Dilê min ya ne ya ne,
kesera min daye ser keserê…
Ev yek ji peyv û hevokên di nav şînên Xelikan de tên gotin hatiye hilbijartin. Li wir di dema şînê de, bi taybetî jin distirên. Mêr û jin şînê ji hev cuda dikin lê carinan mêr jî dikevin nav şîna jinan, dema ku dixwazin jinek ji wan re bistire (zêmarekê bêje. –zêmar li ser miriyan tê gotin). Gava mêr distirên, tiştekî balkêş û kêm tê peydekirin e. Dema ku mêrek distirê, wê gavê her kes dizane ku dilê wî pir dişewite û ew bi windakirina kesê/kesa ku jiyana xwe ji dest daye pir diêşe. Şîn tim bi heman awayî dest pê dikin û teva dibin. Mêr û jin li xaniyên/ malên cuda rûdinin. Pir caran mêren ji mala kesê/kesa mirî li der ve kesên tên sersaxiyê pêşwazî dikin. Li odeya jin lê rûdinin, xwediyên malê li jorê cih digrin. Jina distirê/jinên distirên, ji aliyê jinên hatine sersaxiyê ve tê/tên hemêzkirin. Ev rewş carinan kurt diajo, carinan jî ya hatiye sersaxiyê û ya distirê beramberî li hev vedigerînin. Bi vî awayî şîn ji sibê heta êvarî dewam dike.
Di nav kilamên şînê de, bi taybetî pesindana qencî û jêhatiniyên kesê/ kesa jiyana xwe ji dest daye tên gotin. Pirî caran bedewî, jîrbûn yan jî kesayeta kesê/kesa jiyana xwe ji dest daye veng tê pêşkêşkirin: „Ez bi qurbana delalikê xwe bim“, „etika xwe bi qurban“, „delalê“, „xezalê“, „kenabarê“, „qubarê“, „birayê min ê sifreya xwe ji postê beranan“, „bêkes ê/bê bavan ê“, „kekê min suwarê hespan e“, „kesî min di wê malê de nema“, „heta ku ez dimirim, ez ê wê êşê bikişînim“, „koma bê xwedan ma“, „heta ku ez ê li dinê bim, ez ê bêjim dayê“, „ez bi qurbana goristana xelika ku kekê min lê ramediye (raketiye)“,“ew çi derb e ku li me xistiye“ „xangê xwe kor be“! Ev tev tenê çend ji wan pesindan û gazincan in.
Kevneşopiyeke gelekî balkêş jî ew e; kinc yan jî wêneyê kesê/kesa mirî, di nav şînê de tê bikaranîn. Wek mînak; dema ji distirên, wan dihejînin an paç dikin. Jin diqîrin, rûyê xwe bi qerpeşûyan xwîn dikin, porê xwe hil dikin û bi vî awahî dixwazin êşa dikişînin bidin der.
Di nav şînan de, ji aliyê xwediyên malê ve, rojê sê caran nan tê dayîn. Pir caran cîran û meriyên yê/ya jiyana xwe ji dest daye jî xwarinan dikelînin û yên hatine sersaxiyê dikin nîvan. Lê di roja şînê ya sêyemîn de, nan (xwarin û vexwarin) ji aliya mala xwediyê şînê ve tê amadekirin. Ji vî nanî re dibêjin nanê sisê. Di vê rojê de, nan bi taybetî bi navê yê/ya jiyana xwe ji dest daye te çêkirin û bi navê wî/wê tê belavkirin. Ji bilî vê, hefteyekê her êvar, nanê yê/ya mirî ji malê derdixin, yanê nanê yê/ya jiyana xwe ji dest daye, didin malake xizan.
Di rojên şînê de, temaşekirina li televîzyonê û guhdarîkirina li radyo qedexe ye. Piraniya malbatan piştî 10-15 rojan dîsa televîzyon û radyoyên xwe bi kar tînin. Berê malbata dilşikestî, heta nanê çelê dernediket, ne televîzyon ne jî radyo bi kar dianîn. Berê malbata dilşikestî, heta nanê çilê dernediket, ne televîzyon ne jî radyo bi kar dianîn, ne jî serê xwe dişuştin, ne jî mêran por û
ruyê xwe kur dikirin. Tê bîra min, pir caran spî diketin wan. Di roja çelemîn de jî, dîsa nan tê kelandin û malbat, cîran û heval tên cem hev. Bi wî awayî yê/ya ku jiyana xwe ji dest daye, tê bîranîn. Mêrên ji malbata yê/ya jiyana xwe ji dest daye, piştî ew çel roj teva dibe, nû por û riha xwe kur dikin. Berê heta ev çel roja teva nedibû, kesî kincên rengîn li xwe nedikir. Lê îro zêde kes vê kevneşopiyê bi cih nayne. Ger yê/ya mirî pir bi ciwanî miribe, meriyên wî/wê, reşiyên xwe girê didin, lê ew kevneşopî êdî kêmpeyde ye.
Li Xelikan êşa kûr salakê didome. Yê/ya mirî ji salakê şûn de, dîsa bi awayekî dayîna nan û komkirina malbat, cîran û meriyên xwe, tê bîranin. Her wisa li eyd û erefe tê yad kirin. Eyda yekem dîsa wekî rojên şînê derbas dibe. Di wan rojên cejnê yên merî bi taybetî dilgeş dibin de, tinebûna yê/ya mirî tê ber çavên malbat û cîranan û ew roj bi wan pir bi êş û xemgînî derbas dibin.
Fatoş Koyuncuer