– Serpêhatiya merivekî ku veguhêriye, bûye kêz –

Gregor Samsa sibehekê gava ji avrûya xewnên neçê da bi xwe hêsiya, mêze kir ku ew î di nav nivînê da veguherîye, bûye kêzeke gir. Ew li ser piştê ya mîna qalikê tankê hîşk, ketibû. Dema sere xwe hendik helna, wî zikê xwe yê esmer, kumbedkî û bi hîşkîya di dirûvê kevanê da tejbitej bûyî dît. Lihêfa ku li ser pozê zik li ber şemitînê bû û sekinîna wê mimkûn nedixuya, jê va xuya kir. Çîpên wî yên zêdê û li berhemberî yên berê pir ziravik li ber çavan neçar vedilîstin.
“Ma çi bi min hatîye?” Wî ji xwebixwe pirsî. Ev ne xewn bû. Odeya wî ya bi serûbinî, haşt û ji bo merivan tozikê zêde piçûk, li navbera çar dîwarên rind nas bû. Samsa karê bazirganîya seyar dikir. Çikineke vekirî ya ji pirtû û pêşkîran dagirtî li ser maseyê bû. Li alîjorî maseyê wênekî ku wî berî demeke kurt ji kovarekê rûçikandi û di çarçiveke rindik û zêrkirî da bişûnkirî, hatibû lidarxistin. Wêne banûyeke reprûniştî û bi kûmekî kurkînî yê ku parçek kurkî boamar li dorê peçayî dinimand. Wê parçek kurkî giran yê
ku çepilê wê hetanî henîşkê di binî da wenda bûbû, li ser çepilê xwe berve sêyrdaran helnabû.
Paşê, awira Gregor berê xwe da pencereyê. Li derva hewaya şêlî ew dilzîz dikir. Meriv dengê kutinîya hewên baranê yên ku li tenekeyên kênarên pencerê diketin, dibihîst. Ew fikirî û got, „A çawa bibe, ku ez pêçeke din rakevim û van qerequreyan giştan ji bîr bikim?“ Lê va ne mimkûn bû, ji ber ku ew hubûbû raketina li ser kêlekê rastê. Lê rewşa ku ew niha têda bû rê nedida ku ew li ser kêlekê rastê rakeve. Her çiqas wî hewl dida ku xwe li ser kêlekê rastê bi şûn bike, li dawîyê her car neçar li ser piştê diket. Wî ev belkî sed carî dûbare kir û her carê jî, sewa ku velîstina çîpên xwe nebîne, çavên xwe digirtin. Kîngê ku wî ji kêlekê da destpêkirina êşeke sivik û nedîyar ya ku wî qet nedinasî, hîs kir, hîngê dest ji van hewlan berda.
Wî bi lome got: „Ax Xwedêyo, min mijûlîyeke pir bi meşeqet bijartîye! Bi şev û ro li ser rê bûn.
Teleşeyên bazirganîyê di ser yên bazirganîya esil ya li malê ra ne. Wekî din, mişkuleyên rêwîtîyê jî li ser min dibin bar. Yên mîna eleqedariya bi tîranguhêrînê, xwarinên neçê û ne li wextê û têkîlîyên navberê merivan yên guhêrbar, nemayînde û ne jidil. Gîşt di erdê reş kevin! “Li jorî zik xûrekê sivik lî wî peyda bû. Sewa ku bi şîya bike serê xwe berjor helne, wî xwebixwe li ser piştê giran berve singên nivînê kaş kir. Wî şûna ku dixurî dît ya ku ji deqên hûrik û spî tijî bûbû yên kû wî nekanîbû tê bideranîya, ka ew çi ne. Û wî xwast ku çîpeke xwe li ser wan bigerine, lê bi lez ew bi şûnda kişand, çimkî bi pêkirina çîpê tavên sarîyê lê peyda dibûn.
Ew xûşî û vegerîya şûna xwe ya berê. Wî xwebixwe fikirî û got, „Va zû jixewrabûna heye, ew ê meriva dîn dikê. Divê meriv têr xewa xwe helne. Bazirganên seyar yên din ê mîna jinên di haremê da ne. Nimûne, gava ez danê sibê sewa qeyîdkirina temeyên ku hatina wergirtin, vedigerim xwaringehê, dibînim ku ew ê hîn li ser sifreya xurînîyê ne. Ku min vaya li ba serdarê bazirxaneyê biceribanda, wî ez ê tavile biqewitandama. Bi rastî kî dizane, belkî eva ji bo min pir bikêr bibûya. Dêûbavê min nebûyana,
niha min zûda dest ji kar berdabû. Ez ê derketama pêşberî serdêr û min ê jê ra merama xwe ya ji dil bigota. Ew ê pê ji ser kursîyê da biketa. Li ser kursîyê û ji jor da bi xizmetdarê ku di bin fermanê wî da dixebite ra dengkirin terzeke ecayîb e. Bi ser da jî xizmetdar, ji ber ku guhê serdêr kêm dibihîstin, mecbûr dima ku pir nezikî wî daweste. Niha, omdî bitûn nayê birîn, carekê peren di dest min de bigehin hev, viqasî ku pê dêynê dêûbavên xwe bidim, -ev a qedera pencûşeş salan bajohetanî hingê ez ê bê kemûkum li ser kare xwe bimêm. Paşê gaveke mezin dê bihê avêtin. Lê niha divê ez rabim, çimkî li saet pênca tîrana min ya bi rê keve.“
Û wî berve bansaetê ya ku li ser kodikê lêdiket mêze kir. „Bavê ezmanî“ di ber xwe da got. Saet şeşûnîv bû, û gêçên wê hêmîn berve pêş diçûn, heta ew ji nîv jî derbas dibû û nêzikî panzdeh kêmî hefta bûbû. Ma dibe ku bansaet lêneketiba? Ji nav nîvinê da meriv didît ku, ew li çaran rast hatibû eyar kirin. Bêgûman ew lêketibû. Erê, lê ma ev mimkûn bû ku meriv ji ber vê dengdana ku mobîlîya pê dilerizî bi aramî di xew da bima? Bi ser da, ew rehet jî raneketibû, lê guman heye ku ew ketiba xewa kûr. Lê divê wî niha çi bikira? Tîrana din ya li saet hefta bi rê keta. Ji bo ku bigihê wê, divîya bû ku wî pir lez bikira û çikin jî hîn nehatibû bihevdakirin û wî xwe qet hîşyar û çalak hîs nedikir. Ku bigihêşta tîranê jî, ew ji barebarê serdarê bazirxaneyê nedifilitî, çimkî berdevkê bazirxaneyê derîya tîranê saet pênca bipa û bi lez haya derengmayîna wî bigihanda serdêr. Ew nokerê serdêr bû, yekî newêrek û bêfehm. De niha, ma ne dibû, ku wî xwe li nexwaşîyê naba? Lê vê jî rêya li ber şerm û gumanan vebikira. Çimkî Gregor di xizmetdarîya xwe ya pênc salî da tu car nexwaş neketibû. şik nîne, hingê serdar ê teve hekîmê Sîgorteya Nexwaşan bihata û ji avrûyê lawê wan î tiral da lomeyan li dêûbavan bikira. Wî gîşt bahane û dijberî jî ê di saye hekîmê sigorteyê da yê ku li ba tenê merivê têr sihetxwaş lê karnehez hene, pûç derxista. Bi ser da, ma di rewşeke ha da ew ê neheq bihata hesibandin? Bi rastî, Gregor ji xeynî xilmaşîyeke fizûlî li pey xeweke dirêj xwe pir baş hîs dikir, heta pir jî birçî bibû.
Gava wî vana gîşt bi lezgînî di serîyê xwe ra derbas kirin, bêyî ku kanîba biryarek bida, ku pê ji ciyê xwe rabe, hîngê bansaet li dorê ji hefta panzdeh kêm lêket û ji alîyê binlingê nivîna wî da, derî sivik hate
kutan. „Gregor,“ dêya wî bi dengekî nerm bang kir û got, „Saet ji hefta panzdeh kêm e. Te nedixwast bi rê kevî?“ Gregor veciniqî, gava ku dengê bersiva xwe bihîst. Bêşik ev dengê wî yê berê bû, lê ji alîyê binî da tonekî çîveçîvkî û êşdan yê ku meriv nedikanî pêşî lê bigirta, tevê dibû. Û vî tonî, di sêrî da, bîstekê dihîşt ku peyv zelal bihên bihîstin lê di pey va, dengvedana wan wer xerav dikir, meriv pê nedizanî ku wî ew baş bihîstine. Gregor xwast biserûber her tiştî şîrove bike, lê li dawîyê, di vê rewşê da, xwe bi gotina „Erê, erê, canê te sax be dayê, aniha ez radibim!“ sinor kir. Ji ber derîyê darinî, ji derve da veguhêrina dengê Gregor nedihat kêvşkirin. Ji ber vê, dêya wî bi gotinên wî hêmîn bû û ew kişandin hundirê xwe. Vê kurte danûstandinê bala merivên din yên malbatê kişand û ew, wekî xuya ye, pê hêsîyan ku Gregor hîn li mal e. Di wê demê da, bavê wî giran lê bi mistê li derîyê li teniştê xist. „Greogor, Gregor“ wî bang kir û got, „Çi qewimî?“ Û li pey demeke kurt dîsa bi dengekî qalin û bibîrxistî got, „Gregor! Gregor!“ Li ber derîyê li tenişta din, xwanga wî giran gilî kir û pirsî: „Gregor? Tu nexwaş î? Arûzûyeke te heye?” Gregor berve her du derîyan bersiv da û got, „Ez amede me!“ Û wî hewl dida ku bi rêya dengdaneke pir bi îtina û navberdayîneke dirêj ya di navberê peyvan da, guherînên dengê xwe veşêre. Bav şûnda vegerîya cihê xwe yê taştîyê, lê xwangê bi pistepistî got, „Gregor dêrî veke, ez di dorê!“ Gregor qet dil nebû ku dêrî veke. Li şûna vê, wî bi pesne balkişand ser îtinaya qeymgirtina derîyên malê bi şevan jî. Wî va li rêwîtîyê hukiribû.
Gregor xwast berê giran û bêyî ku bihê ecizkirin rabe û kincê xwe li xwe bike û di ber her tiştî taştî bike û paşê mêyla xwe bide tiştûmiştên din. Wî êdî fehmkiribû ku, ew bi fikirîna di nav nivînê da nikane bigihê encameke maqul. Wî dianî bîra xwe, pir caran gava ku wî xwe di nav nîvînê da dirêj dikir, belkî ji ber bişûnkirineke neçê be, êşeke sivik hîs dikir. Lê paşê, wexta ku ew ji nav nîvînê radibû ser xwe, êş nedima û wê xwe bitûn mîna weswesekê dida nimandin. Û wî meraq dikir ka tesewurên wî yên îro ê çawa pêdapêda ji hev bikevin. şika wî qet tune bû, ku guhêrina dengê wî ji nîşana destpêka sermalêketineke, ango nexwaşîyeke meslekî a bazirganên seyar, bitîn bêtir ne tiştekî din e.
Avêtina lihêfê ji ser xwe pir hêsan bû. Ji bo vê, divîya bû ku wî xwe tozikî biperçifanda, evqas û lihêf bixwe
ket. Lê dîsa jî astengî hîn hebû, ji ber ku ew î pir biber bû. Sewa ku rabe, pêdivîya wî bi dest û pêyan hebû. Lê şûna van, pir zêde çîp û ranên wî hebûn yên ku bênavberdayîn vir da û wê da vedilîstin û wî nedikanî wan zept bike. Wî carekê yek ji wan bada, ew veng bû yê pêşî yê ku xwe vekişandî. Û nihayed wî dikanî bi vê çîpê bigiheşta armanca xwe. Çîpên din jî, gîşt bi vî awayî, mîna ku ew serbest hatibûn berdan, bi heyecaneke mezin û êşbar dişuxilîn. Gregor li xwe vegerî û got, „Qet di cîyê xwe da betal û bêxîret daneweste!“
Di seri da, wî xwast ku bi nîvê jêr yê bedena xwe ji nav nivînê derkeve. Lê jêrbedenê, ya ku wî hîn nedîtibû û derheqa wê da ew ne xwedîyê pêşbînîyeke bû, xwe da xuyandin ku ew a pir bi zehmet bihê livandin. Her tişt giran dimeşîya û gava ew êdî nêzikî harbûnê bûbû, bi hêzeke berhevkirî, bêyî ku tiştekî li ber çavan bigre, wî xwe berve pêş leqand. Lê wî hedef şaş bijart û pir pît li singê nivînê yê jêr ket. Bi êşeke bi şewat ya ku li wî peyda bûbû, ew pê hêsîya ku jêrbedena wî di vê bîstê da belkî yê hesastir bû.
Loma wî hewl dida ku berê jorbedena xwe ji nav nivînê derbixe û sêrî bi dîqet berve kênarê nivînê vegerîne. Ev bi hêsanî hate şûnê û li dawîyê, tevahîya bedenê bi giranî û ferehîya xwe va, xwe li sêrî girt. Lê gava ku wî serî nihayed li derî nivînê li hewa girt, ew tirsîya ku bi vî awayî berve pêş here. Ji ber ku, eger ew di vî halî da biketa erdê, divê mucizeyek biqewimîya, da ku serîyê bi birîn nebûya. Divîyabû ku ew vê gavê, bedel çi dibe ma bibe, dêst ji heşlisêrîtîyê bernede. Bi dilê wî bû ku di nav nivînê da bimê.
Lêbilem, gava wî xwe li pey berxwedana dubare bi ofûpof li nav nivînê mîna berê dirêj kiribû, dît ku çîpên wî dîsa, gûman hebû, ji ya berê zêdetir li ber hev didine û wî tu mecal nedidît ku vê tevlihevîyê vegerîne ser aştî û rêkûpêkîyê. Dîsa ji xwebixwe ra got, ne mimkun e, ku ew bikane di nav nivînê da bimîne û di cihê xwe da ye ku, hêvîyeke piçûk be jî, her cure bedel bihê dayîn, ku pê ew ji nav nivînê derbikeve. Di vê demê da, wî ji bîr nekiribû ku carcaran bîne heşê xwe ku fikirên hêmîn ji biryarên dudilî bikêrtir in. Di demên ha da, wî çavên xwe yên belkirî berdidan pencereyê. Lê çi heyfe ku mija sibehê ya ku dagirtibû ser hêla din a cadeyê jî, bi ber çavan diket û ji nihêrina li wê, kêm omdî û şahî derdiçû. Bi lêketina bansaetê a ji nûva, wî got, „Saet bûye heft“ û da ser, got, „Saet bûye heft lê hê jî mije
ke ha!“ Bi dirêjîya bîstekê ew hêmîn û bi nefeshelnaneke bêhêz di cihê xwe da ma. Te yê bigota qey ew î ji têrbedengîyê vegerîna pêwendîyên rasteqîn û xwezayî dipê.
Paşê, ji xwebixwe ra got: „Hîn ku bansaet li çaryek kêmî heyştan lêneketîye, divê ez mutleq nivînê terk bikim. Ji xwe hetanî hîngê, ji ber ku bazirxane berî saet heftan vedibe, yekê ji bazirxaneyê bihê û li min bipirse.“ Û wî destpê tevdêrîyê kir û hewl da ku bedenê bitûn li ser dirêjahîya wê bi çengandin ji nav nivînê biderîne. Eger wî bi vî awayî xwe ji nav nivînê da berda erdê, guman hebû ku serî, ji ber ku wî ew ê di dema ketinê da pir bi îtina helbigirta, bê hesar bima. Pişta wî xwe hîşk dida mêrandin, loma bi ketina li ser xalîçeyê, mimkun bû ku tiştek pê nehê. Ew kete şik û dudilîyeke mezin ji ber dengdana bilind ya ku bêguman bi ketina ser erdê derketa û li paş derîyan rê li ber xofan, kêmtir xeman vekira. Lê divê ev bihata ceribandin.
Gava Gregor hetanî nîvî ji nav nivînê derket, –ev metoda nû ji zehmetîyan pirtir mîna lîstikekê bû, divîya bû wî hemle bi hemle xwe kaşkira– hate heşê wî, her tişt ê çiqas hêsan bûya, eger kesek bihata hawara wî. Du kesên bi quwet, bavê xwe hata bîrê û keçika xizmetkar, her du bes bûn. Wan dikanîn tenê çepilên xwe bidana bin pişta wî û bi vî awayî ew ê ji nav nivînê biderxistana û bi barê xwe va li ser çokan ber ve erdê xwar va bihatana û bi diqet bisekinîna, sewa ku ew bikane bikeve ser erdê, bi hêvîya ku çipikên wî êdî bikanin bibin xwedî wateyekê. Ji ber ku derî gîşt hatibûn bendkirin, ma ev a biba ku wî bikira hawar? Di nav evqas tengîyan da, wî bi şîya nekir ku sivikkenê xwe yê bi vê fikrê bigirta.
Bi hewldana xwe ew gihêştibû wê merheleyê ku, bi çengandinên pît ra, parastina hevsengîyê bi zehmet biba. Divîya bû ku wî zûtir biryara dawî bida, ji ber ku ji saet çaryek kêmî heyştan ra pênc deqîqe mabûn. Di wî devî da, zengilê malê lêket. „Ev kesekî ji bazirxanê ye“ Gregor ji xwebixwe ra got û mat bû. Çîpên wî bilêztir vedilîstin. Bîstekê her tişt kerûlal bû. „Ew venakin,“ Gregor di ber xwe da got, wekî hêsîrê hêvîyeke bê wate. Lê paşê, keça xizmetkar bi gavên pît çû ber dêrî û ew vekir. Divîya bû ku Gregor tenê dengê silava yê ku li zêngil xistî bibihîsta, ê hema tê derbianîya ku ew kî ye. Ew berdevkê bazirxanê bixwe bû. Ma çima tenê Gregor mecbûr bû di fîrmayeke ha da kar
bikira, ya ku ji avrûyê xemsarîyeke piçûk da hema dikete şikê? Ma xizmetdar gîşt tevhev qenere bûn û di nav wan da qet merivekî sadiq tune bû, yê ku gava çend saetên sibê ji bo bazirxaneyê feda nekiriba, ji ber nerehetîya wîjdanî ne li ser xwe biba û nekanîba nivîna xwe terk bikira? Ma bi rastî bes nedibû ku ji şagirtekî li ber hinbûnê bihata pirsîn, ger ev pirsînên li ser hev pêwîst bûna? Ma berdevk mecbûr bû ku bixwe bihê û bi vê rê bi malbatê gîşt ya bêguneh bihê nimandin, ku lêkolîna vê dozê bişik tenê karibû amenete fehmkirina berdevk bihê kirin? Û ne wekî encama biryareke rast, pirtir ji ber heyecanê ya ku ji avrûyê van fikirînan li Gregor peyda bûbû, wî xwe bi hemû hêza xwe ji nav nivînê çeng kire der. Wexta ku li erdê ket, girminîyek bi ser ket, lê ev viqasî ku Gregor dipa ne dengdan bû. Di saye xalîçeyê da deng kêm belav bû. Pişta wî ji tehmîna Gregor zêdetir elastîkî bû,jibervêjîtînadengêketinêkêm bû. Lê qasî ku pêwîst bû wî serî bi dîqet negirtibû û ew li erdê xistibû. Wî ew vegerand û ji ber hêrs û êşê di xalîçe dida.
Di odeya li teniştê çepê da, berdevk got, „Aha, li hundir tiştek ket.“ Gregor dinihêrî ku bîne ber çavên xwe, tiştekî wekî yê ku îro hatibû serîyê wî, rojekê belkî bihê serîyê berdevk jî. Divê meriv mikur bihe ku imkana bûyîna vê heye. Lê wekî ku xambersiva vê pirsê be, berdevk aniha di odeya li teniştê da çend gav avêtibûn, û dihîşt ku cîzmeyên wî bikin çîrkeçîrk. Xwangê sewa ku Gregor hayadar bike, ji odeya li teniştê rastê da bi pistepistkî got, „Gregor, berdevk hat.“ „Dizanim“ Gregor di ber xwe da got, lê bi dengekî biqasî ku xwang bikane bibihîse û ne dihîşt ku dengê xwe bilind bibe.
„Gregor,“ bavê ji odeya li teniştê çepê da bang kir û got, „Berdevk hat û dipirsê ka çima tu bi tîrana sibê zû bi rê neketîyî. Em nizanin jê ra çi bibên. Wekî din jî, ew î dixwazê bixwe bi te ra deng bike. Loma kerema xwe dêrî veke. Ew ê qusura tevlihevîya li odeyê bibaxşîne û ew ê veqas rindîxwaz be.“ „Roj baş Samsa ê Mîrza,“ berdevk di navberê da bi dengekî nazîk got. Hîn bavê li ber dêrî deng dikir, dêya wî kete navberê û ji berdevk ra got: „Halê wî ne rind e, halê wî ne xwaş ê, bawer bike Berdevk ê Mîrza. Ne weng be, Gregor ê çawa ne gihêştiba tîranê! Di serîyê xort da ji kar bêtir tiştek tune! Ez hêrs dibim ku ew çima êvaran qet nahere derva. Niha ev bûn heyşt roj ku ew li bajêr e, lê her êvarê ew li mal bû. Li ba me, li ber maseyê rûdine û
bêdeng rojname yan jî nexşerêyan dixwîne. Ew bi mijûlîya qewartina parçetexteyan xemrevî dibe. Nimune di nava duûsê êvaran da çarçiveke piçûk qewart, hunê li hember rindîya wê heşmetkar bimên, ew ê li odeyê bi darda ye, ku Gregor derî vekir hunê bibînin. Wekî din, ez pir bextîyar im ku hun li vir in, Berdevk ê Mîrza. Me bi tenê serî xwe bi şîya nekir Gregor qane bikin ku ew dêrî veke. Ew î pir bi înad e û bêguman xwe rind hîs nakê, lê dîsa jî wî vê sibê ev red kir.“ „Aniha ez dihêm,“ Gregor giran, bi dîqet bersiv da û sewa ku her gotineke şewrê bibihîse xwe nelivand. Berdevk got: „Xanim a Dilovan, ez nikanim bi awayekî din şîrove bikim û bi omdî me ku ne tiştekî cidî ye. Ji alîyê din va, divê bihê gotin, ku em merivên bazirgan –ku meriv çawa bixwaze, mixabin yan ya Xwedê– divê nerehetîyeke sivik sewa xatirê pêdivîyên bazirganîyê mecbur bi hêsanî derbas bikin.“ „Wekî ku te bihîst, ma Berdevk ê Mîrza dikane bihê ba te?“ Bavê bêsebir gote Gregor û carek din kuta dêrî. Gregor lêvegrand, got, „Na!“ Li odeya li teniştê rastê xwangê dest pê îskeîskan kir.
Ma çima xwang neçûbû ba yên din? Ew hîn nû ji nav nivînê rabûbû û wê hîn dest bi lixwekirina kincan nekiribû. Û ma ew çima digirî? Ji ber ku Gregor ranebû û derî li ber berdevk venekiribû, çimkî ditirsîya ku ew ê ji kar bihê dûrxistin û serdar ê ji bo kevnexwastekan dîsa bi pîstê dêûbavên wî bigirta? Ev fikaran di vê demê da ne hewce bûn. Gregor hîn li vir bû û qet ne dihizirî ku malbata xwe cihbihîşta. Di vê bîstê da, ew li ser xalîçeyê bû û tu kesî yê ku di rewşê deranîba, bi cidî ji wî nedipa ku ew berdevk berde hundir. Lê ji avrûyê vê bênezaketîya piçûk da, ya ku paşê jê ra sedemeke guncaw bihata dîtin, ne di cih da bû ku Gregor hema bihata bidûrxistin. Ji Gregor va weha dixuya ku ya di cih da ew e, ku ew niha wî rehet bihêlin, bi şîn û libergerînan nefesteng nekin. Lê ev nediyartîya bû, ya ku yên din dikire tengîyê û tevgerîna wan dida baxşandin.
„Samsa ê Mîrza“ berdevk bi dengekî bilind bang kir û got: „Ma çi diqewime? Di odeya xwe da, we dor li xwe girtîye û hun tenê bi erê û na bersiv didin û dêûbavên xwe di nav xemên giran û fizûlî da cihdihîlin û dêst ji –li vira şûna gotinê ye– berpirsyarîya xwe ya li cihê kar, bi rastî bi awayekî nedîtî berdidin. Ez li vira ji ber dêûbavên û serdarê we va deng dikim û vê pêçê, pir cidî ji we salixdaneke zelal tika dikim.
Ez hayred dikim, ez hayred dikim. Min hun mîna merivekî heşgihêştî û hêmîn dizanî, lê niha hun xwe weha dimêrînin, mîna ku hun ji nişkava bixwazin dest pê fîşalan bikin. Serdar îro sibê şîroveke muhtemel,ya ku li ser wergirtina pereyan ya emanete we kirî, nîşanî min kir. Ez hemahema bi şeref sond dixwim ku va şîroveya nikane rast derkeve. Lê niha, gava ez serhîşkîya we ya dûrî têgihêştinê dibînim, ji avrûyê wê da, qet tu arûzû li ba min namînin ku ez sewa we tiştekî bikim. Û meqamê ku hun li ser in, ne evqas saxlem e. Di destpêkê da, nêta min hebû van gîşt di rûbirûbûnekê da ji we ra bigotana. Lê ji ber ku hun li vir zemanê min di arê da berdidin, nizanim, ma çima dêûbavên we jî pê nezanîbin? Karûbarên we li demên dawîyê ne serkevtî bûn. Her çiqas ku ne demsala xwe be jî, em vê li ber çavan digrin, demsaleke ku lê tu karên bazirganîyê yên xas neye kirin qet nîne, Samsa ê Mîrza, divê nebe jî.“
„Lê belê, Berdevk ê Mîrza,“ Gregor bi halekî jixweçûyî lêvegerand, di vê teleşê da wî her tiştê din ji bîr kir, û da ser, got: „Ez hema, aha vedikim. Nerehetîyekê, sergêjîyekê nehîşt ku ez rabim ser xwe. Hîn ez di nav nivînê da me. Niha ez dîsa li ser xwe me. Aniha ez ji nav nivînê dadikevim. Tenê bîsteke piçûk sebir! Hîn ne pir baş e, wekî ku min dixwast. Lê êdî ez î rind im. Çawa eva ji xafil da bi serê merivekî da bihê xwarê! Hîn duh êvarê ez pir baş bûm, dêûbavên min jî dizanin. Yan jî rastir, hîn duh êvarê min ev hendik hîs dikir, meriv eva li min bidîtîya. Ma min çima li cihê kar qala vê nekir! Erê, lê meriv tim difikire ku ew ê bêyî ku li mal bimê nexwaşîyê ji ser xwe biavê. Berdevk ê Mîrza, dêûbavên min neêşîne! Ji bo gişt siteman yên ku hun niha li min dikin, tu sedem nîne, kesî li ser van mijaran ji min ra qet tu gotin nekirin. Belkî we temeyên dawîyê yên ku min şandibûn nexwandine. Wekî din, ez ê niha bi tîrana li saet heyştan berê xwe bidim rêwîtîye. Vêsînîya çend saetan bi kêr bû, pê quwet bi min da hat. Qet nepên Berdevk ê Mîrza! Ez ê bixwe jî hema bihêm cihê kar û kerema xwe vê bigihînê wir û min tewsîye serdar bike!“
Û gava Gregor vana gîşt bi lez û li ser hev gotin û qet nedizanî ku çi ji dêv derdiket, wî xwe hendik, di saye pêkanîya ku wî ji livandinên di nav nivînê da hukirîbû, nêzikî kodikê kir. Û niha li ber xwe dida ku xwe bi wê bigre û rabe. Bi rastî wî xwast ku dêrî veke û bi rastî xwe bide nimandin û bi berdevk va bikeve nav guftûgoyê.
Wî arûzû dikir ku bizane, ka ew yên ku dixwazin wî bibînin, gava ew bi berçavên wan ket, ê bibên çi. şayed ku ew veciniqîn, hîngê Gregor tu berpirsyarîyê helnane ser xwe û dikanî bihewîya. Na, ku wan her tişt bêdeng qebûl kirin, hîngê tu sebeb namînin ku Gregor xwe biêşîne û ku lez bikira, dikanî xwe li saet heyşta bigihîne Rawestgeha Tîranê. Di pêşî da, ew çend cara ji kodika xûşonek da şemitî, lê bi hemleya dawîyê va rabû ser lingan. Êşên jêrzik, çiqas bi şewat bûna jî, ne xema wî bûn. Aniha wî xwe bi ser berpişta sendelîyê da berda û bi çîpên xwe bi kênarên wê girt, weha kontrola xwe bi dest xist û bêdeng ma. Êdî dikanî guh bide ser berdevk.
„We qet şorek fehm kir?“ Berdevk ji dêûbavê pirs kir û got, „Ma henne ew me dikê şûna budeleyan?“ „Xwedê neke,“ dayê bi girî lêvegrand û got, „Belkî ew pît nexwaş e û em wî eciz dikin.“ Wê bang kir, got, „Grete! Grete!“ Ji hêla din da, wêrinî bi ser xwangê ket, wê bang kir û got, „Dayê?“ Dengê wan di nava odeya Gregor ra digihêşte hev. Grete gote dê: „Divê tu hema herî ba hêkîm, Gregor nexwaş e, here tavilê hêkîm bîne. Te bihîst Gregor çawa deng dikê?“ „Ev dengê ajelekê bû,“ berdevk lêvegerand, bi dengekî ku li hemberî banga dêyê bi nizmahîyê bal dikişand. „Anna! Anna“ bavê ji mabeynîyê da ber ve aşxaneyê bang kir û destê xwe li hev xistin, got, „Bilez here kilîdvanekî peyda bike!“ Hema du keçik bi fîstanine jêrnavê yên ku bal dikişandin, di mabeynîyê ra derbas bûn û derîyê malê bi lez vekirin. Ma her du xwangan çi zû kincê xwe li xwe kirin? Meriv dengê derîgirtinê nedibihîst. Wan ew ji hev cihhîştibûn, mîna derîyên malên ku qeza û belayek hatîye sêrî.
Gregor êdî rind haşt bûbû. Meriv şorên wî fehm nedikirin, lê ji ya berê zelaltir dibihîstin, belkî di saye hubûna guhan da. Êdî meriv pêhêsîya ku tiştekî bi wî hatîye, nusqanîyeke wî heye û amede bû ku alîkarîya wî bike. Xwaşbînî û emnîya ku pê tevdêriyên pêşî hatibûn kirin, rind li wî hatibûn. Difikirî ku ew î êdî teve koma meriva dihê hesibandin. Ji hêkîm û kilîdvan, bêyî ku ferqê bike navbera wan, jêhatîyên mezin û nepayî omdî dikir. Sewa ku dengê xwe ji bo hevdîtina giring ya nêzikbûyî zelal bibe, ew tozikê kuxîya. Lê bi dengekî nizm, çimkî îhtîmal hebû ku tonê vî dengî jî ne mînayêkuxikamerivabe.Liservê mijarê, wî bixwe jî newêrîbû qerarekê bide. Di vê navberê da, bêdengîyê dagirte ser odeya li teniştê. Belkî
dêûbav bi berdevk va tevehev li dora maseyê rûniştine û dikine pistepist. Belkî jî gîştan xwe danîbûn ber dêrî û guh didan ser.
Gregor xwe bi sendelîyê va giran berve dêrî kaş kir û li wir cihhîşt. Wî xwe avête ser dêrî û li ser pêyan xwe pê girt. Li ser panîyên çîpên wî madeyeke tozikî nûsîkî hebû. Li pey xîretê, bîstekê ew li wir vêsîya. Paşê, wî destpê kir ku mifteyê bi devê xwe di kilîdê da bade. Wer dixuya, mixabin di eslê xwe da didanên wî tune bûn. Ma wî yê bi şîya bikira bi mifteyê bigire? Lê ji bo vê, ew xwedîyê piduyên pir pît bû. Di saye wan da, wî mifte bada, lê dîqet nekir ku jê tu zîyanek negihê wî. Loma gilizekî qehweyî ji devê wî da rijîya, bi ser mifteyê da velobû û çilikî erdê. Berdevk li odeya li teniştê got, “Hela guh bidin ser, ew î mifteyê badidê!” Vê cesaredeke mezin da Gregor. Lê heqe xwe ye ku her kesî, bav û dê jî cesared bidana wî û bigotina, “Ha Gregor ha, dêst ji mifteyê bernede!” Û bi fikirîna ku her kes bi heyecan çavdêrî li xîretkêşîya wî dikir, çi quweta xwe heye, wî gîşt berehevkir û bi înad, heta dereceyê bîrveçûyînê bi mifteyê û kilîdê girt. Li gorê pêşvaçûnên badana mifteyê, wî di dor kilîdê ra bazdida û êdî bi dêv xwe pê mifteyê digirt.
Li gor hewcedarîyê, carna jî ew bi mifteyê da dêdiwist yan jî bi giranîya bedenê xwe mifte badida. Nihayed Gregor rasterast bi tonê zelal yê paşvevegerîna kevanê kilîdê hêsî. Bi nefesberdanê ra, wî ji xwebixwe ra got, “Kilîdvan bi min gerek nebû,” û sewa ku dêrî bitûn veke, serî da ser destikê dêrî.
Ji ber ku wî ji neçarî derî veng vekiribû, bi rastî heta ku heyê derî rind hatibû jihevkirin, lê ew bi xwe xuya nedibû. Çimkî sewa vekirina dêrî, wî xwe ji hêla hundir va bi perê dêrî girtibû û divîya bû ku niha xwe berve hêla din ya perê dêrî biçerixanda û pê ra jî pir dîqet bikira, eger nexwastiba ku bi ketina odeyê ra li ser piştê girm gêr bibûya. Serîyê wî hîn bi vê çerxandina çetin ra mijûl bû û wexta wî tune bû ku bala xwe bida tiştên din. Di wê bîstê da, wî „“Wax“ ya ku bi dengekî bilind ji devê berdevk derketibû, bihîst. Ahenga wê mîna vîzînîya bayekî şên bû. Û aniha wî berdevk dît, ew î di rêza pêşî ya kesên li ber dêrî da bû û wî destê xwe dabû ber devê xwe, giran xwe paşva dikişand. Te yê bigota hêzeke nexuya û bi tîneke her berdewam pê wî ra dina. Dêya wî ya ku li vira, li ba berdevk û ber ve wî bi porekî ji şeva çûyî da gijbûyî û berjor helatî, dawestîbû. Bi destên li ser hev
û li ber, wê berê li bavê nihêrî û paşê du gav ber ve Gregor avêtin û pê ra di cihê xwe da li ser fîstanê xwe yê ku li dorawêbelavbûyîket.Serêwêweng daketibû ser sîng, te nedizanî ku ew heye. Bavê bi nihêrîneke dijminane mista xwe guvaşt, te yê bigota, ew î dixwazê Gregor bi şûnda vegerîne ser odeya wî. Lê paşê, wî bi halekî ji xwe kêmbauer di odeya mêvanan da li der û dora xwe nihêrî, dest dan ber çavên xwe û girî, girîyekî ku ji ber sîngê wî yê girûpahn dilerizî.
Gregor qet derbasî odeya mêvanan nebû, berevajî, wî xwe ji hêla hundir va qeym bi perê dêrî– yê ku pît hatibû zendkirin girtîbû, mîna ku ew jê ra starek be. Tenê nîvê bedena wî û di jor ra jî, sewa ku çavê wî li ser yên din be, serîyê wî yê li ser hêlekê xwarvakirî, dihata dîtin. Di vê navberê da, derûdor her çû zêde ron bûbû. Li hêla din ya cadeyê dîmenek ji avahîya li hember ya bêserîûbinî, reşegewr, bi pencereyên rêzbirêz û enîbirrek zelal xuya dikir. Ew nexwaşxaneyek bû. Baran hîn dibarî, lê bi hebên gir û yekbiyek xuya, yên ku bi forma tenê serî xwe di erdê da dihatin xwarê. Li ser maseyê lodek firaqên taştîyê sekinîbû. Li ba bavê, taştî xwarina rojê ya di ser giştan ra bû û bi rû xwandina rojnameyên çeşîd bi çeşîd da, bi saetan diajot. Tam li diwarê li hember fotografekî Gregor ji çaxa wî ya eskerîyê hatibû lidarxistin. Tê da, ew mîna serpel dihate nimandin û çawa ew, dest li ser şûr, bêxem û rûbiken, ji bo helwesta xwe û unîformayê daxwazkarîya hurmetê dike. Deriyê odeya mêvanan vekirîbû û ji ber ku derîyê malê jihevkirîbû, li meydana li pêş malê merdîwana ji bo berjor helkişîn û berjêr daketinê ji merivan va xuya dikir.
„Niha“ Gregor got û pê qanê bû ku tenê ew e yê ku bi aramî tevgerîya bû, „Ez ê kincên xwe li xwe bikim, çikina xwe bi hev da bikim û bi rê kevim. Hun dixwazin, ma hun dixwazin ku ez bi rê kevim? Aniha, Berdevk ê Mîrza, hun dibînin, ez ne serhîşk im û ez hez dikim kar bikim. Rêwîtîya bazirganiya seyar mijûliyeke bi meşeqet e, lê ez bê wê nikanim bijîm. Ma hun diherin ku derê, Berdevk ê Mîrza? Cihê kar? Erê? Ma hun ê her tiştî li gor rastîyê rave bikin? Di vê gavê da, dibe ku meriv nikaribe kar bike, lê hîngê tam wexta xwe ye ku meriv serkevtîyên berê bibîrbîne û li ber çavan bigre ku meriv ê paşê, gava astengî berteref bû, bêşik hîn bi jîrektî û xweberehevkirî bide ser kar. Hun jî rind dizanin ku ez çiqas pir minetdarê serdarê bazirxaneyê me. Ji hêla din va, qeramê
dêûbav û xwangê î li ser min e. Erê, ezîditengîyêdame,lêezêxwejê xelas bikim. Ji min ra manîyên nû dermexin. Li Bazirxaneyê ji min ra alîkar bin! Dizanim, kes ji bazirganê seyar hez nake, ew î mîna yekî ku lodek pere qezenc dike û di sayê wê da jîyanek xwaş diajo, dihê dîtin. Mixabin wesîleyeke xas ya ku meriv pê vê pêşhukimîyê baştir mitala bike, nîne. Lê hun, Berdevk ê Mîrza di derheqê rewş û têkîlîyên bi gîştî da, ji xizmetdaran giştan pirtir xwedîyê hayadarîya ne. Heta, di navberê me da be, ji serdar ê bazirxaneyê jî pirtir, ew ê ku wekî xwedîyê bazirxaneyê di hukimdayinê da xwe bi hêsanî li dijî xizmetdaran, şaş dike. Hun jî rind dizanin ku bazirganê seyar yê ku bi dirêjîya salê li dervayî bazirxanê ye, bi hêsanî dikane bibe qurban û armanca zem, peyvagotin, neheqî û şîkayetên bêbinî. Xweparastina li hemberî van jibowîqetjînemimkune,jiberku pir cara haya wî ji van naba. Tenê, gava ku ew ji rêwîtîyekê xişehal vedigere mal û encamên wê yên neçê, yên ku wî nedikanî di sebeba derketina wan biderînê, li bedena xwe hîs dikir, hay jê dibe. Berdevk ê Mîrza, neherin, bêyî ku hun ji min ra gotinekê bibêjin ya ku bi min bide nimandin, ku hun qet nebe ji bo bireke piçûk ji van heq didine min!“
Lê berdevk hîn bi şorên Gregor yên pêşîyê va rûyê xwe guherîbû û di ser milên kutayî ra, bi lêvên nureserhevkirî li Gregor vedinihêrî. Û ew, wexta ku Gregor deng dikir, qet di şûna xwe da nesekinîbû, wêdetir wî xwe, bêyî ku çavên xwe ji Gregor veqetîne, gavbigav berve dêrî bada, mîna ku qedexeyeke veşartî ya terkkirina odeyê hebe. Ew zû gihêştibû mabeynîyê û di pey xwebakirina ji nişkava ya ku wî pê cara paşî lingê xwe ji odeya mêvanan dikişand, meriv ê bawer bikira, ku wî panîya xwe vê saetkê şewitandiye. Lê li mabeyniyê, wî destê rastê rind berve merdîwanê dirêjkiribû, mîna ku li wir rizgarîyeke serxwezayî li benda wî be.
Gregor qane bûbû ku, eger nexwasta zîyaneke giran bigihê meqamê wî yê li cihê kar, wî qet rê nedaba ku berdevk di vê halê ruhî da biçûya. Dêûbav rind di van tiştan giştan nedihêştin. Bi dirêjîya salan li ba wan bawerîyeke ha çêbûbû, ku Gregor di vî karî da debara jîyana xwe bidestxistîye û ji xeynî vê, ew niha zêdetir bi derd û kulên vê gavê ra wer mijûl bûn, ku her çeşîd pêşbînî ji bîra wan çûbû. Lê ev pêşbînîya li ba Gregor hebû. Divîya bû ku rê li ber berdevk bihata girtin, ew bihata haştkirin, bihata bawerkirin û li dawîyê bihata bivîalîxistin. Dahatîya
Gregor û malê bi vê va girêdayîbû! Xwazî xwang li vira bûya! Ew ê heşgihêştî bû. Ew girîyabû, wexta ku Gregor xwe hîn haşt li ser piştê dirêj kirîbû. Û bêguman berdevk yê ku hezkirê xaniman bû, ê bi hebûna wê rûguherî bûya. Wê kaniba derîyê malê li ber bigirta û li mabeynîyê tirsa ji ser wî helnaba. Lê mixabin xwang niha ne li vira bû, Gregor mecbûr bû bi xwe tevbigerîya. Û bêyî ku wî şik bibira, ku hîn haya wî jidesthatîyên wî yên tevgerînê ên vê gavê tuneye û bêyî ku li ber çavan bigirta ku dengkirina wî jî mimkûn e yan guman heye ku dîsa nehê fehmkirin, ew ji paş perê dêrî biderket. Di navberê vekirî ra derbas bû û xwast ku here ba berdevk yê ku xwe, meriv ê pê bikeniya, bi her du destan bi derabeya li pêş girtibû. Lê Gregor cihlê bi wêrîniyeke piçûk va, pê ra jî li pêgirekê digerîya, li ser kerîyê lingan ket. Hema di pey va, wî cara siftê vê sibehê kêfekî bedenî hîs kir, çîpikên wî li ser zemînekî pît bi şûn bûbûn û wî bi şahî tespît kir ku wan bê rêşaşî guh li wî dinan, heta ew amede bûn ku wî bibin dera ku ew bixwaze. Û loma wî bawer kir ku êdî çareyeke abedî ji gîşt derdkêşiyan ra li ber dêrî ye. Lê di hema pêçê da, gava ku ew bi hêjîna ji ber tevgerîya bibaldarî ji dêya xwe pir ne dûr, tam li hemberî wê li erdê sekinî, dêya wî ya ku di şûna xwe da pir bixwedaketî xuya dikir, bi carekê ra ji cihê xwe firîya, bi çepilên berjor helnayî û tiliyên jihevvekirî bang kir û got: „Hawar, bi navî Xwedê hawar!“ Wê serî xwar va kiribû, mîna ku bixwaze Gregor rind bibîne, lê li dijberî vê, bê mene, ew bi lez paşva vekişîya. Wê ji bîr kiribû ku maseya dagirtî li paş wê bû, gava ku gihêştê, hay ji xwe nebû, cihlê li ser wê rûnişt. Û mîna ku ferq nekiribe, li kêleka wê, ji qehwedankê gir yê gêrbûyî da bi gujînîyeke şên qehwe li ser xêlî velo dibû.
„Dayê, dayê,“ Gregor bi dengekî giran got û berjor ber ve wê mêze kir. Ji bo bîstekê berdevk bitûn ji ber çavên wî wenda bûbû. Li hemberî qehweya ku dirijîya, wî nikanîbû li xwe men bikira, xwast ku çend cara bi çeneya xwe wê bidest bixe, lê vala çû. Li ser vê, dayê qîrîya, ji maseyê bi dûr çû û kete çepilên bavê yê ku bi lez bergihinde wê dihat. Lê niha wexta Gregor ji bo dêûbavê xwe tune bû. Berdevk êdî li ser merdîwanê bû, çene li ser derabeyê, cara paşî ji paş xwe va mêze kir. Gregor hemle kir ku xwe bigîhine wî. Berdevk pê hêsîya, loma bi gavavetineke di ser çend pelingan ra, wenda bû. Di pey va wêrinî bi ser ket, got „Wey!“, dengekî mîna çînginî jê biderket
û li valahîya merdîwanê belav bû. Mixabin bi bazdana berdevk êdî bavê jî, yê ku heta wê gavê xwegirtî dixuya, xwe bitûn şaş kir. şûna ku bi xwe bide pey berdevk yan jî qet nebe li ber bipeyketina Gegor nebe rêgir, wî bi destê rastê rahîşte gopala berdevk ya ku wî bi fotêr û şarpe va li ser paldankê cihîştibû. Û wî bi destê çepê jî rojnameyeke mezin ji ser maseya helna û bi reperepa lingan, bi vir û wê da bakirina gopal û rojnameyê hewl dida ku Gregor bide ber xwe û bi şûnda vegerîne odeya wî. Bergerînên Gregor tu fêde nedikirin, tu tîka û keremên wî nedihatin fehmkirin û wî çiqas serîyê xwe li ber xwar va bikira jî, bavê her ku çû bi quwet bi lingan dikire reperep. Li hêla han, çiqas ku hewa sar bûya jî, dêya wî pencereyek vekir, tê ra serîyê xwe berva derva xwar va kir û rûyê xwe yê berve derva kirî, bi her du destan gûvaşt. Di navberê cadeyê û valahîya merdîwanê da hewayê cereyan dikir û pê perdeyên pencereyan berba dibûn û rojnameyên li ser maseyê dikirin xişexiş û hen rûpelên wan li erdê dixûşiyan. Bavê, mîna ku hov bûbû, bê însaf ling dida ser Gregor, fişnî berdidan. Lê Gregor hîn birêvaçûyîna bervepaş hu nekiribû, bi rastî ev bi wî pir giran dihat. Eger Gregor bixwasta û bi şîya bikira xwe biçerixanda, wî yê xwe hema bigihanda odeya xwe. Lê ew ditirsîya ku bi çerixandinê ra, ya ku jê ra wext divîya bû, bavê bêsebir bibûya û her gavê tehlûke hebû ku ji gopala di destê wî da, derbeyeke ji kûjtinîyê ra li pişta Gregor yan li serîyê wî biketa. Lê li dawîyê ji Gregor ra tu çareyek nemabû, çimkî ew bi veciniqî têgihêştibû ku wî yê nezanîba xwe li hedefa birêvaçûyîna bervepaş bigirta. Wî weha, bi nihêrînên binçavan yên ber ve bavê, bi tirs û li serhev, dest pê kir li gor imkanan, bi lez, di rastî da pir zêde giran xwe biçerxîne. Di vê hewldanê da, bavê ew rehet cihîşt, mîna ku ew bi hemda Gregor ya pak hêsîyabû, berevajî li vir û wê, di tevgerîya wî ya çerxbûnê da bi pozî gopalê ji dûrê da rê nîşanî wî dida. Ax, ev fişînîya bavê ya ku nedihata kişandinê nebûya, wê heş ji serîyê Gregor dibirin. Pir hendik mabûbû ku wî yê xwe bitûn biçerxanda. Lê ji avrûyê vê fişînîya bavê da ya ku guhêwîtimliserbû,xweşaşkirû çend gavan paşva kişand. Lê gava ku ew êdî gihêşte ber dêrî, xuya bû ku bedena wî ya zêde biber nedikanî bêzehmet di navbera dêrî ra derbas
bibe. Ji ber rewşa ku niha ew tê da bû, qet nehate bîra bavê ku perê dêrî yê din jihevbikira û sewa derbasbûna Gregor karikeke têr fereh çêbikira. Fikra wî ya sabît ev bû, ku Gregor zûtir bigihêşta odeya xwe. Wî hîç nedixwast ku rê li ber tevderîyên dûr û dirêj vebikira, yên ku pêdivîya Gregor pê hebû, da ku wî pê bikanîba di dêrî ra derbas bibe. Mîna ku tu astengî tune bin, wî Gregor dabû ber xwe û bi reperepeke gurr pêşva dibir. Li pey Gregor, te yê bigota ne dengê bavekî tenê heye. Bi rastî êdî ne şûna yarênîya bû û Gregor bi lez ber ve dêrî –çi diba ma biba– dikişîya. Hêleke bedena wî berjor helat, ew di karika dêrî da xwar sekinîbû û kêlekeke wî bi xwelêxistinê bitûn bi birîn bûbû. Li ser derîyê sipî mangên bi bed man. Pir neçû, ew girtî ma û bi şîya nekir ku xwe bi tenê bilivanda. Çipikên hêleke wî li hewa mabûn û vedilîstin û yên hêla din bi êş ber ve erdê hatibûn xwarê. Hîngê bavê ji par ra bi derbeyek pît, ya ku bi rastî ew pê xelas bibe, kuta wî. Ew pê, di halekî xwînbiserketî da ber ve nava odeyê firîya. Derî jî bilêxistina bi gopalê hate girtin, paşê êdî bêdengî daket.
Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Dûvmayî heye
Mainz, (Almanya) 20.12. 2014