Derîye camiyê giran giran bi dengekî mîna tekera gaxnîyê derdixist, wewû, li ber dêri kalekî girî
rûspî peyda bû. Cemekanîyekî spî û heta erdê dihat, li wî bû, di ninga da solê ji dara hewûn, ning xasê wûn. Li sêrî kumekî bi desta hatiwû ûnandin û li dor kum jî poşîkî zeraxî şidandî wû. Ji çava germehîyeka însanî belaw diwû, li ser çava jî brûye spî û qaling dirêj diwûn.
Osê bi dîtina wî ji xu va heziya, kelecanek ket dilî wî. Mêrikî kal ji wî ra; Tu bi xêr hatîyî mala Xadê! Ka ez ji bo xêra Xadê çito bi te ra biwim yar û yarmetdar?
Dengî wî ewqas nerm û germ bû kû ,wek bawekî,wek mezinikî ji malê. Ew tirs û kelecana Osê bi yek va anda bû.Osê got; Ez li dergaha Mevlana Xalid digerim, dixwazim biwim telebe wî, li ber wî bixûnim, ji boyî vê ji Engürüyê (Ankarayê) hatim.
Merikî kal carike din li wî nerî, Li hemberî wî xortekî hinnû simêl derdikevî,di nav kinc koli kevn û çilmisî da, bi rûyikî westîyayî, lê bi çavên tiji xastek û hewîdar disekinî.
Wî zanî ku ew rastîyê diwêje, parsek nini.
Ji ber ku her ro, çend kese wek wî dihat ber derî wana, le piştî roya ku hîn kinc minc ji wan hilgirtin û zike xu têr kirin, bê xeber ji holê anda diwûn, kesî jî ew tu carik din nedidîn. Le ji hal û wexta vî xortî da tiştekî din hewû, tiştekî wek daxwazê, wek hêrsê, bi rawestandina wî da eşkere diwû ku wî ew kirîyi heşî xu û bi biryar hatîyî Stenbolê.
Mêrik go; Wari hundir xortî delal, tu rast î, wira derîyê Xalid Efendî ye!
Osê merase xu derxistin, gorên wî gî qiler bûwin û di pehnî û peçîya girikê da jî dirya wûn.Ji xu fedî kir, ew fedîya wî bala wî kalî kişand, deste xu avêt ser milê wî û got; Xorto ew ne mesele ye, ku me tu bir şûna tu lê bimîni, li wir tu yê avê li xu kî û kinci xu bigorî, çi hewcedarîya te jî hewin ê li wir bên dayîn!
Derbasî hundirî mizgeftê bûn, di dêri da bi nerduganên kevirkî daketin jêr, mêrike kal li pêş, ew li paş, qasî panzdeh nerdugana çûn û gihiştin odekê.
Merikî kal jê ra got; Wira fiqarexana min i, ku kare mi tunnewû, têm li wir bîhna xu didim ber xu, yan jî tiştna dixûnim. Heta ku em terin dergaha Şêx, tu yê li vir bimîni, hinkî xu dirêj kî.Şûn ra wî da, ji bo ew lê rûnni. Os li pê ma, heta ku ew rûnenişt, ew jî rûnenişt.
Kalemêr got; Hele tu biseke, ez ji te ra çiçik xarin û wexarinê bînim. Dûra derket û gavik şûva li hemêzê naneka bajêr, guhşikî Turi û parçekî pennêr va dîsa hat. Li ser zinîyeka çûk û paxirî ewna raxistin,Osê ra got; Ka devrû xu bişo û wari em bi hevra zikî xu têrkin! Os hema bazda derva li şadirvana camîyê av avêt devrû û ningê xu, ha rind ew jî şuşt in, zivirî odê, bi serî xu û çavi xu kalemêr silavkir û li ser sifrê rûnişt. Lê li bendê sekinî ku bira ew kalemêr destbi xarinê biki.
Merik jê pirsî; navî te çiyî xorto?
Osê got; Os! Os e navî min,weka kurmancî jê ra diwêjin.
Wekî din, got merik?
Osê ferq kir ku li vira ewê navî xuyî li nav bajara biwêji, xu wakîna bidi nasandinê û got; Haa, di kutigê da Osman hatîyî nivîsandin, Osman ! Osman! Ducar kir.
Merik pê kenîya û jê pirsî; Osman tu çima dest bi xarinê nake, te jê heznekir?
Osê lê nêrî, bi xu xu got, ew min îmtihan diki herhal, ka ez li berî mezini xu dest bi xarinê dikim yan na!
Ew bibersivand; Apo me ji malê xu wakîna hukirî, hetanî ku mezin, kal dest bi xarinê nekin, em naxûn!
Haa! got merik û parik nan bi pênêr va avêt devî xu û berda jî got; de kerem ki, afîyet bi ji te ra.
Bê deng xarina xu xarin, giranîk ket ser Osê, le wî fedi dikir ku çavi xu bigrê.
Kalemêr rawû pê, got ;Tu xu li vir dirêj ke, ez derdikevim jor wexta limê (nimêj) hat, berî çûyînê ezê te rakim.
Berî ku derkeve xu ha nîvî çexkir û got; navî min Şewqî yi! Mela Şewqî Efendi jî diwêjin.
Û di tarîya qula nerdugana da anda bû, tenê denge ningi wî ku herçik diçûn bi dûrdiketin û gavik şûva jî hendi qe nehat bîhistinê. Os temme bi serxu va çû, qe nezanî çito ket xewê. Waqas westîya bû.
Bi dengî banga pîroz bi xu hesîya, Melle bi gewrîyeka dawudî, avazeka xaş, ban dida. Osê bi desti xu çave xu mistdan, rawû xu gêr kir, çû ber qullê, ka bizani ew çi wext i, çiqas ramedîya bû.
Li derva hîn tîşe ro,sorrengîya xu dida êzmên.
Wêngê pê zanî ku ew ji siwê da heta berhêvarê di xewê da mayî.
Derket derva, hin mêr bi lez, hînika jî di nav xu da deng dikirin û dahatin camiyê. Ew çû ber şadirvana mizgeftê hinik av li serçavi xu xist, hati xu.
Dû ra desmê ya xu hilgirt, ew jî tevî komê bû, bi paş Mêlle limê ya xu kir, ji Xadê ra şukur kir ku ew rêwitîya wî heta nika bê nebaşî derbas bû ye û ew gîhiştî ye şûna xu.
Ew kalemerî ku ew hilgirtî bû hundirî mizgeftê limê dida kirinê, pêşimam bû.
Bi cemedanîyî xu yî dirêj, li pêş komê hîn bi heybet bû, yan jî li ber çavi Osê war xanê dikir.
Kom belaw bû, Os li benda wî sekinî, ew hat hindê wî;
İnşallah tu rind raket?
Erê erê Ape Şewqi! got be dengekî tiji şukran!
Wari em herin ji bo danî êvarê şîva xu amade kin.
Daketin jêr, gavek bi şûnda, deriye qulê lê ket, ew çû ber, jinikik li derva bû, bi destî xu qunce şarpa serî kişandû wû ber serçavi xu, got; Min ji we ra şiva êvarê anî, xêra Xadê ye, warin vê hilgirin!
Çavi Mella Şewqî kenîyan,
Têm xuşka mi, têm! got bi kêfxaşî.
Çexî Osê bû, de Osman beg, here vê Xatûnê rûmetdar ji barî wê xilas ke, Xadê rizqe me yî vê êvarê şand, dile min xand herhal, Mi qe nedixwast ku îro şîvê bikelînim!
Os hema bazda çû ,şîv ji destî jinikê hilgirt, qe li rûyî wê mêze nedikir, him ji jinikê fedi dikir, him jî ji xu. Heta va sali wî tu kesî ji wan ra, mala wan ra şîva êvarê nehanî bû. Heftê carê evara înê dîyê wî yê ji şîva malê tijikira û wî yê ew bibira malên fiqare ra.
Bi dengî jinikê venciqî, Xorto we xar daynin ber dêri, emê warin hilgirin!
Xadê ji we razi bi ! Got Osê, bi dengekî nizm.
Şîv bir jêr, Mela sifre raxistî bû jî, li ser rûniştin û pariye xu avêtin nav, li hêla nên kevçiye ji dara jî hewûn. Ew kevçiyana li mala wan jî hewûn, li ser wana resme mevlana neqşandî bû, le wana tenê ku mîvanikî wanî ji derva hat, yan jî ku dawetek daynan, derdixistin. Bavî wî ew ji Qonyê hanîwûn.
Mela Şewqî got ; Osman ew kevçiya ji vê şûva ê te yî, te xarina xu qedand, bişo û di beriya xu ke!
Os şa bû, li Senbolê hendi tiştekî wî hewû. Piştî xarinê sifre berhev kir, sehen bir derva, li ber avê şuşt û da ber dêri. Kevçiye xu jî şuşt bi dismala xu warda û kir paşila xu. Bi şawûneka wek zaroya.
Mela Şewqî xu dawû ber dêri, li hêlikê da li wî dinêrî, li hêlikê da jî bixu xu digot; Va xorta ji malike rind da tê, rawûn û rûniştina xu dizani, hurmetkar i. Cemaatê kesekî baş qezenc kir İnşallah. Bi dengî xuyî qaling bang kir; Osman ez her êvar, li dû şivê hinkî li çarşiya Senbolê digerim, kêfa te heyî, tu jî dikari bi mi va wari!
Os pirr şa bû, sere xu leqand û got ; E zehf rind bi, ez jî Senbolê û merî vira pir meraq dikim! Û Şekalên xu kirin pê û da dû Mela…
Peşta xu dan qamekî, rê ji kevra bû, rast çep pir qerebalix bû, ji her rengî, cureyî meri hewûn, li hêla rê bi singên bilind û dirêj va lambe didaliqîn, lambê rûn. Du mêra, di desti wanda dar dişewitîn, yek bi yek ew lambana wêdixistin.
Meriyî ku li bin şerqa lambê da dimeşiyan, sîya wan jî bi wan va dimeşîya, kêfa Osê pir bi wan hat.
Mela banê kir ; Osman pirr ji min neqete, emê hevûdu anda kin, vira ne gunde te yî ha!
Osê hema da tîzika, ku xu bigêjini wî. Di rê da pir meriya Mela silavdikirin; Akşam şerifler hayr ola! (Hevara we bi xêr bi!)
Mela bersiva wan dida; Hayirlar hepimizin ola! (Bira li mi giştika bi xêr bi!) Bi osmanîya Senbolê…
Osê bala xu pirr dida gotin û zimanî wan ku zûzikê da mîna wana deng ke, biwi yekî ji wana. Bala xu dida rêvaçûna mela û ê din. Meriyî vira ne wek gundîye wî diçûn, xu doq dikirin, gave xu pirr bi ritmekê li paş hev davêtin, sere xu ha hinikî ji stu da bervi paşiyê digirtin, dest û pî jî dîsa wek çîpa war li hêla xu bi badikirin ku te ye bigota her livandina wan ji hêla kesekî din va ji wan ra tê gotin, yan jî tê emirkirin.
Gundîye wî hatin ber çavi wî, gera wan, rêvaçûna wan, meşa wan. Tu derik wan bi hevra nedimeşiyan, her alikî wan bi serî xu wu, teye bigote qey pî terin derikî din ning terin derikî din, haya seri jî qe ji wan tunne yî! Çîçikî mîna hurça, çîçikî mîna pêlwanekî li meydanê ji reqîbi xu ra meydanê dixwazi…Herdu pî yi xu nîv hemêzkirî vedikin û li ser şeqe xu jî haa xu berbi jor va dihezînin.
Ber xu da bi wana keniya.
Mela ew dî û got; Osman bi çi dikeni?
Wî ji wî ra qala ew fikarên xu kirin, qala bajarî û gundiya, xu dikir delqî wan û mina wana dikir. Ew teqlit dikirin. Li nav rê ,çarşiyê him diçûn, him dikenîyan. Melayî ku pir ciddi,mêrî giran, bi zikî xu digirt û dikenîya. Kêfa xu pirr bi qalkirina Osê hatiwû û got;
Osman zûva bû ez waqas nekenîya bûm.Te ez dam kenandinê, bira Xadê jî te bikenini!
Osê got; Amin!
Ji derî çarşiyeka sergirtîda ketin hundir. Şev bû, le hundir mina ro, hênik bû, li herdu ali çarşiyê bi sedan dukan hewûn û bi dengekî bilind ji bo yî firotina tiştî xu diqîrîyan. Cumbuşa renga wû. Bîna baharat, kakil kunci û xuya mêra tevlihev dihat, diket poz bivîli meriya, le herçik diçûn jî bîneka ha xaş, a ku Ose yek cara di konî begî êlê da, li cem Mikaîlîya da nasdikir jî nêzik diwû. Ew bîna qehwa teze herandî wû. Ose pirr ji vê bînê hezdikir, ku mîvanikî giran dihat, ew li dora konî aşxanê nediçû derikî din, ji bo yî ku ew qehwê ji mîvani giranbiha ra biwi û di wexta birinê jî wê bînki! Pirr dixwast wê wexu jî, lê nediket para wî…Eyb bû ku zarokik qehwê wexu, ew bêedebî bû. Os jî xortikî hînnû digîha û xadan hurmet û rûmet bû.
Hatin ber derî qehwexanê, ji wir xortikî panzde salî xanê dikir hema beziya û dû kursîyê ji xêsir unandî, dan binî Mela Şewqî û wî ji. Wî ew xêratî kirin, dû ra xu du gava paşva kişand û ji Mela pirsî; Mîna hertim Mela Efendî? Wî seriye xu ha nîv li ber hêlikê da tewandî wû, herdu deste xu jî li pêş xu va bi hevra gerêdawî bû, şalekî bi desta çêkirî, fere û li bin û di ser da jî kirasikî gewr û qutikiki sor bi deziyî zêraxî neqşandî, lê bû.
Mela got erê û çex Osê bû; Xorto tu ye çi wexû?
Osê hînkî xu da zorê û çave xu jê revandin, bi dengekî sivik; Mela eger musaade te hewû, ez jî dixwazim li tehma qehwekê mêzekim! Mela bi çavi xu kenîya û got; Serseran mîre mi!
Ji wan ra qehwe hatin, Osê bi ruhîkî piroz, bi dilîkî pirr şa, qehwe hindik dadiqultand, ne dixast tu bala kesî jî bikşîni ser xu! Tehmeka tehl bû, dev û bivîla wî şewitî, bi xu xu got; Xadêo! Meri çima ewqas ji wê hez dikin?
Mela dît ku wî mûriz kişand, ji wir da bang kir; Hoste! Ka çend Lati loqim ji bi me di!
Ew hatin, Mela qehwa xu bi firfirika bi deng wedixar û ser da jî nîve Lati Loqim davêt devî xu. Osê jî mîna wî kir, wekina pê kêfa xu hat, şa wû…
Mela bi cemaatê va ket sohbeteka kûr û dûr, Osê tenê li wan dinêrî, lê di hişi wî da reva wî, rêwitiya wî û ewê li vir çibiki, ew diçûn û dihatin, ew pirr jî westîya bû, sere xu berda ket û ket xewka şirîn û kûr.
Bi dengî Mela heşar bû, Mela digot; Osman! Osman! Rawi em herin mala xu! Siwê jî te biwim dergeha Mevlana Xalid Efendi! Li wir em te bi cih bikin û tu jî dest bi medresa xu biki.
Rawûn, ji cemaatê xatir xwastin û dev dan ber mizgefta Valide Sultan ê. Osê xu hema avêt nav cilla û bi heyecan û meraqa çûyîna dergehê ket xewê…