
Osê bi çavên kelgirî û xembar li dûmana ku ji hespi Sîyariya dertê, mêze kîr. Xu bi tenê hîs dikir, li ser vê erdî tik û tenê. Bê kes û bêçar! Wek sêwîkî bê dê û bê bav. Mîna cewrikî avetine çolê! Eger imkânik hewûya wî ye jî xu bivêta ser pişta hespekî kumêt û tev li sîyariye Têrika bûwa. Dile wî ketî wû ew serbestî û azadiya wana, rehetiya wana. Le ew camertî ji destî wî nedihat, ne dikarî. Him dixwast ji nav êlê, eşîrê bireve, him jî nediwêrî. Dest jê nedûwû. Le hêndi xu yek ji wan jî hîs ne dikir. Os xortekî 15 salî, lawe Usî Hecîbrêm wû. Biraki xu yi din jî hewu, Meh. Meh ji Osê çûktir bû. Osê xu di nav va konana da rind hîs nedikir. Ew heyat, ew der ji wî ra pirr teng dihat. Ew pê difetisiya. Dixwast here bajari mezin.Tişt û dunya din nas biki, biwîni. Di nav mezinahiya wirda anda biwi. Ji ber kû…..
Rokê li ber kona, diya wî Zêw Xanim ê ferax dişuştin. Pişta nîvro. Germa havînê bû. Bêrîvanî ji mî dotinê hatiwûn, şîre xu li makînê xistîwûn, şîva nîvro xwariwûn û di bin sîya konada xu dirêj kirûwûn. Westiya wûn, bîna xu didan ber xu.
Mêr jî di konî mezin î berê(Qebile) da rûniştîwûn. Hînika titûn dikşandin, hînika ji di nav xu da qala pêz, şivanti û çêrê dikirin. Hînik jî wan di şûna xu da xewda çûwûn, li ber xu da dikirin xûri xûr…
Osê jî bi çend zaro din va kuçik bera hev didan. Ew yek ji lîstikên wana a jê hezkirî wû. Digotin ka kuçikî kê hîn notir e! Kuçika xu berra hevdan, bi serbin hev ketin û çûn li Zêw xatûnê, dîya Osê qelivîn. Wê ferax fol dişuştin. Ew li erdê dirêj bû, ferax jî di nav qilêr û heriyê da man. Zêw jineke pirr nerm û bi sebr bû.Tu bi ser kesî ra nediqîrya û dila kesî nekestandî wû. Le di nav ew xirecire da wê bi hêrsekê deriye lengeriyê ku di destî wê da, duşuşt, avêt zarya. Ew bersiveka bê heşî bû, te ye bigota qey xu anda kirîbû.
Deriye lengeriyê firya hat li devrû yî Osê ket. Os qe li benda vê newû. Ew gêj bû û li ser erdê dirêj bû. Ji dêv û pozda xûn hat der. Wî deste xu avêt devruyî xu, xwast xûnê pa ke, le xûn nedimiçiqî. Wî çikir ew nesekinî. Xunêka sor, germaxî, şor. Ew ziq bû, li şûna xu ma û bi çavên tirsyayî li diya xu nêrî. Diya wî jî li wî. Herdû jî şaş biwûn. Gavik şûnva heşe Zewê hatin sêri ku, halî Osê ne hale. Hema bezya çû hindê, ew da hemêza xû. Bi serî kitanê xu xûna ku ji dev lêvi wî da diheriki û li ser sînga wî ya xort da belaw diwe pa kir. Bîhna xuyê wî ya teze keti poz bivîla wê. Zêwe zûva ew hemêz nekiriwû. Ew bi ber sînga xu va kişand kir û qirya;
–Hawar, hawar min çikir, min çikir! Min xali li serî xu bikira, Ez qe tunewûma. Kor bû ma!
Min lawike xu yî delal birindar kir! Bigîhêjine cîranno!
Bi hawara wê mêr ji kona bazdan derva. Cotkar, şivan û paqij jî gî meşyan hatin li dor wan dawastiyan. Ji nav jini eşîrêda Zeynê ji birîn dermankirin û nexaşiya fehm dikir, ew him ebeya wan bû jî. Qe tu ji tiştikî ne ditirsiya. Wê hema xu avêt pêş û Os ji hemêza dya wî hilgirt.
–Ka ez li binêrim!
Dî ku lêva jor a Osê diryayî, ji navda bû yî di ciya û xûn ji wir tê. Hema kitana Zêwê bi destî xu çirand li hev nûr kir û ji mêra ra got;
–Ka titûnê ku şewitiyî bidin mi!
Wana hema ew cixaleye ku dikşandin, li ser leva wan bûn, dani wê, wê ew kir nav kitanê û bi ser lêvê
da kir. Deste xu qasî deh–panzde gava li ser hişt, heta ku xûn miçiqiya. Dû ra parçek ji kitanê jî li ser lêvê û bi stûyi wî va pêçand û bi hevra girêda, kir girêk. Du mêr ketin bin qoncî Osê û ew birin konî bavê.
Zêw wakîna li şûna xû ma wû, hîn tu mahne nedawû ew hereketa xu. Wê di heyata xu da tu li kesi jî nexisti wû, xerawi pê nekiri wu.
Zeyn û Kevot xanim hatin bi destî wê girtin û birin konî aşxanê. Ku ew li kon da rûnişt, bi yekva dev bi girî kir, mîna zarokikî çûk digîriya. Denge giryî wê zozan girt. Mêr û jin, zaro û şivan gî şaş bûn. Di nav eşîrêda ji bo tiştikî akîna, girîna jinekê bi dengekî bilind ne normal wû, eyb bû jî. Le Zêwê tu hale xu yî ku eyb û fediyê bifikiri tunne wû, heşe wê ne li sêri wûn. Zeynê deste xu avet serî wê, pore wê yî hinnekirî, sor, di bin kitanêda derketiwûn, li hev belaw belawî biwûn. Cane xuyî kalî gewr xanê dikir. Zeynê pore wê mista, ew berbi xu kişand, wek çêleka li ber şîrda, heta ku ew aş bû, wakîna man. Jine din gî li dor wan bê deng, seri li berxu xuzkirî rûniştîwûn. Ditirsiyan ku dengeki derxin. Ji derva viziniya moz û mirîşka, arriniya kera û ewtîniya kuçika tevlihev diwû. Os di nav konî bavî xu da, di hemêza apî xu yî Ismail da bê deng, bê livandin ma wû. Bavê di bin çavada bi tirs li wî dinêrî. Mêri bera Hecibramiya, Huse Xanê, Topo, Elike Mertalê û hîneka din jî çaya ku ji wan ra hatiwû, bi dengekî bilind qult dikirin, vedixwarin. Firi fira wan bû.
Lêva Osê nika bi titûna dawûn ser, zîz zîz dişewitî. Hînek titûn jî diket devî wî. Ji bo yi ku wî nedikarî li hindê mezina êşa xu bini ziman, titûn di devî xu da jî tuv derva biki, wî ew titûna hindik hindik cû, bi cûyîna titûnê kêfa wî dihat, Gavik şûnda ew tenê bi tehma titûne ku dicû va mijûl bû. Wî êş û azara kujilêvêdadihat,jixuvabîrkir.Ûdi hemeza apî xu yî İsmail da ket xewê.
Wana ew di nav konda li ser kulavikî dirêj kirin, bixu jî çaya ku ji wan ra hatiwû û sar biwû, dîsa teze kirin û bi titûnê va, bê deng wexwarin. Hundire kon bi dûyî titûna wan tiji bû. Di hêlikê da jî ew zarokê ku bi Osê va tevhev kûçik berra hevdawûn, bi dilikî xusucdar, ji mezina ra qala ew nebaşiya ku bûyi dikirin. Melleyî eşîrê, Hec Osman jî şîret didan wan ku bira tu carik din ew tiştana newin.
–Xortno hûn diwînin, ku meriya bala xu nedayê, ji lîstekeka çûk, qezayê mezine biwin ! Gere meri bizani, li ku çi tê kirin û nê kirin!
–Erê erê!, Mil Osman rast diwêji! digotin meri din û bi serî xu jî ew tesdiq dikirin.
Osê heta kû birîna xu rind bû 3– 4 hefte derbas bû. Wi nedikarî bixu û vexu. Zewê weka ku ew hînnû hatiyî dunê û wî dîsa dimêjîni, ew dikir hemêza xû , yek bi yek pariyê wî di devi xu da dicûn û didan devî wî. Ava wi dida wî. Piştî 4–5 hefta birîna lêva wî rind bû, le herdû aliya bi hevra negirt. Di navberê leva da valahî ma wû. Ku wî deng dikir, ji devî wi tise tisik derdiket. Hevala, Zarya jî qerfe xu bi wî dikirin û nave wî „Lêfse“ lêkiriwûn, yanê lêfdirya. Ew nava qe li dilî Osê nedihat û pê pirr bi hêrs diket. Yek cara jî ji bo yî vê li zarya dixist. Ew Osê ku ji hevala hezdikir, rûken çûwû, li şûna wî yekî eqsî, jixu su, bê heval û bê deng hatiwû. Bi tenê digeriya, kesî ra deng nedikir û nediwû heval. Ji wê bûyerê şûnva bi diya xu va tu kelimekek jî nekir. Wî di ziki xu da diya xu bi ew halî sucdar dikir. Ew sarwûna wî bala dê jî dikşand û pê pir diêşiya.
Bi mêri xu Usê va li çarekê digeriyan, le tiştik ji destî wan nedihat. Ji wî ra bi dizika, beyî haya wî le hewi, ayet nivîsandin, nusqe çêkirin û kirin nav kinci wî. Ava lêxandî dan wî. Ji gundî şêxanê ji mala şêx yek anîn û Kone ku ew lê radikevi dan xwandinê. Le tu tiştikî lê feyde nekir. Wî ji vana ji sûd, feyde vernegirt. Herçik mezin diwû, diwû xort, zêdetir xu ji nav civakê paşva dikşand. Hevala qala dilgirtina xu dikirin, diçûn dawata û li keçika dinêrin. Le wî xu tev wana nedikir. Herçiqas di zikî xuda vê pirr bixwazi jî, ew ne dikir.
Dile xu kiriwû keçikekê
Hew, Hewa Yeho. Hew yeka bejn dirêj û nav zirav wû. Guli wê heta navê dihatin, çavî xu ne kesk, ne jî heşin bûn, weka ava çema heşinaxî wûn.Yeka camêr bû tu ji tiştikî neditirsiya. Di şerda li ber mêra dimeşiya. Ji pir xorta camêrtir bû. Li hêsp siyar diwû, şûr bi kar dianî û tîr davêt. Bi xortava diket iddiê. Pirr cara jî le hember wana bi ser diket. Ji bo yî wê, vê ra digotin Deli Hewê. Ji bavî wî ra jî ji bo yî camertiya wî digotin Deli Yeho. Ew pêlwane Mikaîliya wû. Osê jî dile xu ketiwû ew camertiya wê. Hewê jî ew pê dizanî.Yek cara ji hevra desmalek, yan jî ku aqtar ji nav kona da derbas diwûn, Osê şekire akide, helaw, loqim û nok dikirandin ji wê ra dişandin.
Ose li dû dirandina lêvê xu tu cardin bi vê ra deng nekir. Ku ew didî, jê direviya. Hewê yek cara fedi û eyb li hêlikê dihişt û dida dû wî, ji boyî ku bi wî ra çend gotina bidi û bistîni. Li çavî wî mêzikî. Bejna xu yî dirêj li ber wî ba ke. Jê ra naza biki! Le Osê ew firsend nedida wê. Hewê li ber vê pirr cara xu diavêt taldekî û bi hers digîriya. Êlê jî dilgirtina wan dizanî û ew wek dergistî dihesiwandin.
Rokê berbangê avêt, dîkan ban dan, Zêw heşar bû, rawû limiya (Nimêj) siwê biki. Çû derva av ro mîsin kir, gore xu derxistin, piye xu vemalîn û destmê girt. Berî ku heri ser limiyê, wê jî qezaya hatiyî serî Osê vir da tim diçû li konî ku zaro têda radikevin, li Osê dinêrî dû ra li ser limiyê disekinî. Deriye konî wî veda, mezekir ku Os ne li şûna xu yî. Nîvîne wî nîv vekirîni, çû deste xû da ser şûna ku ev lê radiket, ew der sar bû. Bi xu xu got evî zûva heşar bû yî. Diwe ku derkeve mîzê yan jî li heywana dinêri. Çû li derva nêrî, tu li derikî ew nedî. Ket zik konî Mêrî xu, ha bi dengekî sivik ban wî kir;
–Uso! Uso! rawe rawe, Os di cilla da tunneyî! Usê nîv bi xewî, nîv bi payî;
–Os çima tunni? çûyî ku?
–Nizanim, le ne di nav nîvîna da ye û li derva jî nini.
Gumanek bi tirsê va tevlihev, hindik hindik di dilî wê da gir diwû û pê sere wê ditevizî.
A ku ew tim jê ditirsiyan, hatiwû serî wan? Os ji wan reviya bû? Osê ew terikandiwûn?
Usê jî ji nêrina wê fehmkir ku ew çi difikiri.
Li bendê sekinîn ku herkes ji xewê rawîn û dû ra yek û yek li kona geriyan ji wan pirskirin.Tu kesî ew nedîwî wû.
Telaşik kete nav eşîrê… Dû ra mêr û xorte Êlê li hespi xu siyar bûn li dor çaralî va hespe xu ajotin. Çiqas Êlê Kurmanc û Tirkmena hewûn lê geriyan. Li alî Mirdêsa, Canbega, Reşiya, şexzîniya, Zirka, Ruta, Sewêda, heta bigehije Elkecika lê geryan, le ew tunne bû. Te ye bigota erd qelişiyî û ew di navda con bû yî. Tu derik nehiştin ku jê bipirsin. Ew gera li wî, bi roya dewam kir. Le tu kesî Os nedî wû. Os di şevekê da anda bû wû.
Mikailiya wextek şûnda, beri wexta zivistanê hat, ji bo ku herin qişlê, kone xu berhev kirin li hesp, ker û heştira barkirin û ber bi rê ketin. Ji çiyayê Aydosa diçûn Anatoliya navin, hoza Modan.
Di mala Usî Hecibrêm da xemgîniyeka bê emsal hewû. Ken û şahî
li dev û rûyî wan tunne wû. Eşir jî bi wan va diljikestî û birîndar bû. Reş girêda wû… Ku kerwan derket rê, Zêwê sere xu tim li paş xuva wû. Stû lê diqetî, le wê xu çex nedikir. Li benda siya, bejna Osî xuyî delal û zirav bû. Li benda dengî wî wû ku li dû wan biqîre û biwêje;
‘‘Eyê, Eyê ezî va mi, li virim, bisekin! li benda min bisekin!‘‘
Hêlikê da jî giriye çavi xu ji xelkê vedişart. Le ne di destî wê da wû. Hêstir mina barane ji çava da xar diwû, dirijiyan. Girîyeke bê deng û ji dilda, Te ye bigota qey ronikiya çavi we dirijiyan. Qundik li ser zindarîki kon bû wû bi çavê xuyî gir û bi tirs li wê dinêrî.
Do ye heyî…