Os li Medresa Mevlana Xalîdî Neqşîbendî
Os siwê bi dengî banga Mela Şewqî payî bû.Hema xu berhev kir ,çû derva li ber şadirvana Mizgeftê desmî ya xu hilgirt û beziya zikî camiyê.Cemaata siwê pirr ne zêde wû.Wî jî bêyî ku dêng derxîni, hema xu da hêla rêza paşiyê,û tev li limê(Nimêj) bû .
Mela bi dengî xû yî dawûdî û xaş bi cemaatê va ibadeta xu kirin û li doya ibadetê herkes bi lez û bez ji camiyê derketin. Piranîya wana esnaf bûn ,hînik jî rêwî û telebeyê Dergahan bûn.
Di nav wana da yek yek jî zabît û memurên padişah bi kincê xu yî resmî yên dibriqîn, xanê dikirin.Kinci wana pir bala Osê dikşandin,kefa wî pêdihat .Pirr cara ziq diwû li wana mêze dikir.
Os derket ber dêri ,li mehbîna Camiyê ,li ser diwaneka ji texta rûnişt, hetanî ku herkes belaw bû .Mela li dû giştika derket ,sole xu kirin pê ,sere xu bilind kir, ew li wir dî.
Hat hindê;
Osman Efendî! ez dorberî mizgeftê hinkî berhevkim ,dû ra ez te biwim teslîmî şûna te,medresê bikim!
Mi tu ji bîra nekir,qe meraq ne ke!
Osê li rûyî wî mêze kir û bi çavi xu jê ra keniya.
Serîye xu ye tewand, got: Erê.
Wayî pirr bi wî îna dikir, pê bawer bû.
Ew benne wî yî li Stenbolê bû, Osê xu bê tirs û xof pêva girtî bû.
Os çû jêr, bare xu girêda ,li pişta xu kir û hat li ber mizgeftê bende Mela sekinî.
Di zik barî wî da ,nîvinik, çend kinc û kol hewûn.
Mela hat got ;
Bi dû mi di ,eme çîçikî biwestin!
Ketin ranavi sûk û rîyên Stenbolê ê teng.Rê waqas teng bûn ku li hîn dera tenê hesp yan jî heştirekî bi bar tê ra hildihat.Li herdû aliyî rê jî pirranî male ji dara hewûn.
Yek cara perda ber pencera dilivîn.Osê jî bi meraqakê lê dinêrî,dizanî ku li paş wana meri hene ,pirranî jî keç û bûke Stenbol ê.Osê ew jî pirr meraq dikirin.
Hîn cara qame çûn ,hîn cara jî ji palekê da daketin, hatinli ber derîkî ji dara rawestiyan.!
Hilma wî miçiqî bû.
Mela li dêri xist, gavik şûnva xortekî çend sala ji Osê mezintir, deri vekir.
Ku wî Mela dî, bi hurmetekê mezin hema xu dirêjî wan kir, bare wan hilgirt.Sere xu xûz kir û got;
Kerem ki Mela ye min!
Di bin çava da jî li Osê mêze dikir.Xortekî rû pak bû,zirav û delal…
Ew derbasî hundir bûn li ser dîwanikê rûniştin.
Mela got; Ka şerbetekê ji me ra bînin!
Xortekî din meşîya, du şerbet di qadaxên camkî û rengîn da anîn.
Wana ew di serxu da kirin, pirr xaş bû, Kêfa Osê pê hat,fedi nekira e yeka din jî bixasta!
Mela Şewqî pirsî:Ka Abdullah Efendi tunne yî? Ez Osman beg teslimi we kim,Ji vê şunva ew jî endame cemaata me yî, xortekî ji Engürü yê ye,pirr biaqil û xadan hurmet e,ji maleke baş i!
Bi pesnê kêfa Osê hat,herçik diçû hîn zêdetir ji Mela hez dikir.
– Osman biwin şûna wî, usul û adabê vira jê ra qalkin!
Osê bi xemgînî xatira xu ji Mela Şewqî xwest;
Heqqi xu li mi helal ke,ez va rindiyê te tu ji bîr nakim!
Mela; Ew wezifa min merivtîyê yi,inşallah ji te insanekî baş û jêhatî derkeve, tu ye xizmeteka baş ji alemê islamê û dewleta alî Osmanî ra bike!
Os; İnşalla! ez we rûreş nakim!
Çû deste Mela paç mirin, kelgirî bûwû.
Zivirî û li du xortî ku ji wan ra deri vekirî bû ,ket çûn xanîyî ku lê bimînin.
Ew der odeka dirêj ji kevra çêkirî bû,tê da qasî bîst nivîn hewûn.
Xort,paşê hukir ku navî wî Ahmet,e, jê ra got;
Osman tu dikari li vir rakeve! ew dolaw jî ji bo tişt û mişti te ni!
Nêzikî ber dêri şûnik ra wî da.
Osê hema bare xu dayna ser wir û kince xu kirin dolaw ê, Nivîn pirr pak wûn,bîna sawûna zeytê jê dihatin.
Osê ji vê bînê hez dikir.
Ahmet got; Te tişte xu bi cîh kirin wari hola mezin,eze te bi hevala va bidim naskirinê!
Os; Xadê ji te razi be! ez hema têm!
Ahmet çû, Os gavikê bi tenê di zik xêni da ma,Li dorpaş xu mexekir, intizameka baş xanê dikir, li ber serî her nivîna jî maseka çûk û di navbera herdu nivîna da jî lamba rûn darxistî wûn.
Rawû pê û çû hola mezin, qasî depanze – bist xort li vir da li erdê, ser balîva bi nîzam rûniştî wûn, bê deng kitêwe li ber xu dixandin.Hinka ji wana ber xu da dikirin mirri mir.
Li ser pêçiya ket hundir, nedixast ew bêdengîyê xera biki.
Ahmet ew dî, got; Ware Osman! wana gî birange tene! Dû ra qala Osman kir, ew da nasandin, giştik rawûn pê yek bi yek hatin ew bi xeratî kirin,bi çavên tiji meraq û bi pirs.
Balîvik jî ra wî dan, Os çû li ser rûnişt.
Tu tirkî dizani?
Tu xwandinê dizane?
Ji ku yî?
Navî te çi yî?
Pirs li dû pirsa dihat.
Osê got; Erê, ez li Heymanê ,anatolya Navîn im,li wir jî bi çend meha çûbûm dersxanekê,mala me da jî, mezinê me gî xande û dîndar in!
Ooo, ew pirr rind i! ku wakîna yi, karî te sivik dibi!
Ji wî ra gotin.
Qala programa medrese kirin,çi ders hene, kinga dest bi dersa dikin û dû ra çidikin, hertişt ji wî ra gotin, bi hatina wî hereketek hat nav medresê,şahîyek peyda bû.
Lêva wî ya lêvse tu bala kesî nekşandî bû yan jî xu kerr dikirin, nedixastin bala xu pêdinê û dilî wî bişkênin.
Os wek yekî ji wana hat qebul kirin.
Vayê Os hanî eşqê, Osê çi kitêw, ders dihat ber bi hemdî xu dixand, ezber dikir.Çî kar didanê hema dikir,yek ne dikir dudu.
Çend meh şûnva kitêwe vê medrese gî xandin, dest bi gera kitêbxana din, a li medresên din li Stenbol,ê kir.
Herkesî ew dieciband.Di wextekî kin da nave wî di nav medrese Stenbol e da belaw bû, hat nasîn.
Mela Şewqî jî ew serketina wî dibihîst û ku qala wî diwû, bi serbilindî digot; Dîtina wî şagirdî xadê nesîbî mi kir!
Ez rûreş dernexistim!
Le Osê hîn jî Müderrise mezin, Mevlana Xalid, Xalide Neqşbendî nasnekirûw…
Wî pirr dixast wî biwîni û ji wî hîn tişta hu biki.
Osê bi hafiziya Qur,an a bimbarek pir hezdikir, ku dest bi xandina wê dikir, ji xu diçû,her tişt ji xu bîr dikir. Dengekî wî yî dilşewatî hewû.Hevali wî yî dersxanê tim ji wî dixastin ku ew Quran ê bixûni.
Di nav cemaatê da û li nav esnafi çarşiya Stenbol ê da ew hendi pir baş dihat naskirin ê. Ku yekî mewlûda xu hewûya yan jî ji bo mirîyî xu Qur,an bida xandinê, ji wî ra xeber dişandin.
Digot bira hafizî kurd î ji Engürü yê wari.Nave wî li Stenbol ê bûwû „Heymanehli Kurd Hafız“ .
Ew yek çû guhî Mewlana Xalid jî, rokê bêyî ku haya Osê ji wî hewi, ew jî bi dizika tev li guhdari wî bû.
Mewlana bi xandina wi ji xu çû,li piştî civînê bangi wî kir,rawû Os ji enniyê da paçkir.
Osê tehmin dikir ku ew kîyi, le hîn ew nasnedikir,şaş û metal mawû, nedizanî li cem wi çibiki, xu avêt desti wî,ew paç kirin, girî bi çava ketin, rondike wî deste Mewlana şil kirin, vê carê ji kêfa, ji eşqê, ji şawûn ê digiriya…
Mewlana deste xu li baliva hêlê xu xist û got; Danişe! ,yanê bi kurdîya jêrî, rûne Xortî delal, rûnne!
Os hinkî gêj bûwû, hevala bi çava gotin runni.Xu wek çewalikî avêt hêla Mewlana, di bin çava da lê dinêrî, bê deng,teye bigote qey dilî wî ye nika ji sîngê derkeve û mîna çûçikkê bifire.
Mewlana mêrikkî qasî 50 salî wû, rind bû, rû berdawû , le rûye xu birrî û şekirî bûn.Bi destikî tim rûye xu mist dida.
Çex Oso bû û bi Osmanî jê pirsî; Osman efendî tu jî wek min Eqrad i? (Eqrad=Kurd)
Osê got; erê!
Mewlana Xalid; Ji ku ye?
Os; Ji Engürü,Heymana, le kalî min ji Kurdistan ê, ji aliyê Ruhayê bar kirina wur.
M.X.; Hûn xadan eşîr in?
Os; Erê , em Mikaili ne!
Ku war got, M.X. yekva denge xu bilind kir, hinkî bi hêrs qîrîya; Tu min naxapîne?
Os çîcikî tirsîya, got; Estagfurullah! , Mezini me tim wakîna digotin, Eşiri din jî ji me ra Mikaîlî diwêjin!
M.X. disa bêdeng bû û got; Ji ber ku ez jî Mikaili me ,lawe İsmail Begî Mikaili me, ji aliyê Silêmanî,bajarokî Qeredax ê!
Ji bo yî vê ez şaş bûm, min bibaxşîne!
Em ji binyatekî ne, koka me yek e! meriye hevûdu ne,keniya,kêfa xu pir bi vê hatibû.
E wê derê giştika bi ew kêfa M.X. kenîyan.
Dû ra ji Osê ra got; Xorto! Tu merivekî jêhatî û kêr i!
Eger tu jî bixwaze, ez dikarim te ji bo encümeni müezzin pêşniyazî bikim!
Tu ye di bin hîmaya serayê keve, bi padişêh ve girê bi.Wêngê hendi pişta nê erdê!
Os di şûna xu da war ma,ziq bûwû li wî dinêrî.Ne digot erê, ne digot na!
Her tişt pirr bi zû eyan diwû,ew pê nedigêştê.
Wî ew tiştana di xevna xu da jî nedidîn, le giştik jî rast bûn û dihatin serî wî.
Bi dengekî nizm; „Emir kin!,hûn çito minasiw diwînin,bira wakîna bi!“ ji devî wî derket.
Mewlana Xalid hema ji xulami xu ra dest bada, ew meşiyan, tişte wî berhev kirin, ew li pêş, Os li paş wana çûn tevî Encümeni Müezzina biwin.
Os hin nû ketiwû 18 saliya xu û ew du salbû li Stenbol ê dijî.Hertişt pir pir zû diwû…
Ew ji xu xaş bû, le tenê tiştikî sere wî diêşand, xu bi xu dixar; Ew lêva wî ya diryayî.
Ku wî hafiztî dikir hîn cara dikir tisse tis,dengikî nexaş jê derdiket.
Ku ew hat bîra wî, şewatik keti sînga wî, dîya xu hat ber çava.
Serayê ji bo cami, mizgeft, dergah û mescidên ku weqfa Sultan û Şehzada ra kadroyên Mela, Hafız û müezzina avakiriwûn.
Ji bo ku ew derana bê mela û hafiz nemînin, mehanîya wana jî xadanî weqfê didan.Di dilî her müezzin û hafizekî Stenbol,ê da tevlêbûna vir derbas diwû,le bes ew ji Osê ra bû nesîw.
Ku Os çû wur bi Mewlana Xalid hevûdu hin pirtir didîtin.Ji wî li ser İslamê, tarix, rola kurda di belawbûna islamê da û behsa milletên aliyê Rohilatê dibihîst.
Yek cara jî bi wî ra qala jîyana gund û koçberîyê dikirin.Mewlana pirr kêfa xu ji jîyana kurda ku li navîna anatolyê dijîn ,dihat.
Hertim dixast bira Os qala êla xu biki.
Kurmanciya mewlana ew pirr pê nedigîhiştê.Pirranî bi Osmanî,tirkîya Stenbol ê bi hevra deng dikirin.
Wî li cem wî erebîya xu pêşta bir, li hêlê vê zimane şiir û edebiyatê, farsî ji hukir.Farsi pir mina kurmanciya wan bû, zû elimî.
Ew hêndi yek cara diçû camiya ku Padişah terin Cuma yê jî, li wir berî limêkirinê ji cemaatê ra Qur,an dixwand.
Ew di nav jîyaneka xaş da dijîya, pir kesî dile xu diket wî, dixastin mina wî,bi serketî bin.
Rokê xortekî di sali wî da û di hizmeta xususî a Xalidî Neqşbendî da wû, bi kelecanekê hat hindê wî.
Ji ber ku Mewlana Xalid temsilkare Dergeha Neqşbenditîyê bû, jê ra digotin Xalîdi Neqsbendî jî…
Osman Efendi! Osman Efendi!
Mamoste xeber şand, diwê bira Osman Efendî xu ji bo Xutba İnê, cuma yê amade ke!
Di mizgefta Walide Sultan da! Sultan Selim jî tê ji devî te Qur,an ê guhdar biki!
Ew ji Osê ra pirr bû, wek pelkê li ber bê ketî dihezîya.
Ew xortî ku ji wî ra ew xebera hanî wû, bi millê wî girtûwû û ew dileqand.
Hafiz, Hafız! Kendine gel! ( Hafız, Hafız! heşar bi!)
Moriya çavi Osê gir bû wû, Xort jê tirsiya û got;
Başına talih guşu gondu be yaw! ( Çavi te ronî! talix ji te ra keniya!)
Os venciqî, hati xu.
Got; Berxudar bi!
Û hema xu ji bo xutbê amade kir.
Di mizgeftê da di royê Îna da şûn ne dima.
Os çû cem hafiza, li ser coga rûnişt,kir Bismillah û Qur,an a xu vekir, çave xu girtin û dest bi xandinê kir.
Cemaatê dîsa wek hertim bi heyranîyeka mezin ew guhdarî dikir.Hînika bi deng digotin;
Ya Allah! , Ya Muhammed! û hînik ji wan jî digirîyan.
Padişah di Xutbeya İna da dihat camiyê, şûna wî û merivê nêzikî wî di nav camiyê da cûda wû.Osê ew nedidî, le wî ew didî û denge wî jî baş dibîst.
Osê wek hercara dîsa ji ber lêva xuyî diryayî, dikir tisse tis.Û her car jî serçave wî sor diwû…
Qur,an qediya ,dor hat hafizekî din ,Osê hilmeka gir kişand sînga xû û sere xu rakir li dorpaşî xu mêzekir.
Heyranîya cemaatê ji boyî wî pirr eşkere wû.
Li piştî limê derket derva, pala xu da diwarî camiyê û xu bi xu got;Şükür ji ter a Xadêyo! min ew imtihan jî da!
Hîn ku wî ew difikirî ,dît ku du yeniçerî,leşkerê Padişah e taybet bi simêlê xu yî palê û kincê xuyî bi suret ber bi wî tên.
Hatin li ber wî sekinîn;
Yekî got;
Sultanim seni huzura emr ediyorlar!
Sultan te dixwazi!
Hundir li Osê qetiya, Ku Sultan bangi yekî kir tenê du tişt diwûn;
Yan sere te jê dikirin, yan jî bahşişek didan te.
Osê got eywax, min herhal Qur,an ne baş xand, Padişah e serî min jê ki!
Bi tirs ket nav herdû Yeniçerîya û xû teslîmi qedera xu kir, zaten tu tiştekî din jî ji desti wî nedihat.
Bi çava li Xalîdî Neqşbendî digeriya ,le bêçare nedîdî.
Belkî ew bihata hawara wî.