– Serpêhatiya merivekî ku veguhêriye, bûye kêz –
Gregor encax li hengorê ji xewa giran ya mîna bîrveçûyînekê bi xwe hêsîya. Bêguman ew ê pêçekê şûnda jî bêyî ku bihê bêzarkirin bi xwe bihêsîya, ji ber ku wî xwe têr vêsîyayî û xewhelnayî hîs dikir. Lê ji wî va wer xuya dibû, mîna ku ew bi dengê gavavêtineke revokî û bi dîqetgirtina deriyê odeyê yê ber ve mabeynîyê, hêsîyabe. şewqa rengavêtî ya çireya elektrikî a cadeyê dida vir û wê, banê odeyê û alîjorê mobîlîyayên bilind. Lê li jêr, li ba Gregor tarî bû. Wî xwe giran, hîn bi awayekî bişîyanekirî û bi pêkirina pozî çîpan yên ku hîn nû li ba wî bi qedir bûbûn, ber ve dêrî kişand, ji bo ku bibîne ka li wir çi hatibû pê. Kêleka wî ya çepê bi tûn mîna kuleke bi vekişîneke neçê xuya dikir û loma ew li ser du rêzeçîpan dikulîya. Bi ser da, çîpeke wî ji avûrûyê bûyerên danê sibehê da giran bi birîn bûbû -meriv pê mat dima ku yeke tenê birîndar bûyeû di pey va kaş dibû, mîna ku bêcan be.
Ew li ber dêrî bi tiştên ku di eslê xwe da ew ber ve wê derê kişandî hêsîya. Bîhna tiştê xwarinê bû ev. Li
wir kasekî tijî şîrê şîrin û di nav da jî parîyên nanê sipî yên ku têda ajinî dikirin, sekinîbû. Hendik ma ku ew ji ber şabûnê bikenîya. Çimkî wî, ji ber birçîbûneke di ser ya sibehê ra, hema serîyê xwe hetanî jorê çavan kire nav şîr, lê bi lez û xeyalşikestî ew bi şûnda kişand, ne tenê ji ber zehmetîyên xwarinê yên ji avrûyê kêleka wî ya bi manî da. Ji bo ku bikanîba bixwara, divîya bû ku bedena wî bi tûnî bi nefeshelnan û berdanê biba alîkar. ji xeynî vê, şîr yê ku ji berê da xwaştirin vexwarina wî bû, pê tahmxwaş dihat. Û sewa vê, xwangê ew deynabû odeyê. Qet na, erê, wî xwe, hemahema dijberî hemda xwe, ji kêse bi dûrxist, xwe bi xwe ra ber ve nava odeya kaşkir.
Gregor di navbera dêrî ra dît ku li odeya mêvanan çireya gazê hatiye vêxistin. Halbukî di vê wexta rojê da, bavê, mîna ku kiribû edet, rojnameya xwe ya ku danê êvarê derdiket ji dayê û carcaran jî ji xwangê ra bi dengekî bilind dixwand; lê niha meriv qet dengek nedibihîst. Belkî ev liberxwandina ku xwangê tim ji Gregor ra qal dikir û dinivîsand, li demên dawîyê êdin ne li rewacê bû. Her weha bêdengî daketibû der û dorê, halbukî mal ne betal bû. “Ev çi jîyaneke bêdeng e ya ku malbat dijî,” Gregor ji xwe bi xwe ra got û bi rû da bêlivîn serî di ber da li tarîyê dinihêrî. Û wî xwe pê serbilind hîs dikir ku kanîbûye şertên jîyaneke ha di xanîyekî rind da ji dê û bavê û xwangê ra peyda bike. Lê çi dê biba, eger niha ev aramîya gîşt, ev heyîya gîşt, ev memnûnîya gîşt, bi encameke metirsî ji dest biçûya? Sewa ku ji van fikaran bi dûr bikeve, Gregor destpê çerxbûnê kir û li odeyê vir da û wê da dikişîya.
Li êvareke dirêj, carekê perekî dêrî û carekê jî perê wî yê din viqasî navbereke piçûk hat jihevkirin û hema bi şûnda jî hate girtin. Kesekî dixwast ku bihê hundir, lê li rê ketibû şikê. Gregor di vê hengavê da hat li ber deriyê odeya mêvanan dawestî, ji xwe bawer, xwast bi awayekî rê li bike, ku mêvanê dudilî yê li ber dêrî bîne odeyê yan jî qet nebe, ku bizana ka ew kî ye. Lê derî êdin nehate jihevkirin û Gregor nafîle pa. Berê, gava derî gîşt girtibûn, gîştan dixwaztin ku bihên ba wî. Lê niha her çiqas ku wî derîyek jihevkiribû û yên din jî bi dirêjîya rojê jihevkirî hati
bûn hîştin, qet kesek nedihat û mifte jî êdî ji der da di kilîdê da bû.
Di derengîya şevê da çireya odeya mêvanan hatibû vemirandin û niha bi hêsanî dihate tesbîtkirin, ku dê û bav û xwang hetanî hînge payî mabûn û meriv dikanî rind bibihîze, her sê jî li ser pozî lingan bi dûr diketin. Êdî hetanî sibehê tu kes nehat ba Gregor. Têr wexta wî hebû ku, bêyî ku bihê bêzarkirin, bifikirîya ka ew ê çawa jîyana xwe ji nû va rêkûpêk bike. Lê odeya betal û banbilind ya ku wî xwe lê ji neçarî bi panî li ser dabanê dirêj kiribû, ew ditirsand. Wî nedikanî di sebeba wê biderîne, her çiqas ku ew ji penc salan vir da rûniştvanê wê be jî. Bêyî ku hay jê hebe, wî bi çerxbûneke bi nîvî û fedîyeke sivik xwe bi lez kire binî qenepeyê. Her çiqas ku pişta wî bi guvaştina ji ber cihtengîyê pan bûbû û nedikanîbû serîyê xwe helne jî, wî xwe li wê derê pir baş hîs dikir. Tenê ew ji vê ne razîbû, ji ber ku bedena wî zêde bi ber bû, ew di binî qenepeyê da rind bi cih nedibû.
Li wir, ew bi dirêjîya şevê ma. Wî parek ji şevê bi xelmaşîya ku ew jê bi veciniqiyên ji ber birçîbûnê li pey hev xeşare xwe dibû û bi xem û omdîyên nezelal yên ku li ser yek encamê digihêştin hev, derbas kiribû. Li gorê vê, divîya bû ku ew vê gavê aram tevbigerîya û li ser xwe ferz bikira, ku bi sayê sebir û rêzgirtina malbatî, tîna derdkêşîya malbatê kêm bikira. Derdkêşîya ji ber tengî û tahlîyên ku ew, ne bi destê wî be jî, bi rewşa xwe ya hal î hazir bûbû sebeb.
Sibehê zû, mîna ku hîn şev bû, fersendek bi destê Gregor ket, ku van hemd û pêşbînîyên xwe biceribîne. Çimkî wê hengavê, xwangê ya ku kincên xwe hema hema bi tûn li xwe kiribûn, derîyê ji hêla mabeynîyê da ji hev kir û bi heyacan li hundir venihêrî. Wê hema ew nedît û got, „Xwedêwo, dera ku ew li vir be; malava, wî nedikanî bifire!.“ Lê gava ku Gregor di binî qenepeyê da bi ber çavên wê ket, ew pir pê veciniqî; wê nikanîbû xweragire û derî ji derva da şûnda kire hev. Dûv ra, te yê bigota ku ew ê ji vê rabûnûrûniştina xwe poşman bûye, wê cihlê derî dîsa ji hev kir û li ser pozî lingan, mîna ku hatibe ser pîtnexwaşekî yan ba yadekî, rabihurî hundir. Gregor serîyê xwe hetanî kênarê qenepeyê derxistibû û li wê sêyr dikir. Eceba ew a tê biderîne ku wî dest pê şîr nekiriye, ne ku tenê ji ber birçînebûnê; û wê ya hewce bidîta ku xwarineke din ya bi dilê wî bîne? Eger wê bi serî xwe va nekira, wî dixwast hîngê şûna ku bala wê bikişîne ser vê, rindtir
e ku ji nêz da bimire. Halbukî xwastekeke bandordar dikuta wî, da ku ew ji binî qenepeyê ber ve pêş bipeke, xwe biavê ber lingên wê û jê xwaşxwarinekê, çi dibe ma bibe, tika bike. Lê xwangê hema bi matmayî kaseyê ku hîn tijî bû û jê da tozikek şîr li der û dorê rijîyabû, dît. Wê ew tavile helna lê ne bi destên rût, belam bi paçekî pê girt û bire derva.
Gregor pir meraq dikir, ka ew a çi tiştên xwarinê bîne û li ser vê difikirîya. Lê wî hîç nedikanî bizane, ka xwang bi rindîxwazîya xwe, di rastî da çi dike. Sewa ku tahmê devî Gregor kêvş bike, wê ji wî ra çend çeşîd xwarin anîn û gîşt li ser rojnameyeke kevn rêxistin. Evana bûn: Sebzenî kevn û kesifî; hestine şevnistî di nav sosekî gewr î tîrbûyî da; çend mûj û behîv; girêk penêr yê ku Gregor berî du rojan xerab nîşankirî; naneke zîwa, naneke rûn têdayî û naneke rûn têdayî û xwê lêkirî. Ji xeynî van, wê av berdabû kasekî xas yê ji bo Gregor, guman e niha şûnda ji timî ra nîşankirî û ew deyna wir. Û wê dizanî rûyê Gregor nagire ku ber ve wê bixwe, loma ew ji nazîkîya xwe bi lez ji wir bi dûr ket. Heta wê, sewa ku Gregor bikane bi çûyîna wê bihêse û li gorê dilê xwe rehet rabê û rûne, mifteya dêrî bada.
Gava ku dest bi xwarinê bihê kirin, çipîkên Gregor divîzîn. Lazim e ku birînên wî êdî bi tûn xwaş bibûyana. Wî tu manî hîs nedikir û li vê hayred dikir û dianî bîra xwe, ji mahekê bêtir e, gava ku wî tilîya xwe bi kêrê tozikê birîbû û birîna wê hîn heta duhnepêr diêşîya. „Ma divîya bû ku ez niha kêmtir nazîk bibim?“ wî digot û penêrê ku ji xwarinên din bêhtir bîza wî diçûye, bi çavbirçîtî dixwar. Bi çavên bigirî ji ber têrî û tatmînê, wî bi lez û li pey hev penêr, sebze û sos dixwar; lê xwarinên teze bi wî xwaş nedihatin. Wî nedikanî tehemule bîhna wan bike û heta tiştên ku dixwast bixwe, ji wan vedidan û kaş dikirin, gavekê wê da dibirin. Wî her tişt zû da halkiribû û niha tiral li eynê derê xwe dirêj kiribû. Wê gavê, xwangê bi badana mifteyê xwast wî pê bihêsînê, da ku ew şûnda bikişe ciyê xwe. Bi vê, Gregor ji şûna xwe ya ku lê dihênijîya pekî û bi lez çû û kete binî qenepeyê. Ji bo demeke kurt be jî, gava xwang li odeyê bû, mayîna li binî qenepeyê bi zehmet dibû. Ji avrûyê zêdexwarînê da ew tenekê qilot bûbû û ji ber vê jî ew di binî qenepeyê da bi zehmet bi şûn dibû û wî bi zorê nefes dikişand û berdida. Bandora metirsîyên piçûk yên nefesçikîyê li ser, bi çavên beloqî wî li xwangê dinihêrî, bêyî ku haya wê jê hebe. Wê bi şijingê ne tenê bermayî, xwarinên ku Gregor qet destpênekirî jî rêş dikirin, mîna ku ew êdî ne lazim bin. Wê tiştên rêşkirî bi lez dikirin helbekê û devanga wê dida ser û ji odeyê bi derdixist. Bi çûyîna wê ra, Greger ji binî qenepeyê bi derket û xwe berdida.
Bi vî awayî, êdî her roj xwarina Gregor dihate ber. Cara yekem danê sibehê hîn ku dê û bav û keçika xizmetkar di xew da bûn. Cara duyem li pey dagirtina xwarina nîvro; ji ber ku hînge jî dê û bav dîsa gavekî radimedîn û xwangê jî keçika xizmetkar ji bo tiştmiştekî dişande derva. Bêguman wan jî nedixwastin ku Gregor birçî bimê. Dibe ku wan nedikanîn xweragirin ku tenê bi bihîstina ji vir û wê hay jê xwarina wî bibin. Dibe ku xwangê qemîşe wan nediwû ku ew zêde pê biêşin, jixwe di rastîyê da ew têr pê diêşîyan. Geregor hîç nedikanî bizane ka bi kîjan bahaneyan hekîm û kilîdvan hinge, li yekem danê sibehê ji malê hatibûn biderxitin. Ji ber ku ew nedihat fehmkirin tu kesî, xwang jî tevê, nefikirîya ku ew ê bikane yên din fehm bike. Û niha ew mecbûr bû ku pê bihata ser, gava xwang li odeya wî dibû û ji devê wê ax û wax ên ji vir û wê ra û banga ji der û dorên piroz ra dihatin bihîstin. Paşê, wexta ku Gregor êdî kêm û zêdê hubûbû her tiştî -meriv nedikanî qala hukirineke bi gîştî bike-, yekcaran ew bi gilîyekî neçê yê ku bi nêteke rind hatiye kirin yan jî dikane wer bihê mitalekirin, dihêsîya. “Wî ji xwarina îro hez kiriye,” wer digot Xwangê, gava ku Gregor xwarina li ber mîna qeda ji binî da teva dikir. Lê gava berevajîya vê bibûya, her ku diçû wer jî dibû, hîngê jî digot,”Vê carê dîsa qet dest pê nekiriye.”
Gava ku Gregor nedikanî raste rast qet tu nûçeyan bibihîze, hinge bi dîqet guhdarî li tiştên ji odeya li kêlekê dikir. Kîngê ku wî ji wir da dengek dibihîst, hema dimeşîya ber derîyê wê û xwe bi tûnî bedenê dida ber. Bi taybetî jî di demên pêşî da, li wir tu sohbetên ku, bi dizîkî biba jî, bi wî ra ne eleqedar tune bûn. Bi dirêjîya du rojan, wexta xwarinê ya her danê rojê şêwir li ser çawabûna rabûn û rûniştinên ber ve wî bû. Dengkirinên di navberê xwarinên danan da jî li ser vê mijarê bûn, ji ber ku kêmtir du merivên malbatê tim li mal bûn. Tu kesî nedixwast bi tenê li mal bimê û mal hîç bêkes nedihate cihîştin. Keçika xizmetkar jî hîn roja siftê -rind ne zelal bû wê çiqas hay jê qewimîyan hebûbixwarvahatinî ji dayê tika kir ku ew wê hema ji kar bi derxe. Ji çaryek saetê bi şûnda, wê
xatirê xwe xwast û bi çavên bi girî teşekir kir, mîna ku ji ber rindîyeke mezin ya ku jê ra hatibe kirin va be. Û bêyî ku ji wê hatibe xwastin, sondeke pir neçê xwar, ku ew ji tu kesî ra van serhatîyan kat neke.
Ji niha şûnda, êdî xwang mecbûr bû ku tevî dayê şîvê jî bikelîne; lê zehmetîya vê ewqas ne pir bû. Gregor tim û tim dengê du merivan dibihîst. Yekî yê din nafîle tekelife xwarinê dikir û yê din, ji “berxwedar bî, têrî min heye” yan gotineke wekî vê bêhtir, tu bersivek lêvenedigerand. Dibe ku tiştek nedihat vexwarin jî. Carcaran xwangê ji bavê dipirsî ka dilê wî bîrayekê dixwazê û dixwast ku bi xwe jê ra bîne. Gava ku bav bêdeng dima, hinge jî wê sewa ku rê li ber gumanên wî bigre, digot ez a dergevanê bişînim. Li dawîyê, piştî ku bavê pît digot, “Na!” êdî li ser vê nedihat dengkirin.
Hîn li roja siftê, bavê hesab û kîtabên sermîyana dayê û xwangê û dahatîya wê gîşt li ber çavan rêxistibû. Geh wir da û geh wê da, ew ji ber maseyê radibû û ji qutîya ku wî berî penc salan ji dukana xwe ya jihevdaketî xelas kiribû, belgeyek yan jî deftereke qeyîdê derdixist. Meriv dibihîst, gava ku wî kilîda wê ya lihevgerîyayî vedikir û bi şûnda dikire hev. Cara pêşî bû ku Gregor di malhebsîya xwe da, bi bihîstina çend gotinên ji beyanên bavê şa dibû. Ew di wê fikirê da bû, ku ji dukanê da tiştek ji bavê ra nemabû. Jixwe, bavê jî berevajî vê ji wî ra, her çiqas ku wî jê pirs ne kirîye jî tiştek negotibû. Hîngê xema Gregor tenê ew bû, ku çi lazim e bihata kirin, sewa ku malbat bikane vê qeda-belayê a ku ji dukana jihevdaketî tê gerîya û omdîya ferdên malbatê şikandibû zû ji bîr bike. Û hîngê wî bi sebateke taybetî wekî berdestikê dezgeha bazirganîyê dest pê kar kiribû û pir zû helkişîya merteba bazirganîya seyar. Di saye vê da, ew bûbû xwedîyê derfetên din yên qezenckirina pereyan. Bi wergirtina parsedîya ji serkevtina karê bazirganîyê, raste rast pereyên neqîd diketin destê wî û dihatin ber malbatê ya ku pê mat û mest dibû. Çi dem û dewranên xwaş û geş bûn. Lê paşê ew tu caran mîna berê dubarê nebûn û qet nebê nezîkî wan nebrûsîn. Halbûkî Gregor pir pere jî qezenc dikirin û dikanî mesrefên malbatê gîştan helne ser xwe û dikir jî. Erê, him malbat û him jî Gregor lê banîbûn; malbatê pere biminetdarî heldigirt û Gregor jî ji dil dida. Lê nêzikîyeke germ di navbera wan da êdî çênedibû. Tenê xwangê xwe nêzikî Gregor digirt. Pîlaneke wî ya veşartî ji bo wê hebû.
Berevajî wî, xwangê ji muzîkê pir hez dikir û bi lêxistina li vîyolînê meriv zîz dikir. Wî dixwast ku sala bihê wê bişîne zanîngeha muzîkê. Ew î di wê nêtê da bû, ku bêdudilî xwe bide ber xercîyên wê yên bedelgiran. Bedelekî ku paşê, bi aweyekî dê şûnda li wî vebigerîya. Carcaran, ku kêm be jî gava Gregor li bajêr dima, di sohbetên wî yên bi xwangê va şor dihate ser perwerdeya muzîkê, lê tim mîna xewneke xwaş ya ji bicihbûnê dûr. Dê û bavê jî hîç nedixwastin ku bilêvkirina wê bibihîzin. Gregor li ser vê mijarê cidî disekinî û dil hebû ku pîlana xwe li Êvara-Noelê beyan bike.
Wexta ku wî li vir bi pê û bi bedana repkirî li ber dêrî guhdarî dikir, fikirên ha yên ji bo rewşa wî ya niha bêkêr di serîyê wî ra diçûn û dihatin. Ji ber qerimîyê, wî carcaran nedikanî guhdarî bike û dihîşt ku serîyê wî jixweberê li dêrî biketa, lê wî hema ew bi şûnda digirt. Çimkî xişinîya sivik ya ku ji pêvadana sêrî a li dêrî derdiket li odeya li teniştê dihate bihîstin û rûniştvanên li wir pê bêdeng dibûn. Pêçek neçû, bavê got, “çi dike va dîsa?,” pê ra jî berê xwe berve dêrî kir. Û paşê şewrê ji nû va dest pê dikir.
Ji berê da, Gregor têr hay ji wê taybetîya bavê hebû; gava ku wî beyan didan xwe pir cara dubare dikir. Ji ber ku ew zûva ye bi van tiştan ra mijûl nedibû û ya din jî dayê her tişt bi carê siftê ra fehm nedikir. Li gor salixdanên wî, her çiqas ku ji qeza û belayan zîyan gihêştiye wan jî, ji hêla din da, sermîyaneke piçûk ji demên berê da ji wan ra mayîbû û faîzên wê yên destpênekirî jî hatibûn ser. Wekî din, hen ji pereyen ku Gregor her mahê dianîn mal diman. Wî ji wan çend Gulden ji xwe ra xerc dikirin û yên ku nedihatin serfkirin gihêştibûn hev û jê sermîyaneke bi serî xwe hatibû pê. Gregor li paş derîyê xwe bi şewq serî dihêjand û bi vê baldarî û teserufkariya nedipayî şa dibû. Ya rast, wî ê bikanîya bi van pereyên mayî dêynê bavê yê ji serdarê bazirxaneyê ra par bi par bida. Û roja ku wî ê bikanîbûya dest ji kar berda ê hîn zû bihata. Lê niha, bêguman wekî ku bavê çêkiriye hîn baştir bû.
De tu were wê, van pereyan qet ne bes bûn û bi faîza wan jî malbatê nedikanî debara xwe bikira; ne zêde, belkî salekê ên pir du salan ê pê bikira. Ya din, ev kultek pereyan ji bo rojên destengîyê hatibûn komkirin, ne ji tiştekî din ra û loma dera ku tu kesî dest tê nedaba. Pereyên ku meriv pê bijî divê bihên qezenckirin. Her çiqas ku siheta bavê li şûnê
bûya jî, wî ji penc salan vir da kar nekiribû û loma ew ê pir ne çavbir biba. Di nav van pênc salan da, yên ku yekem tatîla jîyana wî ya bi zehmet û sernekevtî bûn, wî pir bez girtibû û ji ber vê jî cangiran bûbû. Ma ya rewa biba ku dêya wî ya pîr bişûxilîya û pere qezenc bikiran ya ku nexwaşîya nefestengîye dikişand û bi zehmet li nav odeye digerîya û ji ber nefestengîyê ji du rojan yek li ser paldankê li ber pencereya vekirî derbas dikir? Lê xwanga xizan, ma ya biba ku wê pere qezenc bikiran ya ku bi heftdehsalîya xwe hîn zarokek bû û jîyana xwe ya heta niha a lê rewa û bi taybetî û meşqeleyên wekî, xwexemilandina bi kincên rind, dirêj raketin, alîkarîya karên nav malê, tevlêbûna çend şênîyên mitewazî û di ber her tiştî jî bilêxistina li vîyolînê dibihurî? Gava ku gilî û gotin dihate ser hewceyîya qezenckirina pereyan, alaveke pir bi tîn ya ji ber fedî û xemxuriyê pê Gregor digirt, ew pê hema ji ber dêrî bi dûr diket û xwe diavête ser paldanka çêrminî û hênik ya li kelekê dêrî.
Li wir, ew pir caran bi dirêjîya şevan dima û bêyî ku bîstekê çavan bike hev û bi saetan li ser paldanka çêrminî digevizî. Yan jî hewl dida ku paldankekê, bêyî ku xwe ji ber zehmetîyên wê yên mezin babida, ber ve pencereyê kaş bike, da ku ew bikane berve jorê kenda pencereyê helbikişe; û paldank li ber pişta wî, bi pencereyê hebstartî li derva binihêre. Guman e ku bibîranîya rehetîya demên berê ya ku li vir hewnîya wî pê dihat, mîna ku barek ji ser heldihat. Di rastî da, wî roj bi roj tiştên hendik ji wî dûr jî, her çû şêlî didîtin. Nexwaşxaneya li hember ya ku tim ûtimjêvaxuyadikirûwîlenetlê dikir, êdî hîç bi ber çavên wî nediket. Û eger wî rind nezanîbûya ku ew li cadeya şarlottenê ya bêdeng lê tam bajarî rûdinişt, wî ê bawer bikira, ku ew î di pencereya male xwe ra li çoleke xewle ya ku lê ezmanê gewr bi erdê gewr va bi awayekî jihevderxistî digihêştin hev, mês dikê. Paldanka li ber pencereyê yek û du caran bi ber çavên xwanga miqetdar ketibû. Ji vê pêva, gava ku wê ode berehev dikir paldank dîsa kaş dikir ber pencereyê û li cihê berê bi şûn dikir. Heta ji hîngê şûnda wê pêşperê pencereyê ji hev cihdihîşt.
Xwazika ku Gregor bikanîbûya bi xwangêradengbikiraûjibohemû xizmetênwêberxwedarîyeklêvebigeranda, hinge wî ê hêsantir tehemule barê minetdarîyê bikira. Lê ji ber ku va ne mimkûn bû, ew pê berxweketî dibû. Xwangê hewl dida ku vî halê riswa heta ku heyê nede der, û her
diçû di vê cihêtê da jêhatîtir dibû. Lê Gregor jî pêdapêda pir baş tê her tiştî dianî der. Bi tenê serî xwe, hatina xwangê ya odeyê, bi wî bi xof dihat. Ku çing ew dikete hundir, bêyî ku venêre û dêrî ji paş xwe va bigire, sewê ku çavê tu kesî li odeya Gregor nekeve û her çiqas ew di vê meyilê da dîqetdar bû jî, bi lez dimeşîya ber pencereyê. Û bi destên cirfonek wêewvedikir,teyêbigotaewêli ber vetisînê ye. Çiqas sar jî bûya ew bîstekê li ber pencereyê dadiwestî û kûr nefes dikişand. Bi reperepa vê çûyîn û hatinê Gregor her roj du caran vediciniqî û di wê wextê da, di binî qenepeyê da dicirifî. Û wî rind pê dizanîbû ku xwangê, eger jê bihata, ew ê ji van nerehetîyan biparasta ûyabiwîvadiodeyawîyabipencereyên girtî da bimaba.
Di ser veguherîna Gregor ra mahek derbas bûbû û êdî tu sebebeke taybet nemabû ku xwang li hember şikla Gregor mat bibûya. Carekê ew ji ya berê hendik zûtir hat û dît ku Gregor î hîn li ber pencereyê bêliv û jiveciniqîyê ra hema hazir dawestîye û li derva dinihêrê. Ku neketiba hundir jî, va ji bo Gregor ne tiştekî nepayî bibûya. Ji ber ku wî bişûngirtina xwe ya vê demê, rê li ber wê girtibû, da ku ew hema pencereyê vebike. De tu were, ew nehat hundir, şûnda vegerî û derî ji paş xwe va kire hev. Yekî yad ê bifikiriya û bigota, Gregor î li benda wê bû û dil hebû ku wê ges bike. Wî hema xwe di binî qenepeyê da vêşart, lê gerek bû ku hetanî nîvro, berî hatina xwangê, li wir bipa. Xwang ji ya berê bi teleşetir xuya dikir û wî ji vê biderdixist ku, ew hîn ne hazir e tehemule dîmenê wî bike û ew a di dahatîyê da jî tehemulnekirî bibe.
Û lazim bû ku ew ji vê rawire û ji ber biberçavketina parçeyekî piçûk ji bedena wî yê ku ji binî qenepeyê derketî, neriwe. Ji bo ku xwang wî di vî halî da nebîne, rojekê wî -ji bo vê çar saet pê lazim bûnçarşeva ser qenepeyê avêtibû ser pişta xwe. Wî çarşev weng bi şûnkiribû ku ew pê bi tûnî hatibû nixmandin û xwangê ku xwar va bihata jî nedikanîbû wî bibîne. Ku ev çarşeva li gor fikra xwangê ne gerek bûya, hinge wê dikanîbû wê ji ser rake. Lê ji ber ku, wekî têr xuya bû, ku evîya ne bi dilê Gregor bibûya, wî ê xwe veng veneşartiba, wê çarşev weha wekî berê cihîşt. Û heta Gregor di wê bawerîyê da bû, ku wî çavlêgrandineke minetdarîyê bidestxistiye, gava carekê bi dîqet serîyê xwe ji bin çarşevê hendik helna, da ku bibîne ka xwang çawa li vê tevgêra niha dinihêrê.
Di panzdeh rojên pêşîyê da, dilê dê û bavê nedigirt ku biçûyana ba Gregor. Lê wî ji wan tim û tim gotinên şayanî teqdirê di derheqê kar û barê xwangê yê niha da dibihîstin. Halbukî ew hetanî niha ji xwangê bi şikayet bûn; ew ji wan va mîna keçikeke bêkêr xuya dikir. Lê niha her duyan, gava ku keçikê odeya Gregor dida hev, bi hewês li ber dêrî odeyê benda wê dipan. Kîngê ew ji odeyê derdiket, hema dixwastin ku ew ji wan ra qalê bike, ka vê care xwarin û rabûnûrûniştinên wî çing bûn û ka rindbûneke piçûk pêkhatiye. Wekî din, dayê dixwast rojekê pêş da biçûya zîyareta wî, lê bavê û xwangê ew şûnda digirtin, ji ber sebebine maqul yên ku Gregor bibaldarî guh dida ser û bitûn pê razî dibû. Lê paşê, dayê bi zorê dihate girtin û gava diqîrî û digot, “berdin ez herim ba Gregor, lawê xwe î bextreş! Ez mecbûr im herim ba wî, ma hun çima vê fahm nakin?,” hîngê Gregor difikirî ku, belkî baştir bûya, dayê bihê ba wî, lê ne herroj, belkî ji hêfte carekê. Wê her tişt ji xwangê rindtir fehm dikir. Xwang ya ku, her çiqas wêrek bûya jî, hîn zarokek bû û dibe ku xwe ji ber bêxemîya zaroktîyê dabûbû ber barekê han î giran.
Mirazê Gregor yê dîtina dêya xwe zû hate şûnê. Wê rojê, sewa xatirê dê û bavê, wî nedixast xwe li ber pencereyê binimîne; lê li ser dabana teng biqasî yekduse metroçarkênar, wî nedikanîbû zêde bixuşîya. Xwedirêjkirina di bêdengîya şevê da jî li wî giran dihat. Demekê şûnda wî ji xwarinan jî êdî qet tu tahm helnedina. Û ji ber vê, sewa ku hewênîya xwe bîne, wî xwe hukiribû xuşînîya virda û wêda ya li ser ban û diwarên odeyê. Xasme ji bidardabûna bi banê odeyê va hez dikir. Evîya, bi danberhevîya bi xwedirêjkirina li ser dabanê odeyê va, tiştekî pir cîhê bû; meriv serbest nefes digirt û dida, pê sivikhejîyek li tevahîya bedenê belav dibû. Û bi vê xweberdayîya mîna kêfxwaşîyê a ku ew li jor têda bû, dikanî sist bibûya û ji xafil da, bêyî ku wî ew bipa, xwe berda û biketa ser dabanê. Lê niha, xuya dibû ku ew ji ya berê çêtir hakîme bedana xwe ye û ji ketina ji cihêkî weha bilind da ê bê xişbûn bifilitîya.
Haya xwangê tavile jê meşqeleya nû ya ku Gregor ji xwe ra peyda kiribû bû. Ji ber ku wî di pey xwe va madeya nûsikî cihdihîşt. Û wê rind kiribû serîyê xwe, sewa ku Gregor bi şîya bike têrî xwe bixuşe, rê li ber vebike û mobîlîyên ku li ber wî dibûne manî, bi taybetî kodik û maseyê ji odeyê biderxe. Lê wê bi tenê serî xwe nedikanî ji bin vî karî derbikeve û rûyê wê nedigirt ku ji bo vê alikarîyê ji bavê bixwaze. Bêguman yarmetîyakeçikaxizmetkarjînebûya; ew keçikeke hîn şanzdeh salî bû û wê, her çiqas ji karberdana aşpêja berê vir da, bi wêrekî xwe dida ber kar û bar jî, di destpêkirinê da hêsanî daxwaz kiribû, da ku ew bikane derîyê aşxaneyê timî girtî bihêle û tenê ji bangkirinên xas ra vebike. Loma xwangê ji neçarî carekê, gava ku bav ne li ma bû, bange dayê kir. Ew bi wêrinîyên şabûnê hat, lê li ber derîyê odeya Gregor lal ma. Berê, helbet xwang li odeyê nihêrî ka her tişt li şûna xwe ye. Paşê wê hîşt ku dayê bikeve hundir. Gregor bi lezûbez çarşev hîn zêde qatkir û ber ve jêr kişand. Çarşev mîna ku di rastî da jixweberê avêtibûn ser qenepeyê, xuya dikir. Gregor vê carê jî dest jê berda, ku bi dizikî di binî çarşevê da hema li dayê venêre û jê fereqet kir ku wê niha bibîne; lê şadibû ku ew hatiye. “De were lê, meriv wî nabîne,” xwangê got û guman e ku wê bi destê dayê girtibû û ew dianî odeyê. Wê gave Gregor dengê kodika kevn û giran dibihîst ya ku her du jinên hejar ji şûnê kaşdikirin û her diçû xwangê piranîya barê wê heldina ser xwe, bêyî ku wê dengê şîret û şîyarîyên dayê bigihanda xwe; dayê ditirsîya ku wê dereke xwe biêşanda.
Kaşkirina kodikê pir dirêj ajot. Ji çaryek saetê şûnda dayê got, çêtir e ku kodik li şûna xwe bimîne. Yekem, ev ê pir giran bû û wan nedikanîbûn vî karî di ber hatina bavê bibin sêrî û mayîna kodikê li nava odeya Gregor, dê bibe manî. Duyem, ev ê di şikê da bû, ka Gregor ê bidûrxistina mobîliyayê bihê ser. Bi nihêrîna dayê bervajîya vê jî rast bibûya. Bi mêskirina li dîwarê betal dilê wê diêşîya; û ma çima Gregor ê weha hîs nekiriba, ji xwe ew zûda ye ku hubûbû mobîliyênodeyêûlomajîwîêxweliodeya betal bitenehîştî hîs bikira. “Ma ne weng e?” Wer got dayê bi dengekî weng î pir nizm, tê yê bigota ew ê dikê pistepist, mîna ku dixwast Gregor tenê tonê dengê wê nebihîze, bêyî ku bizanîya ka ew tam li ku ye. Çimkî wê qîma xwe rind pê anîbû, ku Gregor î gotinan fehm nakê. Û wê da ser got, “ma weng ne ye, yanê em bidûrxistina mobîlîyayê didin nimandin ku me omdîya xwe bitûn jê birîye û em bêmerhemet wî bi tenê serî xwe cihdihêlin? Bawer dikim ya herî baş ev be, ku em odeyê wekî berê cihbihêlin,sewakuGregor,gavaewbişûnda vegerîya cem me, her tiştî neguhêrtî bibîne û bikanibe qewîmîya di wê navberê da bi hêsanî ji bîr bike.”
Bi bihîstina van gotinên dayê, Gregor tê biderdianî, ku tunebûna her çeşîd danûstandina yekser a însanî bi jîyaneke yektonî va giredayî ya du mahên rabirtî di nav malê da, lazim bû heşgihêştîya wî serûbinhev kiriba. Wî nedikanîbû wekî din rave bikira; çimkî ne wer bûya, wî ê bi cidî çawa bixwasta ku odeya wî bihê betalkirin. Ma wî bi rastî dil hebû ku odeya germ, bi mobîlîyayên rehet û mîratmayî xemilandî, bibûya cehenem a ku wî bikaniya tê da bê manî berve her derê bixuşîya û helbet bi rû da jî rabirduya xwe ya însanî hema bi tûn ji bîr bikira? Ew gihêştibû wê qonaxê ku ji bîr kiriba, lê dengê dayê yê ku wî ji zû va nebihîstibû, ew hîşyar kiribû. Qet tiştek divê nehata biderxistin; her tişt divê bima; ne di cih da bû, ku kêrhatîya tesîra mobîlîyayê li ser rewşa wî, bihê qutkirin; û ne xem bû ku mobîlîya li ber xuşîna wî ya bêmene a vir da û wê da, bibûya manî, beravajî ev awantajeke mezin bû.
Lê xwang mixabin di fikireke din da bû. Wê ji xwe ra kiribû xûyekî, bi tûnî ne bêheq bû jî, di şewrên bi Gregor va eleqeder da, ew mîna xaszaneyekî derdikete hemberî dêûbavê. Aniha jî, mîna ku tewsîya dayê jê ra bûbû bahane, wê israr dikir, ku ne tenê, wekî ku wê berê difikirî, kodik û maseya nivîsê, ji xêyrî qenepeyê çi heye, mobîlîya gîşt ji odeyê bihê derxistin. Bêşik sebeba vê daxwazkarî û berdanemanîya wê ne tenê înadkarîya zarokatîyê û bixwebawerîya ku wê di demên dawîyê da li xwe kiribû mal, bû. Li gor çavdarîya wê, sewa xuşînê cihekî zêde ji bo Gregor pêwîst bû; û li hemberî vê, qasî ku ji meriva va xuya dikir, mobîlîya qet bikarnedianî.
Kî dizane, belkî hîsa heyranî ya keçikên di çaxê wê ra jî rolek lêyîstîbû; hîseke ku di her fersendê da li têrbûnîyê digere; û bi têheldana wê, Greteyê xwastibe ku rewşa Gregor hîn xerabtir binimîne, sewa ku ji ya heta niha zêdetir xizmeta wî bike. Çimkî ji Greteyê bêhtir tu kesî nedikanî ku biwêre bikeve odeyê, ya ku tenê Gregor bixwe li ser dîwarên wê yên betal bi hikum bû.
Û bi vî awayî Grete ji biryarên xwe danegerîya û bi gurra dayê nekir. Dêya ku, ji avûrûyê teşqeleya di odeyê da, dudilî xuya dibû û pir neçû bêdeng bûbû; lê heta ku ji destê wê dihat, alikarîya Greteyê dikir, da ku kodik ji odeyê bihê derxistin. Derxistina kodike pir nedibû xema Gregor, lê maseya nivîsê dera ku bima. Hîn nû her du jin bi nale nala ji ber zehmetîyên kaşkirinê, bi kodikê va ji odeya biderketibûn, Gregor hema serî ji binê qenepeyê biderxist, ku mês bike, ka wî ê çawa bikanîya mi
dexele bike, bêyî ku yên din biêşîne. Lê dêya xêrnedî pêş da vegerîyabû. Grete hîn li odeya li kêlekê pê kodikê girtibû û ew vir da û wê da dihêjand, bêyî ku bikanîya, wekî ku xuya dibû, wê ji şûnê bilevîne. Dayê hunebûbû dîtina şikla Gregor; wê ew a nexwaş bikira; û Gregor veciniqîya û hema vegerîya dawîya din ya qenepeyê, lê nikanîbû bibûya manî ku çarşev ji hêla pêşîyê da tozikê bihê livîn. Ev bes bû, ji bo ku bala dayê bihê kişandin. Ew mat ma, bîstekê hîş dawestîya û paşê şûnda vegerîya ba Greteyê.
Her çiqas ku Gregor ji xwebixwe ra tim û tim digot jî, qet tiştekî nedîtî naqewime, tenê şûna çend mobîlîyan ê bihê guhertin; wî ê paşê qebul bikira, ku vir da û wê da çûyîn û hatina jinan, bangkirinên wan ên pistepistkî, çîrkinîya ku mobiliyan ji erdê biderdixist wer tesîr li ser wî dikirin, mîna ku xirecireke mezin ya ku ji çar alîyan da nêzik dibû, bi ser da dihate xwarê. Û ew mecbûr bû, bi serî û çîpên berve hundirê xwe û bi bedena ber ve erdê kişandî, ji xwe ra bibê, ku ew demdirêj tehemule van gîştan nake. Wan odeya wî betal dikirin; her tiştê ku wî jê hez dikir, kodika ku bireka texte û hacetên din tê da bûn, derxistibûn. Niha jî maseya ku di erdê da hatibû kutan, ya ku wî li ber wekî akedemîsyenê bazirganîyê, wekî telebeyê dibistana navend û heta wekî yê dibistana seretayî ders hukiribû, sist dikirin. Bi rastî, êdî wexte wî tune bû ku li ser nêtpakîya her du jinan hûr bibe. Ha, di vê navberê da, haya wî jê nebû, ji bîr kiribû ku ew ê li odeyê bûn; ji ber xişhalîyê, ew bêdeng dişûxilîyan û meriv tenê reperepa giran ya lingên wan dibihîst.
Û bi vî awayî ew ji nişkava derkete pêş. Wê gavê, li odeya li kêlekê jinan xwe bi maseyê hebstartibûn, sewa ku tenekê vehesin. Wî çar caran hedefe çûyîna xwe guherî, bi rastî nedizanî kusiftêçixelasbike.Bicarekêra,wî li ser dîwarê ku wekî din betal bû berçav wêneyê bidardakirî yê banûya ku kerîyek kurk li xwe kiribû dît; bi lez berjor xuşîya û xwe bi cama wêneyê da na. Camê ew digirt û li zikê wî yê bi alav xwaş dihat. Qet nebe vî wêneyî yê ku Gregor niha bi bedena xwe nixmandî bû, tu kesî ê nikanîba ji dest wî bigire. Wî serîyê xwe berve derîyê odeya mêvanan çerx kir, sewa ku jinan, gava ku ew vegerîyan, çav bike.
Jin pir venehesîyan û şûnda vegerîyan. Grete çepilê xwe li nava dayê pêça, te ê bigota, wê ew bi xwe ra dibir. „ Em ê niha çi biderxin?“, Grete got û li derûdora xwe mês kir.
Awirên wê li ser diwêr bi yên Gregor va li hev ketin. Ji ber ku dayê li ba wê bû, ew hakîme xwe bû û berê xwe berve dayê kir, xwast ku rê li ber wê bigire, sewa ku ew li tu tiştî negere; bi cirifî û bêyî ku bifikire got: „Were, em şûnda bîstekê herin odeya mêvanan, baştir nabe?“ Nêta Greteyê ji bo Gregor zelal bû. Wê dixwast ku dayê bigihîne cihêkî emîn û paşê Gregor ji ser diwêr bîne xwarê. Aniha, qet nebe wê dikanîbû vê biceribîne! Gregor li ser wêneyê xwe rûniştîbû û nedixwast ku wî bide; ji ber vê, ew ê bipekîya rûyê Greteyê jî.
De tu werê wê, bi gotinên Greteyê dayê her çû nerehet bû. Wê xwe da alîyekî û lekeya qehweyî ya li ser kaxiza li dîwêr werkirî û bi gulwêneyan neqişkirî bi ber çavan ket; berî ku tê biderbianîya ku ew ê ku wê didît Gregor bû, bi qîrînî û dengekî xeneqoqî bang kir, got: „Ax Xwedêwo, ax Xwedêwo!“ û bi çepilên jihevkirî, mîna ku omdîya xwe ji her tiştî birîbe, kete ser qenepeyê û qet nelivîya. „Gregor, qey tu ê bi dest min kevî!“ xwangê bi mista rakirî û çavtûjî bang kir. Ji veguherînê Gregor vir da, ev gotinên wê yên siftê bûn, yên ku wê li rûyê wî dixistin. Grete meşîya odeya li kêlekê, sewa ku qelmîskê bînê û pê dêya jixwevaçûyî heşar bike. Gregor jî xwast ku here hawara dêya xwe,ji bo xelaskirina wêneyê hîn wext hebûlê ew bi camê da pît nûsikîbû û lazim bû ku xwe bi zorê vekişanda. Ew jî hema meşîya odeya li kêlekê, bi hêvîya ku mîna li zemanê berê şîreta li xwangê bike; lê niha, bêyî ku ew tiştekî bike, mecbûr bû li paş wê daweste. Xwang li şûşeyan vedinêrî û gava wê xwe paşva çerx kir, vecinîqîya û şûşeyek ji dest da kete erdê û şikeşt; jê parçeyek cam hate rûyê Gregor û ew bi birîn kir; çêşîdek derman î bi şewat bi ser da velo bû. Grete bêyî ku dirêj bima, hema ji şîyakirina xwe zêdetir şûşe helnan û bezîya ba dayê û bi ling derî ji paş xwe va girt. Gregor êdî ji dêya xwe ya ku belkî ji avrûyê wî da nêzikî ber mirinîyê bûbû, hatibû veqetandin. Îcaze tune bû ku wî derî vebikira û nedixwast ku xwangê ya ku mecbur li ba dayê bima, biqewitîne. Ji payînê bêhtir wî nedikanî tiştekî bike; bi têheldana xemxwarî û xwelomekirîyê dest bi xuşînê kir, bi her derê da dixuşîya, li ser mobîlîya, li ser dîwaran û nîhayed gava ku heş jê çûn û odeyê bi tûnî di dora wî ra destpê çerxbûnê kir, ew ji bêçaretîyê kete ser maseya gir.
Gregor bêmecal pêçekê li wir ma. Derûdora wî bêdeng bû, belkî ev nîşana xêrê bû. Derî hata kutan. Derîyê aşxaneyê, erê lê, ew li ser ke
çika xizmetkar girtî mabû û divîya bû ku Gregor biçûya ew vekira. Bav hatibû. „Çi bû, çi qewimîye?“ gotinên wî ê sifte bûn. Dîmena Greteyê her tişt dida der. Greteyê bi dengekî ketî bersiv dida; xuya dibû ku wê serîyê xwe dabû ser sîngê bavê û got: „Dayê bîr ve çû, lê niha ew rind e; Gregor odeya xwe terk kir.“ Jixwe min va dipa,“ bavê lêvegerand, „min ji we ra tim digot, ax lê hun jin hene, we nedixwast guh bidin ser min.“ Li ba Gregor, bavê beyana xwangê ya pir kurt xerab mitale kiribû û tehmîn dikir ku Gregor xwe bi şerkarekî gunehkar kiriye. Ji ber vê jî, niha pêwîst bû Gregor hewl bida ku bavê haşt bike; çimkî ji bo hayadarkirina bavê ne wext û ne jî derfet hebû. Wî hema xwe bada çû ber derîyê odeya xwe û xwe pêdanand, sewa ku bav, gava ku ew kete odeyê pê bihese, ku Gregor dil heye vegere odeya xwe û ne hewce ye meriv wî şûnda vegerîne; tenê divîya bû derî li ber bihê vekirin, hîngê ew ê venda bibûya.
Lê bav ne di wî halî da bû ku bi ber tenikahîyên han da here; ku çing gav avête hundir, hema bi dengekî him ji şabûn û him jî hêrsbûnê dagirtî got: „Ax û ax!“ Gregor serîyê xwe ji ber dêrî şûnda kişand û berve bavê berjor rakir. Bi rastî, wî bav qet weng, wekî ku ew niha li wê derê sekinîbû, tesewir nedikir. Bêguman bavê di demên dawîyê da, ji avrûyê peydabûna îcada nû ya xuşîna berve vir û wê, guh pê va nedikir, ku bi qewîmîyên li odeyên din va eleqeder bibe; lê divîya bû ku wî xwe ji vê ra hazir bikira, ku ew ê raste têkilîyên guhertî bihê. Her çi dibe ma bibe, dîsa jî bav bû ew? Eynê meriv bû, yê ku, gava Gregor ji bo bazirganîyê derdikete rêwîtîyê, vestîyayî di nav nivînê da nixmandî dima; û yê ku li vegerîna wî ya ji rêwîtîyê, êvaran di kirasê xewê da, li ser paldankê ew pêşwazî dikir û nedikanîbû rabe ser xwe û wekî nîşana şabûnîyê tenê çepilên xwe berjor radikirin; û ku kêmcar be jî, di gerên bi hevra li rojên yekşemîyê û tatîlên salê, di navberê Gregor û dayê da, yên ku heta jê dihat, giran birêdiçûn, ji wan girantir bi sekoyê lixwepêçayî û gopala bidîqetgirtî berve pêş hewl didaûgavadixwasttiştekîbibê,tim dadiwestî û rêheval li dora xwe diciwandin? Lê niha ew di halekî rind li ser xwe da bû; bi unîformayeke teng û kesk û bi pişkojên zêrinî ya mîna kincên xizmetkarên banqeyan, xwe pêçandibû; li ser sikura ceket ya bilind û hîşk, cotçeneyeke pît lê peyda bûbû; di bin brûyên gumre ra, nihêrîna hewas û lênêr ji çavên
reş derdibirî; porê sipî yê ku berê birûbelavkirî bû, niha ketibû şikila porekî biriqî, ji navê da veqetandî û berjêr şehkirî. şebqeya xwe ya ku bi navnîşaneke zêrinî, guman e ya banqeyekê neqişkîrî bi dirêjîya odeyê çeng kire ser paldankê; derdawên dirêj yên ceketê unîformayê paşva kişandî, dest di berîyên şêl da, bi rûyekî tirşkirî çû ser Gregor; wî bixwe jî nedizanîbû ku nêta wî çibû; qet nebe ling pir berjor rakirin û Gregor heyîrî ma, gava ku mezinahîya dabanê merasên bavê bi ber çavên wî ket. Lê wî ji ber vê, xwe paşda negirt; ji roja pêşî ya jîyana xwe ya nû vir da, wî dizanîbû ku bavê çavsorîyeke mezin li hember wî di cih da didît. Û veng ew li pêş bavê dimeşîya, gava ku bav dadiwestî ew jî dadiwestî, ku bavê xwe dilivand, ew dîsa hema berve pêş dimeşîya. Bi vî awayî ew pir caran li odeyê çerxbûn bêyî ku tiştekî giring biqewimîya; erê bêyî ku ev mîna bipeyketinekê xuya bibûya. Loma Gregor vê gavê li ser dabanê mabû; çimkî ew ditirsîya, ku bavê reveka berve dîwar û bana odeyê wekî xerabîyeke xas biditîya. Lê divîya bû Gregor ji xwe ra bigota, ku wî nedikanî demeke dirêj birêçûyineke bi vê şekilê tehemul bikira. Ji ber ku gava bavê gavek diavêt, divîya bû ku wî hereketine pir zêde bikirana. Nefesçikîyê xwe lê dida xuyakirin, jixwe ew demên berê jî ne xwedîyê pişikeke qeym bû. Gava ew bi vî halî berve vir û wê dişewişî, sewa ku hêza xwe ji bo birevaçûyînê berehev bike, wî bi zor û zehmet çav vedikirin; ji ber hîsnekirîyê, ji meşînê bêhtir qet li ser xelasîyeke din nedifikirîya; û hemahema ji bîr kiribû, ku dîwar ji bo wî betal sekinîbûn yên ku lêbilem li vir bi mobîlîyayên bi hûrbijêrî hatibûn qewartin û tijî niçikên tûj û kêrtik rê li ber girtibûn. Aniha jî nêzikî kêleka wî tiştek bi lezeke sivik berjêr hate xwarê û li pêş wî lut dibû. Ev sêvek bû; di pey wê va yeke din; Gregor bi veciniqî dawestîya; berdewamîya meşînê bê feyde bû. Çimkî bavê biryar dabû ku wî bombebaran bike. Wî berîyên xwe ji fêkîyên di sinîya li ser bufeyê tijî kiribûn û bêyî ku hedef rind bibijarta, sêvek li pey yekê diavêt. Ev sêvên piçûk û sur, mîna ku elektîrîkê pêgirtibû, li ser erdê vir da û wê da dipekîyan. Sêveke ku bi kêmlezî hatibû avêtin, pişta Gregor sivik alast û bêyî ku zîyanek jê
bigihêşta wî, ket. Lê sêva ku hema li pey wê hatibû avêtin wer pît li pişta Gregor ket, mîna ku tê ra çûbe xwarê. Ji ber derbeya wê, wî dixwast ku xwe dîsa kaş bike, mîna ku êşa ji nişkava ya bêhed dê bi şûnguhêrînê derbas biba. Ancax wî xwe bi erdê va mixkirî hîs dikir û xwe bi nav tevlihevîyeke bi tevahî da berdabû. Tenê bi awira paşî didît; çawa derîyê odeya wî bi lez dihate vekirin û jê dêya wî bi lez di ber xwanga ku diqîrî ji odeyê derdiket; kirasekî lê bû, sewa nefeshelnana hêsan xwangê dema jixwevaçûna wê kinc jêkiribûn; û çawa dayê berve bavê dimeşîya û bi rê da fîstanên wê yê bihevdekirî yek li pe yekî dişemitîn û diketin erdê; çawa ew di ser fîstanan ra bi lingên berpaşhevketî diberizî bavê û bi çepilan ew hembêz dikir, bi tûnî bi wî va bûbû yek; -lê niha êdî fera çavê Gregor nemabûwê bi destan serîyê bavê ji paş da girtibû û jê ji bo jîyana Gregor bexşînî daxwaz dikir.
Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Dûvmayî heye
Mainz, (Almanya) 21.04. 2015