Sala 1980 û meha îlonê bû. Li welat leşkêran dest dabûn ser revabiriya dewletê û
rewşa awertê hebû. Dibistana min jî hîn dest pê nekiribû û ez li gund bûm. Herroj leşker dihatin gund û gundî di bin tirsa leşkeran de bûn. Rojekê hemû gundî li ber mizgeftê berhevkiribûn, ji wan pirsa sîlehên kaçaxî dikirin. Çend gundîyan sîlehên xwe yên bi vesîqa devletê anîbûn û teslimî serleşker dikirin. Le wan ji gundiyan hîn zede sîleh daxwaz dikirin û serleşker digot;
-„Ez bawernakim, ku li gundê we sîlehên kaçaxî tûnebin. Ez ê çend roja îzne bidim we, hûnê bi xwe sîlehên xwe ji min re bînin qerekolê.“
Gundiyekî rûspî got; „Komutanê min ma sîlehên me
hebin em ê bidin we. Tunen, em eşkerê dibên tunen.“
Serleşker bi wê gotine pir bi hers ket û ji şûna rûniştî rabû hat
cem gundiyê rûspî û bi pîna xwe di zikê gundî de veda. Gundî gêr bûûlisererdêbieşaxwerekire nale nal. Hemû gundiyan li hev mezekirin û leşkeran jî silehên xwe berva gundiyan kirin. Çend kesan, gundiyê li erdê nale nal bû rakirin birin ber derîyê mizgeftê. Serleşker got;
-„Ez niha terim, heta çend rojan mixtar û gundiyên sîlehên xwe heyî ma werin qerekolê.“
Serleşker li ereba eskeriyê sîyarbû, leşker jî ji dûva, ajotin çûn. Gundî hemû beziyan ba merivê ji aliyê serleşker va hatî pîn kirin. Rewşa wî baş bû, le morala gundiyan gelek xirab bû.
Ez jî vegeriyam çûm mal. Ez bi we bûyera hatî ser gundiyê me pir eşiyabûm. Çend seetan bi şûnda Apê Miç hat mala me û bi bavê min va li ber siya mala me li ser bûyere deng dikirin. Demeke bi şûn da jî çend cîran tewê wan bûn. Yekî got;
„Gundê me 100 km nêzikî paytaxta welatê, ew rewş li wan deran xerab bû bi şûnda, li rojhelata welat, gundên kurdên me yen li çiya ka leşker çi pirs û zordariyê dikin Xwêdê dizane.“ Apê Miç got:
„Zordariya leşkeran herdem heyê. Dema cûnta çebû ev eşkerebû ku evê zilm û zordariyê bikin. Ma kes xwe paşda negire, ke sîleha xwe heyê ma teslîmî wan bikin. Nebû ew ê herroj werin gund û li me zordariyê bikin. Ji dema Mustafa Kemal de heta îro weng e. Ew welat welatê leşkera ye.“ Piraniya cemaatê bi serê xwe gotinên apê Miç erê dikirin…
Çend roja bi şûnda ez ji mal derketim berva nav gund çûm. Li ber dukana Heso çend hevala sohbet dikirin. Mijar, leşker û kirina wan bû. Dema min silav da hevalan, şorê di devê Cemo de bû. Cemo li Konyayê dibistan xelaskiribû û ew di nav çalakiyên siyasî de pir aktîv bû û çend hevalên wî jî hatibûn girtin. Wîxweligunddiparezaûdemakesî bigûman nebû, xort agahdar dikirin. Li ser zimanê wî cûnta îlonê hebû. Hevalan pirs jê dikirin û wî jî li gor zanebûna xwe bersiva wan dida.
Cemo, hevalê Yılmaz Demir bû. Wan di nav Rîya Azadî de xe
bat dikirin û çalakvanekî mezin bûn. Li gor xwe cûnte rexne dikir û digot:
„Lazim e ku em xwe piparêzin. Tiştekî din ku çêbû ez ê ji hevalan xeberê bigirim û ez we agahdar dikim. Pir heval û hogir hatine girtin. Yilmaz jî li Amedê hatiyê binçavkirin û tu xeber jî tine.“ Min pirsî:
-„Kekê Cemo, Yilmaz Demir hatiyê girtin?“
-„Erê“
-„Li ku?“
-„Li Amadê.“
Morala min gelek xerab bû.
Min Yılmaz li Konyayê naskiribû. Çalekvanekî bê tirs û kehremanê dilê min bû. Ez li ber dûvarê dukana Heso li ser çokên xwe rûniştim û hevûdu naskirina min û Yılmaz hatibû ber çavên min. Ez ketim xewn û xeyalan.
Berî 12ê Îlonê di nav Kurdên Anatoliya Navîn de hereketa Riya Azadî jî wek DDKD xurt bû. Gelek xortên gundên me di nav wan rexistinan de cîh girtibûn. Çalekî jî pir dibûn. Rojekê dîsa li Zanîngehê û dibistanên lîse de faşîsta erişî xortên çep û kurdan kiribûn, li her aliyê bajêr dengê alarma erebên polîsa dihat. Ez ji dibistana xwe derketibûm û li bendê otobûsê ku herim malê.Bistekê bi şûn da Erebeyêka polîsan di ber min re derbasbû û di paşiya ereba polîsan de Cemo û kesekî din hebû. Tirs ket dile min. Ez bi otobûsê heta garaja otobûsên ku di nav welat de terin-ten çûm. Xalê min otobûsa xwe hebû û fîrma wan de jî berpirsiyar bû. Dema ez ketim odeya xalê xwe ji min pirsî;
„Çibû, çima tu hatî?“ min girtina Cemo je ra eşkerê kir. Ew pirr pê eşiya û şorên xerab ji devê wî derketin, digot;
„Min çend car Cemo agahdar kir, ma çalekiyê xwandevanan li wî ma ne.“Derbasî ser telefonê bû û ji merkeza polîsan re, ji nasên xwe re telefon dikir û dixwast rewşê wî bizane. Di nav wan teşqêlan de kesek bi lez û heyecan ket hundirê odeya xalê min û got;
„Ehmed, kurban lavê min hatiye girtin, çi dikî bike, xelaske. Polîs ê zilmê pê bikin.“
Xalê min got;
„Rûnê helê, telaşa min jî ev e, ez mes dikim. Muzaffer ji apê xwe re çayê bejê!“
Kesê hatî jî ji wan deran bû, kurmanciya me deng dikir û nasê xalêminbûanjîwîjîliwanderan
kardikir. Min meraq dikir lê ez ditirsiyam ku pirs bikim. Kesê hatî, telika xwe ji serê xwe derxistibû û kiribû nav jûniyê xwe. Bi heyecan bû, tirs û meraq ketibû canê wî. Çay bi heyecanêke hat wexwarin. Dema telefona li ser masê le ket; zir…, zir…, zir… xalê min got;
„Kontaş, kerem bikin.“
Bi bersiva xalê min re me fahmkir ku tel ji merkeza polîsan tê. Xalê min rewşa Cemo û lawê hevalê xwe pirsî û agahdarî danstandin. Navê hevalê bi Cemo re hatî girtin Yılmaz Demir bû û ji gundê Încowê bû.
Qehremanê min di çalekiyeka xwandevanan de erişa faşîstan şikenabûn û çend kes jî birindar kiribûn, le mixabin hatibûn girtin. Xalê min soz girtibû ku wan herduyan evarê ji merkeza polîsan bigire; işmar bike, agahdariya bide wan û ji bo carek din beşdarî çalekiyan nebin sozê ji wan bigire.
Çend saetan bi şûnda ez û xalê min bi erebê çûn ber merkeza polîsan. Ez di erebê de mam û xalê min çû hûndir, demeke bi şûnda bi du xortan va hat. Wan gelek kut xaribûn û porê wan jî dabûn makînê, kurîs kiribûn. Li paşîya erebê siyarbûn. Ez wegeriyam min li wan mêze kir. Çavên wan dibiriqîn. Hêrs û kîn dihat xûya kirin. Dema min li çavên Yilmaz mêze kir, mînak buriskê şekitî, dilê min eşiya. Sempatiyeka gelek mezin ketê dilê min, ew binçav kirina wan, ez berva hereketa Kurd û Kurdistanê birim û hatim wan rojan.
Jiwêrojêbişûndaezlicem wan bûm. Cemo gundiyê min bû û Yilmaz jî hevalê wî bû. Min gelek heval û dost nas kirin. Wan pirtûk didan min. Min jî bi dizî dixwandin. Ez bûm sempatîzanê wan. Demeke bi şûnda Yılmaz nekanî li Konyayê herê dibistanê û çû Amedê. Min gelek kurdên aliyê me naskirin, hîn jî hevaltîya me berdewam e…..
Ji kurahî dengek dihat min „Mizo, loo Mizo ma tu bi rûniştî raketî…“ Ez bi xwe de hatim. Min xeyala xwe ji hevala re eşkere kir em hemû tevûhev pê êşiyan.
Demek derbasbû bi şûnda xebera reş hat ku Yilmaz di zîndana Amedê de ye. Çend sal şûnda jî di koxûşa 5an da di berxwedanê de şehît ket. Gotina wî ya ji bo kar
û xebata Kurdistanê “Kesê ku ji bo azadîyê şer neke jê re azadîxwaz nayê gotin! (özgürlük için savaşmayana özgürlükçü denmez!)” ji bo me bû ders.
Di dîroka gelê me de heta îro bi hezaran şehîdên me, wek rojê reya me ronî dikin. Em wan bîrnakin û wan bibîrtînin.
Îlonê li ser me jî gelek xirabî anîn. Li aliyê me gelek civan ji dibistanan bi dûr xistin. Bi hezaran civan ketin rêya Ewrupayê û li welatên Ewrupa bûn penaber. Bi wê re jî koçberiyeka nû, bi şikleka din dest pekir. Paşê jî hemûyan li Ewrupa cîh girtin. Gundên me vala bûn. Dewletê jî bi hatina wan a welatên Ewrupa ji aliyê aborîda karekî mezin kir û ji aliyê siyasî jî demeka rihet derbas kir. Gundên me ketin berdestên nezanan û wan jî bi hemî xwe teslimî devlete kirin. Koçberiya di dema 12ê Îlonê de destpekirî nêzikî deh salan ajot û tesîra xwe ya nebaş hîn jî berdewam e.
Lê berxwedan jiyan e!
Köln, Rêbendan 2013
birnebun@hotmail.de