Reva Osê
Osê di şevda reva xu plankiri wû,wî çend kinc û hîn hacetên xarinê kiriwûn zik hekîbekê.Çend ro berê ji yaylê kerwaneka Zafranci ya ji Helebê zafran û hîn tiştên din lê bar, ber vi Senbolê diçû. Wî bi wan va hînikî sohbet kiriwû, bi niyeta hûkirina ku, eceba ew terin kudere?
Ji wan derxist ku, ew ber vi Senbolê terin û ewe bi şev jî li Sivrihesar ê bimînin.
Wî hespekî baş ji bo reva xu nişan kiri wû. Ku eşir ketin xewê, ew sivika, bê deng rawû, heqîba xu avet ser milê xu, çû bi gemê hespî xu girt, heta ku ji nav kona derket lê sîyar newû, nedixwast bira kes heşar bi.
Hendû ku ina kir, denge nehli hêsp nari tu kesî, ew bazda ser pişta hêsp û da tîzika.
Wek bayî sure di nav şevê da herikî û ber bi xevna xuva çû.
Wî berê jî rîya Sivrihisarê dizanî, kalî wî li wir medrese xandî bû û ew jî çend meha li vir, bi kali xu mawû.
Wî xu li çemî Gökpinarê girt , heta gihîşt çemî Seqarê qe ranewestîya. Li ber çemî seqarê sekinî, hespe xu avda, bixu jî haceta xu dî, hînkî jî birçî bû wû ,ji hewanê çîçkî nan bi pênnêr va derxist, xar ,dû ra Goşte rîşî kiriwû nav nên, ji wê jî çend pari geskirin, goşt pirr hişk bû, ne diaht cûyînê, bi zorê di gewrîya wîda derbas diwû. Serda ji xu li ser zik direj kir, deve xu kir ava çêm û hinkî jê vexar.
Eşîr dê bav û bira, tu kes nedihat bîra wî, tenê tiştik difikirî; kelecana jîyana wî ya nû,meraqa Senbolê, çi ye wari serî wî ,heşe xu tenê bi wana va meşgûl bû.
Ji dûrva tujike kilisa Sivrihisarê xanê kir, Ro jî hindik hindik ji paş gira da hildihat,pêşta soraxî, dû ra zeraxî bû û germa xu herder girt.
Li Sivrihisarê rum, yahudî û musilman tevhev dijiyan. Li paşî vî bajarokî zindare bilind û tûj wek divariki, bakura bajêr dorpêç kiriwûn.
Bajar hîn di xewê da wû, tenê çend kuçik û çûçikê ezmên payî bûn.
Wî xana ku kerwan lê diman dizanî, hesp ajot çû ber deri, ku hîn girtî bû.
Hespe xu li ber dêri bi singîkî va girêda,torbe kaye bi seri va kir.
Zike wî jî birçî bûwû…
Bîna nani sersêlê hat poz bîvîlê, bi vê bînê eşîr û kon hatin bîra wî, bîna nanî tennurê ,nanî ser sêlê,bina hevîri teze, bînik ha tirş,teze û germ.
Osê gavekê xu dîsa li yaylê hîs kir, te ye bigote nika diya wî ye bi quncîkî cila, nivîna wî bikşîne û bane ke;
Oso Oso de rawi ! Ro hat nîvro,malneşewitîyo! Tu yî hîn di xewêda yî?
Bo yî wê diwêjin;
Mala Hecibrama ku radekevin, tu ye bê qey em dimirin.
Osê bîra dîya xu kir, xembar bû, Te ye bigote qey kevirikî gir dane ser dili wi. Giranîk ket zik.
Yekî bê xeber paşva deste xu avêt mila wî, ew venciqand;
Gardaş ne arang?
(Bira te li çi meze kir?)
Yekî ziravî cermşevitî, çavqeliştek bû û ji kûrahîyekê da li meriya mêze dikir.
Osê got ez ji rêka dûr têm, ji xu ra li şûnikê digerim.Him tiştekî bixwum,him jî dixwazim hinki bihna xu bi ber xudim,rakevim.
Bi tirkîya xuyî ku li Medresê hû kirî, pirsî.
Mêrik got;Haa anladim, beni izle!
(Min fehm kir, bi dû min di.) û li benda bersiva Osê nesekinî û çû.
Osê bi telaşe da dû wî. Meri dikare biwêji li dû beziya.
Paş Kerwanserayê da çex bûn û ji derîki çûk û tari da ketin zik Kerwanserayê.
Kerwanseray çarqoli, gî xani bûn, li jor ji bo yî meriya, li jêr ji bo yî heywana şun hewûn, bihnek germ û gennî dihat poz bivîla meriya.
Bivîla Osê ku li yayle tim bi hewa pak tiji, ji xewê radiwû ,xu bi vê bîne şaşkir.
Ji nerdûgane kevirda derketin jor û di quleka tarî da ketin odeka qilêr. Meriya tu tiştik ne didî,tenê hurhura çend denga dihat, le Osê tu kes neditî.tenê jor li bin asraxê, kullikê da hînik tava ro diket hundir.
Mêrik li kuncik da şûnik ra wî kir;
Oraya yativir,irahat degil emme yorgunlugunu atang!
(Xu li wir dirêj ke ,herciqas ew ne rehet be jî,tu ye bîhna xu bi berxu di!)
Osê bîze xu pê hat, le pir westîya bû, xû avêt ser. Dest û ningê xu, çîpe xu gî qerimî wûn, giran bûwûn, çito xu avêt, wakina ji ket xewê.
Bi dengî merikî bi xu hesiya.
Lên qak qak ,kerwan yola cixacak, cabix bişiler yî de sende gatil! Yohsam yine yalniz gideng, yollar hirli hirsiz dolu,tekin deel!
(Rawi rawi! Kerwan ji bo yî çûyînê xu hazir diki, Ku tu bi wan va neçû , ne başi, Rê gi bi diz û eşkiya wa tijî yî!)
Os hema bazda bi telaşe beziya jêr, mêrik hinki nani hişk bi pênnêr va da destî wî,ew hema meşiya ber hespi xu çû. Merik jî li dû wî;
Hemşerim barayi virmeyi unuttun! Bura şirket hayriye deel!
Wi ji xu fedi kir bi rûyekî sor, çex wî bû û got;
Telasdan unitmişim, qusura qalma!
Bi tirkîya xu yi neçê meçê…
Ji berika xu kîse pera derxist, bedela xu da merik.
Kerwan bi rêket, wî jî da dû wan.
Os digêje Senbolê
Qasi rokê rê çûn, berêvarê gihiştin berî Senbolê,aliyî Anatoliyê. Ji dûr va tûjike Minara û kilisa xanê dikir. Her der dar û heşinayî bû.Ji ber ra jî çemikî fere, emma pir fere diherikî.
Os jê tirsîya…
Wî pir meraq dikir, ka paytexta Alî Osmanîya, Padişahê Alemê, bajarikî çito wû, meri xu çito bûn? Wana ye çito bi wî ra deng kirina, Wî ye li vir çi bikira? Ew pirsana gî di mejuyi wî da tevlihev digerîyan û heş li serî wî dibirin,ew gêj dikirin.
Le di rê da hînki bi çend kesi din va deng kiriwû û ji wan hîn agahî hilgirti wû, ka ewe li wir here ku, li ku bimîni. Meriyî vê derê çi dixun, çi vedixun, çito radiwin, rûdinin. Ose çito li hember wan dengke , hereket ke.
Osê xu ji Senbolê ra amade dikir.
Yeki jê ra gotiwû;
Li wir medresa Xalidi Baxdadi heye, ew jî kurd e û Padişah pir ji wî hez dike ,diwêjin ew ji mala Pexember tê û alimiki mezin e, pir dizani. Deriye medresa wi ji herkesî ra vekirîyi.
Te berê jî medrese dîyî, hinkî Tirkî jî dizani, tu hema heri wir li deri xîni.İnşallah ewe te hilgirin hundir!
Ew tişt ket heşi Osê, barikî giran ji ser pişta wî rabû wû,kêfa xu hat,ku ew bi kêf bû, tim klamek dihat ser zimani wî, kilama Horê û Hecik ê va. A dilgirtina wan. A ku di şevên tarî û dirêj da li bin konna wî tim gudari dikir û dibihist.Dest bi strandina klamê kir.
Ooo beg yaniq oquyan deliganli,ben annamayoru emme hoşlaşiyoru!
Kurdçe mi oquyon?
Bi tirkî ya alîyê Engürü yê,pirsî yekî.
(Tu pir bi şewat distirê,ez qe jê fehm nekim jî,min jê hezkir!)
Hee..
got Osê .
Bi serî xu jî bersiv dida.Dû ra ji xu fedi kir û bi fîtikê kilama xu dewam kir.
Le pirr bi kêf bû. Hendû tirsa ku, ewe li ku bimîne, ji dilî wî da derketi wû.Te ye bigota qey ew tere mala bavî xu.
Bi destî xu doya hespî xu mist da û ji ber xu da ji hespî xu ra got,
Em hatin! em hatin! Çave te roni, te jî bare min, qehra min pirr kişand û westîya. Le em gîhiştin wir, eze te qeşaxi bikim û turi te bi cehekî baş tijikim.
Osê berê da ji heywana hezdikir û tim bi wan ra deng dikir.
Ji ber ku; wî deng kirina bi meriya va ji xu qut kiriwû, ji wan direvîya.
Hêsp jî, ji zimanî wî fehm dikir û bersiva wî dida.
Hesp hîriya û sere xu rast û çep bada ,boça xu rakir ,paş va li pişta Osê da, bi sime xuyî pêşîyê erd kola…
Ew dihat wê manê ku hesp ji sîyarî, xadanî xu hez dike, kêfa xu tê.
Kerwan hat li aliyê anatolyê li ser taxa Çirpici çayiri rawestîya, li vir çend konê eskerî a Paytextê xanê dikirin,li ber wan jî leşkerên bi şûr û mertal dawastiya wûn, rime direj di desti wan da wûn. Ala Padîşah bi konawa daliqandî bûn. Leşkera kincê sor zer û renga reng li xu kiriwûn, li seri wan jî kumên gir û spî ji kulev hewûn. Ji dûrva mîna dîkên ser kuligê xanê dikirin, gîştik simêl bada wûn,rûye wan qe nedikenîyan. Meri li çavi wan jî dinêrî, wana qe li te mêze nedikirin.
Serokê Kerwanê ji hespî xû bazda jêr, xu gêr kir. Di bin çava da li dor paşi xu neri,tirrik bideng ber da,berxuda keniya, bi saetan li ser hêsp herdera xu qerimî wû.Quna wi tevizi bu. Toza ser xu dawşand , tû desti xu kir û bi desti xu serçave xu pa kir, tûk bi simêla xuva jî da,simêl ber bi jorva nûr kir, wek qocî beranikî kir.Sere xu bilind kir û doq doq ,ji xu xaş, çû ber derî konî leşkera.
Ji wan nobedara ra tiştni gotin,Nobedar ket hundirî kon û gavek şûnva derket û ew ket hûndir.
Wêngê usul bû.Kî ji anatoliye bihata Senbolê ,bê destur nedikari di nav bajêr keve û ji bo bar û malî xu jî mecbûr bedelek dida.Ji xencî vê jî wana navbera xu bi efserên Osmanîyan va tim baş digirtin ku ,bira ewna ji wan ra rê teng nekin, muşkila dernexinîn. Hînik ji wan qumandanan kurd bûn û kurd diçûn cem wan, kû bira alîya zimanda ji hev rindtir fehmbikin. Ji ber ku di nav imparatoriya Osmaniyanda bi sedan millet û ziman hewûn.
Sere kerwanê hat cem kerwanê, derket ser kevirekî bilind û ban kir;
Me 100 zêr dan komandan! Li gor barî we û serî her heştir, hesp û kerekê eme vê pereyi di nav xu da berhevkin. Ka kê jêra çi dikeve, bira bîne bi min di. Eze biwim, bidim wî.
Wî bi zaniti ew pere hînkî zêde digot û hînik pere jî diavêt berika xu.
Herkesî pê dizanî, le nedixwastin vê eşkere ji wî ra biwêjin. Hînka sere xu leqandin, mûriz kirin, le para xu jî anîn, dan wî.
Os çû cem ew kesekî ji wî ra çûyîna medresa Xalîdi Bexdadi binav kiribû;
Kekê ka ew medrese li kijan taxê Senbolê yî, eze çito herim wir?
Merik bi desti xu alîye din a Senbolê ra wî da û got;
Garşi yakada ,deniz kenarindaki iki minareli gozel, beyaz camiyi gorüyon mu?
Oraya Eminönü Meydani dirler, caminin adi da Valide Sultan camisi, Yeni Cami, de dirler. Oraya gidecen ve orada soracan.
(Li taxa dina behrê li hêla meydanê camiyekê diwîni, ew li ser meydana Eminönü,yê ye û jê ra diwêjin,Valide Sultan Camisi, yan jî Yeni Cami, ji wan bipirse.)
Os; E ka eze çito derbasî alîyê din biwim?
Merik;Li iskelê keştî hene , tu ye çend quruşa bi wan de, wanaye te biwin wir.
Os ;Ka eze hespi xu çibikim?
Merik lê nêri, walla ez wê nizanim, tu dikari li vir derxîne firotinê .
Os bi fikra firotina hespî xu eşîya, ew hesp di zaroktiya wî da hevale wî bû ,qehra wî kişandîbû.
Le wî jî dizanî ku tu çareyeka din tunneyî, ewe mecbûri wî bifroşe.
Çû cem serkerwan û ji wî ra ewa got.
Wî got ; Ka bîne vir ez carê lê mezekim, belki ji bo xatirî te, wî bifroşim.
Çave wî dibriqîn. Hîn ku Os tevî kerwanê biwû, hespi Osê bala wî kişandî wû. Hespekê qir û seklawî bû. Ewqas rê beziyabû, dîsa jî tu nişana westandinê lê xanê nedikir,tunne wû.
Eze du zêrî sor bi te dim!
Osê buhaye hespa dizanin, lê çexkir;
Bedela vî hespi kêmtirin 10 zêr i!
Serkerwandar got; Tu dizane, mi dixast ji te ra rindîkê bikim,Tu ji mi ra hesp mesp lazim ninin! ziviri û ber bi kerwanê çû.
Osê li dû wî qîrya; Ware ware, ez didim.
Mêrik xu ha giran giran çexkir û got;
Wallah tu kezenca min jê nawe,ez tenê dixwazim ji te ra rindîkê bikim.
Qe li rûyî Osê nedihêrî.
Du zêr di kefta wî da hazirwûn, dirêj Osê kir. Osê ew hilgirtin û kir beriya xu.Dile xu pirr eşiya bû.
Ji wî û rêhevali xu xatir xwast.Qe neçû hindê hespî xu,ku biçiya nedikarî ji wî biqedi.Dizanî.
Heqîba xu avêt ser mila xu, şûre xu yî ku li hêlê da daliqandîwû, duz kir, kince xu dawşand. Li bejn û bala xu mêzekir û ket rê, ber bi Üsküdarê va çû.
Üsküdar li hêla behrê, li pêş meydanik hewû û wek bazarê bû.Qerebalixik mezin lê digerîya. Meri û ziman tevlihev diwûn. Li vir tiştiki bala Osê pir kişandiwu; Jin gî di nav çadoranda wûn, meriya tu serçavê wan nedidi. Ne mina eşîrê kurmanca bûn. Li eşîrê keç, jin û bûk serçav vekirî bûn, tenê jini pîr kofî kitan didan serî xu û şehr li ber eniye dişidandin.
Os çû ber keştiyeka çûk û jê pirsî ka ew terin alîyê din yan na.
Keştîwan yane qayikçi got; bazde ser!
Ew lê sîyar bû, keştî li ser behrê mîna hellika deliqîya. Osê ji tirsa xu qe nedilivand û bi desta kêleka wê girtî bû.
Ew tiji bû şûnva du xort bi bêrên bi ber hatin, yek li pêşiyê, yek jî li paşiyê rûniştin û bi hevra bêre xu ra avê dan û dibirin, ew li ser avê ra xijdiwûn diçûn.Gavek şûnva Osê tirsa xu anda bû ,şûna tirsê kêfê girt .Ew mîna lîstikekê bû.
Ku ew gîhiştin alîye din, yekî ji wana benik avêt taxê din. Merikî ew ben bi singekî gir va pêçand û girêda, dû ra bi wî benî ew bi berxu va kişandin.
Herkes bazda jêr. Os jî bazda. Çav tim li minara Mizgefta spî bû.Ji bo yî ku wê anda ne ke. Xu li wan girt û çû ket hewşê. Mizgeft gî bi kevra avakiriwûn, pirr gir bû. Zarya ce didan gogercîna(kevok).Bi seda gogercîn li ezmên û li ser erdê xanê dikirin.
Deriyî mizgeftê ji darê û qasi 3-4 metro bilind wû.Çû ber deri û li zengulî deri xist.
Ji paş deri da denge gavi sivik û nerm dihat bîstine…
Û denge şivikkê li kêvir dikeve…
Ew ji bo yî Osê deriye qedera wî bû, ew deng jî denge qedera wî.