Li nêzikî Enqerê, qasî dirêjiya riya rokê, dûrî Heymanê li ber hozikê heşîn û zer, li
bin girîkî sor û bilind qasî 30-40 konî reş xanê dikirin. Li paş wana zindarên gewr û bilind û di nav zindara da jî qewar û şikevtên mezin hewûn.
Li nav hozê da darik çinarê, gir û fere sere xu ber bi esman va bilind dikir. Piraniya Kona di bin darê da wûn. Hînik ji konan jî li ber îna webûwûn.
Payîz bû, payîzek germ û bêdeng. Wext ber bi hêvarê wû. Jina şîrê beriyê hanîwûn û dikelandin. Hînek jina jî, ji boyî şiva êvarê haziriya xu dikirin. Çend zarya jî ji bo arî şîvê qirş û qal berhev dikirin. Kerîk heştir, qasî sed deve û hesp li palê mexel bûwûn. Çend kera jî xu di nav xaliyê da dirêj kirûwûn û hînek ji wana jî xu li ax û xaliyê war didan. Li ber kona çend kuçik çexdiwûn. Ewna li bende hestiya wûn ku ji ber şîva hêvarê bimînin û bavêjin wana.
Çend xort jî li hespe xu siyar bûwûn û ketiwûn iddia ku, ka kî ji wana zûtir û baştir li hêsp siyar diwi. Ji serî hozê da heta serî din hespe xu bera didan. Helekê da jî dixastin bi vê camertiya xu ra keçiki aşîrê bidin.
Qorik keçik bi kinci renga reng, fistani fere û bi firfir, li jor fistana da qutni, li ser wana jî qutikli wana wû. Li nava xu kembera zerînî yan jî zîvînî girêda wûn. Di stûyî wana da qor bi qor zêr hêwûn. Hîneka ji wan teşî dirêsandin. Di devî hîneka da jî benîşte kerengê hewûn û ew bi kêfikê dicûn. Çîrki çîrka benîştî wan heta zindara diçû û ji wir jî li hozê belaw diwû. Wana li xorti siyar dinêrîn û bi wan dikeniyan. Ên ku ji wana dilgirtî wûn bi fedî û dizika, di bin çava da li xorta mêzedikirin. Keçiki din jî bi halî wana qerfe xu dikirin û dikeniyan.
Bêdengiya kona bi dengî nehlên hespa hat birîn. Ji jor da meriya dûye komik siyariya didît. Keçika ew dîn, peşta bi meraq lê nêrîn. Jinên ku şîr û şîv amade dikirin, rawûn pê û sere xu ber bî siyarî ya va dirêjkirin. Ku siyarî herçik nêzik kona bûn, şûna meraqê çîçik tirs jî hilgirt. Bi hajotina sîyariyan wana lê fehm kirin ku wana pirr jî ne ji bo dostiyê tên. Wana hema bangî zaroka kirin û wana kirin navî kona. Hînek jin jî beziyan nav kona û xort merên ku li du nîvro, li dû beriyê westiya wûn û bîna xu didan ber xu, xeberdar kirin. Xortên ku li nav hozê hesp dibezandin, dîn ku komik siyarî tên, wana jî deste wan li ser şuri wan, ji bo şer, ji bo kuştin û mirine amade, hespe xu ber bi konî eşîre va ajotin.
Demek şûn va sîyarî gihîştin kona. Geme hespi xu kişandin, herder ji toz û dumane da ma, çav çava nedîdi. Sîyarîyekî li ber wana simêl bada û bi rû dirêj, ji hespî xu bi şatafatikê bazda ser erdê. Yekî bejn dirêj û reş bû. Li serî xu poşîk pêça wû. Li piştê wi di ew germa havine kurkek hewû, di zik kurk da qutikîkî sor bi zerînî çîn bi çîn li xu kirîwû û piştik li navê xu girêda wû, Xençerek pozik tûj û gir radawû bin piştîya xu. Kevana wî li piştê wû û heqiya tîra jî di hêlê da dadiliqî. Li hêla çepê jî şurekî dev fere û poz xar dirêj diwû. Li dû wi sîyarî e din jî ji hespê xu bazdan li dû wî dan sekinandin. Meriya dizanîn ku ew serê siyarîya ye.
Eşîr, Êl jî ji koni xu derketî wû bi meraq, tirs û xof li hember wana ziq bûwû. Li peşiyê mêre aşîrê, li dor wana Xorte wana di her salî da. Hema li paş wana jî jin, bûk û keçê wana xu war dîk kiriwûn, disekînin. Te ye bigota qey ku şerek derkeve, yê xu hema bavêjin ser siyaran. Amade, bêtirs, ji şer û xu parastina ra hazir! Wana bi çavî xu yî wek ar yek bi yek li va siyariyana mêze dikirin. Bi vî avayî eşîr li dora wana bûn helqe.
Dû ra, ji konekî ji koni din girtir û bi cil, ber û gelta hatiwû xemilandin da mêrikî kal derket û giran giran ber bi siyarî ya hat. Li sêrî kumikî ji kulêv hewû, li dorî kum jî poşîyekî ji evrişîm warda wû. şalikî tîş tîşî ji heriya bizina û li navê piştikî dîsa ji qumaşî helebê girêdayî wû. Di ninga da çarixa ji çermî komîşa û goreka rîsînî û zirav xanê dikir. Bê dengiya ro bi dengî wî yî dawûdî hat birîn.
Çaxa we bi xêr sîyarîno!.. Hûn bi xêr hatin! Keremkin çelqemasteka me vexun, di vê germê da ê rind bi!
Li ser daweta wî xort hema beziyan ji gema hespê siyarî girtin û her yekî hespik kişandin ku biwin wana avdin û turî cê û kayê biserî wan va kin. Jin û bûk bi gotina serokî êlê Hecîbram beg fehmkirin ku wana ye ji mîvana ra sîfrê amade kin û ketin telaşa wê. Zaro eşîrê jî bi meraq yek bi yek li sîyarîya dinêrîn.
Seroke eşîrê û sere siyariya hevûdu hemêz kirin û li hêla hev derbasî konî wî bûn. Komik ji siyarî û mêrê aşîrê jî bi wan ra ketin zik kon. Merê aşîrê gî li herdû hele konî seraşîr li pê herdu dest li ber zik bihevra girêdayî û sere wan xuzkirî dawastiyan heta ku Hecîbram Beg û sersîyar di nav wan da derbas bûn û çûn li ser nîvîn û minderên ku li quncî kon da raxistiwûn, rûniştin. Dû ra sîyarîye din û mêre eşîrê li gor sal û meziniya wan yek yek rûniştin. Hundirî konî serokeşîr da li hercar dîwaran bi gelt û berê cçîn bi çîn lê hatiwûn darxistin.Hema li ser baliva Hecîbam Beg ji livayê bizina xalîkî çûk bi toltolika xemilandî hewû û li herdu alî wê jî du heqî didaliqîn.
Li erdê jî li herdu aliya dîsa Kulave dirêj û bi rengekî sor bi avakî gula xemilandîwûn, hatibûn raxistin. Li ser kulava jî dîsa balîvên xalikî ê ji ali Reşiya daynawûn. Navbera wana da tu tiştik tunne wû û erd xanê dikir. Li ber derî kon jî dîsa ji berek hatiwû darxistin. Du pakij (Xizmetkar) li ber dêri li pê sekinîwûn û çave wana tim li Hecîbram beg û li herdû lawi wî Oso û mehê bûn. Ku wana tiştik bixwasta, tenê bi nêrîna xu ew didan fehmkirin. Paqij jî hema berda duçûn ku ka beg ji wana çi dixwazin. Ew yek cara Lêgan û misîn bû, li dû xwarinê, yek cara ji mîvana yekî hacetek xu diwû, yan jî çay, qehve dihat xwestin. Ji paqija yek bazdida diçû konî ku wek aşxane dihat bi karanîn û ew ji kevanîya ra digotin û dîsa dihatin şûna xu li ber derî kon digirtin. Ku jina tişte ku wana xastî amadedikirin, dihanîn ber derî û didan wana, wana jî ew li mîvana belaw dikirin. Pêşta didan bêg û dû ra jî dirêji mîvanî herî kal yan jî bi xatir dikirin.
Ku Hecîbram li ser balîva xu rûnişt, sere siyariya jî rûnişt, dû ra ên din. Hûndire kon çîçik şerqa ro didayê, di herdu Qulan da dirêj diwû, diçû li çavî siyariyekî gir, reş û herderî xû bi pirç diket. Ew mêrikî pirr xof bû. Bi lexistina tîje ro xofbûna wî hîn jî lê zêde diwû, ew dikir merivekî bi tirsê. Dû ra yek û yek mêra dev bi kuxikê kirin, kesî denge xu nedikir. Ew bêdengîya bi dengî Hecîbram Beg hat birîn.
Mivanên ezîz hûn bi xêr hatini konî meyî fiqari!. Insallah hûne ji mîvandariya me dilxweş bin! Eger hûn li qusura min nenêrin; gelo min hûn rind nasnekirin, hûn kîne? Ji kîjan qabîle yan jî ji Êlê ne? Ji ku tên û terin ku derê?
Bi rastî Hecîbram Beg jî mêrê aşîrê jî dizanîn ku vana sîyariyê Têrika ne. Wê demê, diz û eşqiya yên têrikî li wan deran pir bi nav û deng bûn. Lê wana li gor erf û edetên xu, nexwastin dilî mîvanên xu biêşînin û bikestînin.
Li du pirsa xu wî sere xu bilindkir û bala xu da sersîyara û dû ra jî li meri din gerand. Meriya di wa nêrîna wî da bê tirsî, ji xu bawerî pirr zelel û eşkere didî. Serî siyara qala Hecîbram begê bihîstîwû. Wî dizanî ku ew kurdekî medrese xwendî, zane, ji xu xaş, destfere û bêtirs e. Dîsa wî dizani ku wî silahşore xu yî baş hene û bi dewleta Osmanî va jî eleqayekî xu yî xurt heyî. Ji ber ku wî li Stenbol ê xwendî wû û ji bo wê jî ji hukumati nasê xu yî baş hewûn.
Ew rawû pê sere xu ha nîv berbi bêg xuz kir, herdu deste xu li ber xu va girêda û bersiva wî da; Comerdî mêra Hecîbram beg ez ji têrikiya, lawe Duman begê Hesen Beg im.Vana jî heval û meriye min in. Em ji bo karikî bazirganîyê bervi çîyayên Aydosan û bervi hêla çîyayî
Bolîyê diçûn. Ji ber ku hespe me û em westîya bûn, me kone we dîn û xwest bîna xu bidin berxu, hespe xu avdin, cekin û dû ra bi îzna we dîsa di rîya xu kevin. Em naxwazin tu zehmeta bidin we û aşîra we. Le me ew cesarete ji navdariya weya mezin hilgirt, hûne ew bêwextiya me bibaxşînin!
Wî dengekî xuyî bilind û cetel hewû. Bejn dirêj bû. Serçavi xu ji li gor wî dirêj bûn simêlik nêbirî û neşekirî di ser levên wî da didaliqîn. Li hêla rastê li rû wî jî birînik kevn dirêj diwû. Ku wî qise dikir, çave wî yî çepê jî bi wî va dilîst. Hecibram Beg bê livandin guh da ser qisa wî, di konî wî da bêdengiyek hewû. Tenê ji derva denge zarya, heywana û yek cara jî denge kevaniya dihat ku ji bo yî mîvana di telaşa haziriya şîva da wûn. Herkesî sere xu li ber xu xuz kiri wû li benda şorê Beg wûn.
Beg got; Hesen Beg! Em aşira Terika baş nasdikin. Me bi wana va çend cara meriti û xisimtî çêkiriyî. Hîn ji dema ku em ji welatî xu yî berê, ji bo yî malbarkirina rawûwun em we nasdikin. Hûn camêr, şêrwan, bêtirs û xof in. Me kurmanca li hember qevîmê din tim ji we hawar xwestî yî û hin jî tim hatini. Bavî we Dumo Beg jî nasberekî minî rind i. Hûn jî me nasdikin. Eşira Mikaîliya yî kedîm ji doraliyî Bazidê me kone xu barkirin û bi gellek eşirên din va tevûhev em hatin Anatoliyê, welatî Romê. Ji bo ku em kerîyi xu biçerînin û berx û pezî niyêr bifroşin Stenbolê û bi pê idara xu bikin. Le wekî eşîrê din em bi fermana padişahî Romê, Sultan Mahmud mecbur man li va derana bi cî war bin. Erê hesreta Bazidê û Welatî xu yi berê di dilî me da wek birînekê yî. Le çiqas heyf e ku em cardin nikarin bizivirin ser axa kal û bavan. Hûn jî wek me ne, qedera me yeke! Hûn bi xêr hatine konî min. İnşallah Xadê me li hember we nede fedî kirin û eme xizmeta we bikin. Mikaîliya hîn tu cara li hember mivana ey rûreş nekirimi!
Li dû şîvê siyariyî we eme li kona belav kin. Tu Hesen Beg li konî min mîvan e. Li dû gotina wî kenek li rûyî mêra giştika peyda bû, ewna gî rehet bûn û her kesî bi î hêla xu va hevudu xêrhati kirin û dû ra jî meri Mikaîliya yek yek rawûn û çûn deste siyariya toqe kirin. Ji wana hînika hevûdu berêda nasdikirin. Wana hevûdu hemêz kirin û paş kirin. Li dû silavkirin û xêratî kirinê her kes li şûna xu rûnişt. Hînek ji
mêran bi çend siyariyan va derketin derva û çûn hespa ce kin û biwin avdan ê.
Vana din jî ketin sohbetik xaş û kûr. Ew sohbeta wana demik şûnva bi hatina bûkikê hat birîn. Wexta şîvê bû. Ew çend xorte li ber kon li pê disekînin, hema bazdan û dan dû bûke. Ji bo yî ku wana xarinê bikşînin hundiri kon.
Çend zarya hema ziniyê (sifirê) û paxirî tolkirin anîn, hînek ji zarya jî yek cil û yek kursî anîn. Pêşta kursî daynan ser erdê, dû ra ew paca sifre avêtin ser û zinî jî li ser dirêj kirin. Sifrek li ber Bêg û Hesen Beg û çar sifrê jî li dor wana daynan. Mêr gî li dor wana li gor salê xu û giraniya wana di nav civakê da li dorê rûniştin. Xortikî bejn dirêj û hînnû rû derketiyî, tasa şorbê û kevçiye darikî anîn ser sifra Bêg. Li hêlê jî nane hişkava. Ew nana jini eşîrê di payîzê da dipêtin, hişk dikirin û ji bo zivistanê vedişartin. Li zivistanê ji ew derdixistin, bi avê şildikirin. ew wekîna dîsa nerm diwû û te ye bi gote qey ew nana teze hatîyi patin. Dû ra jî çend xorte din şorbe, kevci û nane sifre din anîn. Ew şorba dêw bû. Di zik ta dane kutkirî, maste hişkkirî hewû. Li ser jî rûne kal bi omaxê (kekik) sorkiriyi, rokiriwûn.
Ew bîna wî rûn û şorbê nave kon tiji kir.
Ew sîyarîye ku ji rê hatine û ji birçîna newqa wan ketiwû hev, xu bi zorê digirtin. Le ewna mecbûr bûn li benda wana din jî bisekinin. Ku sifre gî hatin, Bêg duayek xarinê xand û got afîyet bi. Le herkesî dîsa çave xu bera dawû kevçîyi wî. Ku wî kevçiye xu dirêj şorbê kir, li dû wî jî Hesen Begê, kal û pîri din yek bi yek bi dorê kevçiye xu berra şorbê dan. Li dû wana ji e din. Di zikî kon da nika tenê denge kevçiya û firfira vexarina şorbê dihat. Mêra bala xu didanê ku zêde ji devî wan deng dernekeve. Ji ber ku ew di nav civaka mezina da pirr eyb bû. Le hîneka ji ber birçîbûna wan, nedikarin xu kontrol kin. Li serî her sifrekê jî xortik disekinî. Ku şorba sifra xilas wû, wana hema tasa wan hildigirt û dibirin konî kevaniya, ji wir jî îcar şîvek bi herugi hişkirî ber bigoşt û qompîra va hat. Li hêlê jî xoşav. Mêra ew jî li ber çav û ninga di qultikê da xelas kirin. Li dû wê jî ji bo yî her sifrê li ziniyekê li ser pilawa dan berxik sorkirî û pîlawa jî bi mihuj, kakil û çîra va amadekirî bû. Dû ye berxê jî hatiwû xaşandin û dawûn ser dên. Li hêla vê goştî jî xoşava çîra, pivaz û nane hişkava hewû.
Ku meriya li vê dinêrî, işteha meriya wediwû, av ji devî meriya diçû xarê. Mêr gî dîsa li benda destpêkirina Hecibram begê û Hesen Begê dawastiyan. Li du destpêkirina wana, wana jî nane xu kirin pari û pariye xu bera goşt û dên dan. Herkesî ji ber xu dixar. Wana bi desta pari dikirin û dixarin le tiliye wana qe nediwûn rûn û nediketin nav şîvê. Kesî tu ecele nedikir ku, bira wana din newêjin ku wana qe nexarine, yan jî dunênedî ne.
Di hêlikê da dan bi goşt va pari dikirin diavêtin devî xu û dicûn, di hêlikê da jî bi kevçiye darikî xoşav yan jî deve çelkimêst vedixarin. Hîneka jî pîvaz jî li dû wê gesdikirin. Kesî tu tiştik nedigot yan jî denge xu dernedixist. Dengkirina li cem xarinê li nav kurmanca da tiştikî bi eybê wû. Gere meriya hema bixara û ji sifrê rawûya.
Wana di nav çend gava da ew berxana û pilaw jî gî xarin. Xortê xizmetkar wana jî hilgirtin birin û li do yê jî şîranî anîn. Kevaniye Mikaîliya pirr bi nav û deng wûn. Nave wana, şîve wana heta gîhiştî wû idara Enqerê jî. Ku memurekî dewletê dihat va hêlana, dixastin li konî Mikaîlî biwûn mîvan û li vir bixûn. Ji ber ku wana dizanîn ku Mikaîli him di hêla pakijiyê da pirr cindî ni, him jî kevaniye wana xaş şîva didin ser. şîranî hat ku wana hêcîr û mihuj di rûnî kal da qewirandini û li ser jî kakil kunci rijandini. Mêra dîsa nanê xu kirin pari û bi wê ew şîranî jî bi îştehika mezin xelaskirin. Di nav kurmanca da şîv li dû xarinê hindik jî di sehenê da dihiştin. Ji bo yî bira wana din nefikirin ku wana heta nika qe tu tiştikî wakîna nexarini. Le tehma va şîvana fedi û heya jî navberê rakiriwû. Wana çînîk gi bi nên biriqandin!
Li dû xarina şîrênî sifre bi avakî lez û bez rawûn, sizik, serbirge hatin û dorber hat pakirin. Dû ra jî xorta legan û mîsin anîn ku bira mîvan dest û devî xu bişon.Wana her yekî peşgirek li ser milî wan û sawûnek jî li destî wan da wû. Avê di mîsin da germkirî wû. Pêşta Hesen Beg hat û av li destî wî kirin. Wî pêra deste xu bi sawûnê şuştin, para jî ew deste xu yî sawunkirî bi du tiliyî xu bir kir devî xu, dev û didane xu jî bi wî avayî şuşt û pa kir. Li dû wî jî Hecîbram Beg û mîvani din ew wezîfe bi dorê anîn şûne. Qasi 30 kesî ew şivxarin û destşuştina di hûndirî niv saetikê da xelaskirin.
Li cem kurmance eşîr xarin bi vî avayî bû. Bi lez û bez! Paşê mêr derketin derva. Hîneka ên ku hacete xu hewûn berbi nevalê çûn ên ku dixastin tutinê bikşînin û li hindê mezina ji ber fediya ew nedikarîn jî çûn yek cixale pêçandin. Li du va şîvana kişandina titûnê jî pirr xwaş diwû. Zaro eşîrê jî bi qarandin û çîcikî jî bi tirs li sîyariye Têrika mêze dikirin. Ji ber ku mezini wana di şevi zivistane yê dirêj da tim qala dizî û eşkiyatiya Têrika dikirin. Ji ber ku ew eşqiyaye bi tirs û how, ew dize bi nav û deng nika gî li wir wûn. Wana ji serî da heta ninga bala xu dida wana. Ji bo yî ku wana paşê ji heval xu ra qala wana bikin. Û xu di lîstikê da wek wana bikin.
Hînek ji zarya jî nediwêrin warin li wana binêrin, xu di bin pêşa dê û pîrên xu da veşartî wûn. Ji ber ku meriya war qala wana kiriwûn ku wana zarya direvînin û wek hûtan e û pirr hov in jî. Ji zarya komek jî li benda qedandina kişandina titûne wûn. Wana jî hema dimeşiyan û boçike titûnê berhev dikirin û li navhev da di derik dizikî da ew bi kêfekê dikşandin.