Di çanda devkî û gelerî ya Kurdên Anatolyayê de şûna kilamên şînê girîng e. Ev Kurdên ku ji welatê xwe dûr ketine êş û kulên xwe bi kilamên şînê derbirîne. Di kilamên wan de êşa tenêtiya sedan salan xuya dibe. Ji ber ku xwe tenê hîs kirine, ji bo wan her mirinek zêdebûna êşa tenêtiyê bûye. Mirina her kalekî an jî pîrekê ji bo wan dûrketinek bûye ji kaniya ku bav û kalên wan av jê vexwariye.
Mîna berhemên din ên devkî kilamên şînê jî çi mixabin di wan salên dawiyê de bêyî ku werin qeydkirin, tên jibîrkirin. Hin ji wan kilaman ji aliyê çend berhevkarên dûrbîn û bihîstyar ve hatine qeydkirin û ji bo nifşên bê wek mîrateke dewlemendiya rasteqîn hatine parastin. Lê çi heyf e hejmara van kilaman li gor yên ku hatine jibîrkirin pir kêm e.
Bêguman her kilamek xwedî naverokeke taybetî ye û ev naverok bi bûyerên rasteqîn û ne ji rêzê pêk ten. Digel vê naverokê her kilamek xwedî çîrokeke balkêş e. Belê, her kilamek xwedî serpêhatiyên wisa yekuwextamirovdibihîsepêecêb dimîne. Ez jî dixwazim di derbarê serpêhatiya kilameke wisa de hin tiştan binivîsînim. Lewre wexta ku min çîroka vê kilamê bihîst ez yekcar şaş û metel mabûm.
Ev kilam ji bo gundiyekî min ê ku di şerê yekem ê cîhanê de miriye, hatiye gotin. Navê leşkerê ku di şerê Çanakkaleyê de birîndar bûye û li Stenbolê di nexweşxaneya Haydarpaşayê de jiyana xwe ji dest daye, Mewlûdê Tono ye û ji gundê Yuzukbaşî yê ser bi Polatliyê ye. Ayşikê Tono ku xwîşka Mewlûdê Tono ye li ser birayê xwe ev kilama şînê strandiye. Kilam ji ber ku ji hêla jinekê ve hatiye vegotin xwedî cihekî taybetî ye. Lewre em ji gotinên kilamê dibînin ku jineke Kurdên Anatolyayê çawa li ser bûyerên serdema xwe haydar e. Di vê kilamê de rexneyeke balkêş a şer tê dîtin. Heta di risteyeke vê kilamê de „Lo lo bişewite mala Îsmet Paşa; Berhev kir xortê deh panzde salî me re şand kalê rûspî ne” tê gotin. Ew xortên panzdeh salî ku çûne şer wexta ku vegeriyane êdî bûne kalên rûspî. Lê belê navê Îsmet Paşayê ku di vê risteyê de derbas dibe, îhtîmaleke mezin çewt e, şûna Îsmet Paşa divê Enwer Paşa be. Lewre di wê serdemê de Enwer Paşa wek troykaya Îttîhad û Terakkî serdest û binavûdeng bû. Wexta ku min ev yek ji wî kesê ku min kilam jê bihîst pirsî, ji min re got ku ev yek dibe ku wisa be, lê ew baş pê dizane ku wî kilam wisa bihîstiye. Ji ber vê jî min wexta ku gotinên kilamê nivîsandin tu guhertînek nekir.
Min di zarotiya xwe de ev kilam bihîstibû. Lewre bavê min ji devê gundiyekî me ku navê wî Hecî Mamê bû ev kilam qeyd kiribû. Bavê min her tim ji kasetê ev kilam guhdarî dikir û tevî wî me jî guh dida vê kilamê. Kilam pir dirêj bû, qala bûyerên girîng ên wê serdemê, êş û derdên ku gel rû bi rû mane dikir. Lê çi mixabin niha em tenê çend çarînên vê kilamê dizanin. Lewre ew kaset niha li ber destê me nîn e û em nizanin ka çi lê hatiye.
Deh sal berê min xwest ez vê kilamê tomar bikim. Ji bo vê jî ez li pey wan kesan ketim ku vê kilamê dizanin. Çi mixabin Hecî Mamêyê kal çûbû rehma xwedê û bi tevî xwe gelek çarînên vê kilamê bi xwe re biribûn. Paşê min bihîst ku gundiyekî min ku navê wî Cafarê Derwêşê Kûşê ye, çend çarînên vê kilamê dizane. Ev camêrê han jî daxwaza min neavêt pişt guhê xwe û min ew bermayiyên vê kilamê ji devê wî qeyd kirin. Wî jî heye ku çil sal berê bi dizî ji devê Hecî Mamê ev kilam guhdarî kiriye û ew risteyên vê kilamê ku min qeyd kirin, ji wê rojê hate îro di bîra wî de mane.
Mîna gelek gundiyên me, Cafarê Derwêşê Kûşê jî qala inyadiya Hecî Mamê kir. Belê Hecî Mamê yekî pir bi inyad bûye û di îxtiyariya xwe de li ba kesî jî ev kilam negotiye. Hacî Mamê rojekê li zeviya xwe wexta ku fasulî an jî bi gotina hêla me „borce” berhev dike, vê kilamê dibêje. Cafarê Derwêşê Kûşê jî wê demê xort e û li nêzikî zeviya Hecî Mamê karê zeviya bavê xwe dike. Wexta ku dibîne Hecî Mamê kilameke dilsoj distrîne, hema bi dizî xwe nêzikî zeviya Hecî Mamê dike û guh dide kilamê. Lewre ger Hecî Mamê bi hatina wî bihese dê kilamê di nîvî de bihêle. Wî ev kilam cara ewil û dawî li wir ji devê Hecî Mamê guhdarî dike. Hecî Mamê wexta ku bi wî xortî dihese dev ji gotina kilamê ber dide. Cafarê Derwêşê Kûşê li ber Hecî Mamê digere da ku vê kilamê bêje. Lê Hecî Mamê nabêje. Xortê han „Apo ger tu vê kilamê heta dawî bêjî ez ê werim van fasuliyên te berhev bikim” dibêje. Lê Hecî Mamê qebûl nake. Cafarê Derwêşê Kûşê jî bi stûxwarî vedigere ser karê xwe û qala vê bûyerê ji bavê xwe re dike.
Lê mîna ku pêşiyên Kurdan dibêjin, dinya bi dor e, ne bi zor e. Lewre di ser vê bûyerê re wext derbas dibe Hecî Mamê ji bo kurê xwe diçe keça Derwêşê Kûşê dixwaze. Derwêşê Kûşê jî bi şertekê keça xwe dide. Ev merc jî ev e ku Hecî Mamê wê kilama ku li ser Mewlûdê Tono hatiye gotin, vebêje. Hacî Mamê li ber Derwêşê Kûşê digere da ku dev ji vê mercê berde. Lê Derwêşê Kûşê „Tu bi inyad bî, ez ji te inyadtir im, ger tu vê kilamê nebêjî ez jî keça xwe nadim” dibêje. Hecî
Mamê ca li kurê xwe dinihêre, ca jî li Derwêşê Kûşê dinihêre. Ku vê kilamê nebêje wê keçikê nedin kurê wî. Di dawiyê de mecbûr dimîne û li wir ji Derwêşê Kûşê re vê kilamê dibêje. Belê piştî vê jî Derwêşê Kûşê diçe ji kurê xwe yê din Çolo re keça Hecî Mamê dixwaze. Lê Hacî Mamê mîna Derwêşê Kûşê merc danayne û keça xwe bê merc dide.
Ez gotinên vê kilamê li jêrê dinivîsînim. Li gor devoka me dengên ‘a’ wek ‘o’, dengên ‘e’ jî wek ‘a’ tên bilêvkirin. Lê min ew deng wek kurmanciya giştî nivîsandin. Her wiha qeyda vê kilamê ku min ji devê Cafarê Derwêşê Kûşê tomar kiribû, li ba min e û kî ji min bixwaze dikarim bi rêya emailê jê re bişînim.
Diwêm jêr ve têne vana kî ne
Vana xortê Yuzikbaşî simbêl reş îşlik yanbekî ne
Lo lo bişewite Mala Îsmet Paşa
Berhev kir xortê deh panzde salî me re şand kalê rûspî ne
Diwêm de rawe rawe lo lo lo Mewlûd birawo
Diwêm çelenga xaniyê te bû kulingo qalipçiya
Diwêm de rawe rawe lo lo lo Mewlûd birawo
Diwêm şikur dikim birê min nemir li zindanlixê
Qardaşê min şehîd bû li qasrê Îsmet Paşa li selamlixê
Diwêm de rawe rawe lo lo lo Mewlûd birawo
Çelenga xaniyê te bû kulinga qalipçiya
Diwêm Îstanbulo li rû kaşa Nalenalê van nixweşa
Ez çûm min go ka qardaşê min
Go qardaşê te rakirin xastexana Haydarpaşa
Diwêm de rawe rawe lo lo lo Mewlûd birawo