê pêk bînin.
MUSTAFA KARAMAN:
8‘ê Îlonê sala 2015‘an li bajarê Kirşehîrê êrîşên nijadperestî ji aliyê dewleta kûr ve pêk hatibûn. Di van êrîşan de 20 – 30 dikan û malên Kurdan hatin şewitandin. Em bi heyetekê çûbûn liserdana wan.Tu cudatîya wê êrîşê û ya Madimakê tunebû. Ew feraseta faşîzmê bi xwe ye. Heta niha Kurdên Kirşehîrê dijîn, bi gelê ku li vî bajarî dijîn re wek biratî jîyan kirine. Tu pirsgirekek di navbera wan de pêk nehatiye. Lê belê dema ku Kurdên Kirşehîrê dewlemend bûn, xwende bûn rastî erîşên wiha hovane hatin. Ez wan erîşan şermezar dikim. Ji gelê me ên livir dijîn re jî dibêjim ku, xwe bi rêxistin bikin, yekîtîyê di nav hev de çêkin. Ji bo azadî û wekhevîyê têbikoşin.
Agahdarîyên ji:
DEMET RESULOĞLU ÇETÎN, EŞREF ODABAŞİ, SERVET ALTUNTAŞ, CÎHAT BEYDOĞAN
Kurd, 200 sal zêde ye li heremê ne. Hêjmara wanan 1/3 e. Ji xeyrî 3– 4 gundan, gundên Kurd bi hevre sînorên xwe hene. Kurdên li heremê, ji çand ziman û nasnama xwe tiştek winde nekirine. Têkilîyên wana û Tirkan, piranî ji alîyê bazirganîyê ve ye. Ji alîyê zewacê ve, têkiliyên wanan ewqas ne zêde ye. Em, diherin dol– dawet û tazî (azcî) yên hevdu tên. Hetanî huro, ji alîyê bazirganî û mirovatîyê de navbera me de tu nerindi tune wûn.
Kurdan, kêngê têkilîyên xwe yên bi partîyên dewletê ve qetandin, bûne armancên wanan. Kurdan, berê xwe dane partîya xwe şûva, kijan partîyê, li bajêr vekîl an jî şaredarî winda dikir, bi ramanên wanan sedem û sûcdar Kurd wûn. Şer dawestî, pêvajoya çareserîya demoqratîk û aştîyê destpêkir şûva Kurdan dengên xwe didan AKP. Dûv destpêkirina şerê Sûrîyê û pêvajoya çareserkirinê bi dawî hat, Kurd ji nû ve vegerîyan partîya xwe. Dû buyerên 6 7 Cotmehê ve, vaya hê zêde bû. Li meşên Alê û merasîmên meyîtê şehîdan, hersê partî AKP, MHP, CHP wek hev hareket dikirin.
Berî hilbijartina 7ê Hezîranê, Serokkomar û serokê MHP cara pêşîn hatin bajarê me. Ew, nîşana li bajêr destpêkirina tiştekî wû. Ew ne teseduf e, ku DAIşê ji bajarê me zêde eleman digirtin. Çimkî, hertiştek eşkere dikirin. Dema ku şerê herî giran, li Kobanê berdewam wû, yên ji DAIşê re meriv berhev dikirin, li navenda bajêr dest û pêyên xwe badikirî dişuxulîn.
Li çalekî û daxuyanî dîyarkirinên HDP, berizînên devkî destpêkiri wûn. Paşê, mudeheleyên fizîkî destpêkirin. Polisên dewletê, tu mudehele nedikir. Waya ye jî, ceseret dida wanan. Berî hilbijartina Hezîranê, bi ser hatina hevserokê HDP Selahatin Demirtaş a Kirşehîre de, rengê bûyeran hate guherînê. Êdî, li hemberî Kurdan, berizînên devkî şûna xwe da êrişan. Roja ku Selahatin Demirtaş hat, li qada mitîngê eleqedarîya gel pirr zêde wû. Beşdarên mitîngê zêde wûn. Komeke ku ala Tirkan di dest de, ji guhdar û beşdaran re dest bi zêf û heqeretan kirin. polîsan tu mudeheleyî wanan nekir. Dema wanan dest bi êrişê kirin, gelê me yî li qada mitîngê, ji bo xweparastinê rabû ser lingan û ew belav kirin. Gel, meşîya partîyê û kesek ji wan êrişkaran nêzikî partîyê nekirin. Wê rewzê, morala Kurdan gelek bilind kir. Ya êrişkaran jî, xirab kir. Waya jî, bû bingeha bûyerên 8ê Îlonê.
Êdî, Kurd li partîya xwe xwedî derdiketin. Dest ji AKP, berdayî bûn. AKP jî, Kurd ji çavan biderxisti bûn. Li berçavan bû, ku herdu gel ji alîyê hest û rih de ji hevdu qetîya bûn. pirr merivên, bi wan bûyeran êşîyayî hebûn. Ji bo ku, tenê nasname ya vî Kurd e, pirr kesên dikanên wanan şevitî hebûn. Yêndikan,malûkarcihênxwehatine şevitandin û xirab bûyî, kesên ku li civakê dihatin hezkirin wûn. Dikanên navê wanan Diyarbakir, Adiyaman hwd. ji bo ku werin xirabkirin bes wû.
Dest êrişkaran de ala Tirka, şîşeyên bîra, ço û kevir hebûn. 150– 200 meri wûn. Bîna HDP şewitandin, pirtûkxana Gül şewitandin ji kesî tu astengî nedîtin. Bi ser de ji polîsan alîkarî dîtin. Bi ser wê de, ceseret hate wanan. Kom bi kom li nav taxa belav bûn û malên Kurdan xirab kirin. Di dest êrişkaran de, lîsteya derên werin şewitandin û xirabkirin hewû. Di nav êrişkaran de, yên pirr rindiyên me jê re heyî hebûn. Yên em çûyîne şîn û dawetên wanan, yên hatine li malên me bûyîne mêvan hebûn. Ji vanan hinekan, ji êrişkaran re rêberi dikirin. Wê ye, em şoq kirin, em pirr êşandin. Hevalên wê şevê, bi tilefonan li me gerîyayî û bi bûyeran nexenê, nedilşa û pirr êşayayî hebûn. Hevalên ji MHP, li me geriyayî û gotin:
„Bi dere derve nekevin. Xwe biparêzin. Em ê, sibê çawa li rûyên we binêrin? Em ê, ji ber xwe ve fedî dikinî.“ jî hebûn. Wanan, em dilşa kirin.
Ji parastinên êrişên wisa, dixwaze gelê me tedbîra xwe bigire. Çimkî, dora dine rojê gel li heremên dor– paş partîyê ji bo êhtimalên ku êrişkarên carek din werin, tedbîra xwe girt û ewana çavkirin. Êdî herkesekî dizanî, ku bûyerên hê mezinê werine hole. Gel, ji sibê de hetanî êvarê saet 20.00 an benda wanan bi amadekarî pa. Dihate guhên me, ku yên êrişê bidine ser gundan. Gundîyan jî, bi amadekarî tedbîra xwe girtiwûn. Roja siftê, me xwe bi tenê didît. Roja dudiya, me dît ku gelê me bi amadekarî xwe dayê kêleka me. Waya wek peyamekê, çûyîbû guhên êrişkaran. Newêrîn carek din werin. Tedbîra ku dewletê roja siftê negirtî, roja dudiya girtibû. Tiştekî me yî, em windakin tune wû. Ji bo ku, em malê xwe, canê xwe biparêzin dixwast em xwedî rêxistin sazî û qam (gûc) bûna. Wisa jî bû.
Em, bawerin carek din êrişek wisa pêk were bêgerew namîne. Her kesek, ji bo hertiştekî amade ye. Ya em bikinî herî baş, xwe sazkirine û ji bo parastinê tedbîr girtine.
Mem Xelîkan