Pêşgotin – Bi giştî hin komên ji xelkê bi eslê xwe kurd li herêmên bakûrê Îranê ango parêzgehên Gîlan, Mazenderan, Gulistan û Erdebîlê her wiha deverên derûdora Têhran û Qezwînê dijîn ku li qonaxên cûrbicûr ên dîrokî û bi şêwazî cûrbicûr carna koça ji ser mecbûrî û sirgûnkirinê, carna koça bi hemda xwe, carna sirgûnkirina kesên eşîrekê û babet û egerên din li van deveran bi cih bûne û roja îro şopa wan li van navçeyan heye. Çi xelkê ku xwe wek kurd dihesibînin, çi navên ku ji eşîrên kurdan mane û çi navçeyên ku navê wan nîşan dide ku girêdayî bi hebûna kurdan e. wek mînak Kurdkoy, Kelardeşt, Siyahkel, Rûdbar û Mencîl, Tunikabon, Xelxal, Demawend, Tarom, Qezwîn, Coybar û hwd. Kurd di dirêjahiya dîrokê da û ji deverên cûrbicûr ên kurdnişîn û bi zaraveyên wek kurmancî, kelhorî, lekî, lorî koçî van deveran kirine. Ji wan em dikarin kurmancên zaxorî amaran ku ji ser wan in, kelhor, bacelan, reşîwend (reşiyan), ustacloyan, kakawendan û yên din nav bibin. Roja îro piraniya xelkê kurdtebar ên bakûrê Îranê bi taybet ji hêla zimanî va li nav ziman û gelên cînar heliyane û êdî tu şop û bandorek ji zimanê wan ê dayîkê ango kurdî nemaye yan eger maye herî lawaz e. lêbelê desteyek ji kurdên kurmanc ku piraniya wan derûdora 280 salan berî niha di sala 1733’an li pêvajoyeka koça dubare ji Xorasanê çûne van deveran, hîn jî mijara serekeya nasname û hebûna xwe ango zimanê kurdiya kurmancî parastine û bi vî zimanî diaxivin. Ev desteya ji kurdan li çend deveran ji wan çend navçeyên cuda ji hev li şaristana Rûdbar Mencîlê, devera Talişan û Xelxalê, Demawendê û hwd dijîn, lê piraniya wan li navçeyên zozanî û berz û bilind û kesk ên şaristana Rûdbar û Mencîlê bi cih bûne. Ez li vê gotarê dixebitim ku vê navçeyê û kurdên wê ji hêla taybetmendiyên zimanî, erdnigarî, çandî, dîrokî û mirovnasiyê bi kurtî bidim nasandin.
Dîrok û serpêhatiya kurdên Gîlanê
Kurdên Rûdbarê heveşîr û hevkoka kurdên Xorasanê; kurmancan in ku ew bi xwe jî derûdora sala 1604’an ango 400 salan berî nika ji deverên kurdnişîn ên bakûrî (rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiya îro) di pêvajoyeka koça çend sale ber bi Xorasanê va koç kirin. Piştî bicihbûna kurdan li Xorasanê di serdema hikûmeta Sefeviyan – helbet ku pêş û piştî sala 1604’an jî hinek ji kurdan hatin Xorasanê – û derûdora 130 salan piştî hatina wan a Xorasanê ango 1145’a koça hîvî beanberî sala 1112’a koça tavî (sala 1733’an), di serdema paşatiya Nadêr Şahê Efşar da komek ji wan ku piraniya wan amarî (eşîra amaran) bûn ber bi bakûrê Îranê va koç kirin. Hêjayî gotinê ye ku eşîra amaran di wê çaxê da piranî li deşta Marûska Nêyşabûrê – ku di bin desthilatdaiya îlxaniya Qûçanê bû – her wiha derûdora Qûçan û Bijnûrtê dijiyan, hinek li nav gundan û bajaran û hinek jî koçber bûn. Di serdema hikûmeta Nadêr Şahê Efşar ku bi xwe kurdekî xorasanî bû, komek ji amaran bi serokatiya çend kes ji xan û mezinên vê eşîrê ber bi Gîlanê va koç kirin û li zozanên derûdora Rûdbar û Mencîlê û quntarên Çiyayê Derfekê bi cih bûn. Hinek ji çavkaniyên dîrokî yên belgewar û gotinên di nav bav û kalên vê deverê dibêjin ku egera koça van amaran pêwîstiya sekinîna wan a li hemberî ûrisan bûye, lêbelê renge egerên din wek nakokiya ligel xan û serokên qûçanî jî hebûya; ev gumanek e. koç û sirgûnkirinên wisan çi ji aliyê dewleta navendî û çi ji aliyê hikûmetên herêmî ango îlxaniyên Qûçan û Bijnûrtê pêk dihatin û wek mînak carna eşîrek ji deverke Bijnûrtê bi darê zorê ber bi Serexs yan Kelatê li Xorasanê dihate sirgûnkirin. Helbet renge hinek ji kurdên li bakûrê Îranê û deverên wek Qezwîn û Weramînê di dema rawestana demkî ya kurdan bi qasî salek û çend mehan li devera Weramînê berî koça dawîn a ber bi Xorasanê va, ji girseya kurdan cuda bibûyana û li wir bi cih bibûna. Ji wan deveran em dikarin Qezwîn, Demawend, Şimîranat û deverên din nav bibin. Wek ku em zanin eşîrên hevnavê kurdên Xorasanê wek Sêyl Sipûran, Qeraçûrlûyan û yên din roja îro li Qezwîn û hinek deverên derûdora Têhranê dijîn.

Kurdên Rûdbara Gaîlanê tevî derbasbûna ji 300 salan zêdetirê hîn jî xwe ‘’Kurdên qûçanî’’dizanin ku ev yeka çend tiştan nîşan dide. Ji wan yek ev e ku piraniya wan ango amaran û desteyên din ên biçûktir ji eşîrên din ên hevrê ligel wan ji şaxên komeşîra mezin a zeferanlû ango zaxoriyên Qûçanê bûne û li navçeya di bin serokatiya îlxaniya Qûçanê dijiyane. Hîn jî hinek ji kesên temendirêj navên wek Şaycan, Aledax, Hezarmeçît û hwd ku navên çiyên bakûrê Xorasanê ne, bi bîr tînin. Wer xuya dike ku ji bilî amaran deste û komêm biçûktir ji eşîrên din jî hevrê bi wan ra koç kirine. Lê piştî koça wan a bo Gîlanê têkiliya wan û Xorasanê tê birrîn. Hebûna kevirên li ser goran li navçeya Mîkala Dêylemana Gîlanê bi navê Enbarlû (navekî din ê amaran li Xorasanê) jî nîşana girêdayîbûna wan bi amarên Xorasanê va ye.
Di heyama hebûna kurdan li vê navçeyê, ewna çi di dema Nadêr Şahê Efşar da, çi dema paşatiya Kerîmxanê Zend û çi serdema paşatiya qecerên tirk , hertim ji hêla leşkerî û desthilatê va çalak bûne û kesên binavûdeng ji nav wan hulistiyane û cerna jî fermandetî û rêvebiriya herêmên wek Zencan, Qezwîn û Tunêkabonê bi dest xistine.
Gelê vê navçeyê ji ber erdheja 21’ê hezîrana sala 1995’an gelek ziyan û xisarên canî û malî dîtin û vê bûyerê bandoreke neyênî yê derûnî û rihî li wan kir.


نقشه مناطق کُردنشین شهرستان رودبار
Nexşeya deverên kurdnişîn ên şaristana Rûdbarê
***
***
Erdnigarî û cî warê kurdên Rûdbarê
Kurdên devera Rûdbarê ji hêla erdnigariya şaristanî va roja îro pirtir li beşên Emarlû (Amarlû), Xorgam û Rehmet Awad û Bilûkata şaristana Rûdbarê ya pareêzgeha Gîlanê dijîn.
Navenda beşa Xorgamê bajarê Berê Ser e û du gundistanên Xorgam û Dulfek li vê beşê hene. Piraniya Kurmancan li vê beşê ne lê galişî (dêylemî) jî ku zimanê wan dêylemî ye li vê deverê hene. Her wiha li şaristana Dêylemanê jî hinek gundên kurdan hene. Xelkê ku ji van deran çûne bajaran piranî li bajarên wek Reşta navenda Gîlanê, Rostem Awad, Loşan, Mencîl, Qezwîn, Tarom û Têhranê bi cih bûne. Kurdên vê deverê wek galişiyan peyva ‘’Mehel’’ li şûna ‘’Gund” bi kar tînin.
Li beşên cûrbicûr ên şaristana Rûdbarê yanê Xorgam, Amarlû, Rehmet Awad û Blûkatê hinek ji gundên kuran ev in:
Beşa Amarlû: Gundên Sengerûd, Zekabêr, Deştê Zer, Kere Rûd, Kirmaka Jor, Zerd Kêş, Degaser, Gurdelat û hwd. Her iwha hinek ji şêniyên bajarê Jêrende, Damaş û Pakdêhê jî kurd in.
Li beşa Xorgamê: Gundên Piştkelah, Dusaldêh, Pes Talkûh, Sîbin, Talkûh, Gurdwîşe, Nûr Erş, Çîçal, Sê Pistanek, Sêyqeldêh, Kêşkêş, Naş, Çihîş, Goful, Nûdêh, Birarûd, Celaldêh, Şêrkede, Leyavula Jêr, Leyavula Jor, Maşmiyan, Wîşan, Hişmet Awat, Sormul, Çemel û hwd. Şêniyên gundê Çarmelhel ji şêniyên berê yên gundên Sormul, Sosif, Maşmiyan û Leyavulê ne.
Li beşên Rehmet Awat û Bilûkatê: Gundên Çere, Çilkaser, Reşî, Xaskûl, Çileber, Hacîdêh, Rûdxane, Gunbek, Sundos, EnarKûl, Istelxkûl (Istexrgeh), Deştewîl û hwd.
Li şaristana Dêylemanê: Gund û deverên Lor, Pîrkûh, Cilîse, Gence û hwd.
Û gund û deverên din ku bi giştî em dikarin bêjin nêzikî ۵۰ parçe gundên kurdan li vê navçeyê hene. Navê hinek ji van gundan kurdî ye û navê hinekan jî gîlekî yan dêylemî ye. Bi giştî ev navçeya bi navê amaran (Amarlû tê naskirin).

Ev herêma yek ji deverên xweş û seyrangehên Îranê tê hesabê ku ji aliyê bakûrê rojhilat va bi herêma Dêylemistanê û ji aliyê rojhilat û başûrê rojhilatê va cînarê devera berz û bilind a Elemûta Qezwînê û keleha Hesenê Sebax e. navçeya binavûdeng a Damaşê jî li vir e. her wiha Çiyayê berz û bilind ê Derfekê jî ku bilindiya wî ۲۶۹۸ mitr e li beşa rojavayiya vê herêmê ye. Hatinûçûna xelkê ji riya bajarê Rostem Awat û Loşanê her wiha ji aliyê Dêylemistanê va pêk tê. Hêjayî gotinê ye ku gelek ji xelkê bi eslê xwe kurd li Mencîl û Rûdbar û deverên din ên parêzgeha Gîlanê dijîn û mijara me li vir kurdên kurmanc in ku hîn jî nasname û zimanê xwe dagirtine.

Eşîrên kurmanc li navçeyê
Gerçi ku bi giştî vê deverê bi navê kurmancên amarî dinasin lê deste û komên din ên eşîrên kurmanc wek şaqilaniyan, ustacaniyan, şemxaniyan, mûsilaniyan, mojdikaniyan, keraniyan û yên din jî li vi rhene û bi kurdî dipeyivin.
Ol û baweriyên mezhebî
Li hêla olî û baweriyê da ol û mezheba xelkê wek kurdên Xorasanê şîe ye. Ligel welatê bav û kalan ê kurdên Xorasanê, hin kes li ser vê bawerê ne ku kurdên Xorasanê berî koça bo Xorasanê li ser baweriya elewîtiyê – ku nêzikî bawera şîeyan e – bûne. Şahidiyên berfireh li bawer û resm û folklorê ji vê yekê ra hene. Em dikarin bêjin ku bawerên olî û mezhebî çi li qonaxa raman û fikirînê, çi ji hêla kiryar û birêxistina merasimên mezhebî li nav kurdên Rûdbaêr herî pirrengtir û berbiçavtir ji Xorasanê ye û cûreyek hevsengî û yekcûretî di navbera kurdan û cînarê wan ên dêylemî heye. Lêbelê kurdên vê herêmê jî wek Xorasanê gelek hez ji kurdbûna xwe, kurmancbûnê dikin û bi şanazî vê yekê tînin zimên.

Taybetmendiyên nasname û huwiyeta kurdên Rûdbarê
Kurdên vê herêmê wek beşeka cudabûyî ji peykera serekeya kurdan ku herîkêm du qonaxên dîrokî yên koçê ceribandine, ji hêla civaknasî û çandî va xwedan taybetmendî û ciyawaziyên xwe ne. ewna carekê ji deverên kurdnişîn ên bakûrî (li welatê Tirkiya niha) hevrê ligel konfêdêrasiyona kurmancên Zaxorî û Şadiyan di derûdora salên 1604’an da çûne Xorasanê û hema hema 100 salan piştra ber bi zozanên berz û bilind û xweş yên Gîlanê û nav dêylemî û gîlekiyan bi ziman, çand, şêwaza jiyan û taybetmendiyên ciyawaz koç kirine. Bi wê qasê ku kurdên Xorasanê ji ber nebûna peywendiya ligel welatê dayîkî û jiyana li welatekî teze û cînartiya tev cînarên nû hêdî hêdî pêrgî hin guhertinan li gişt mijarên jiyana civakî, çandî, bawer, şêwaza jiyanê û hwd din hatin, kurmancên herêma Rûdbarê jî ji ber nifûsa kêm tûşî guherînên zêdetir di hemî waran da bûn.
Wisan ku dîrok dibêje kurdên Rûdbarê ji dema hatina xwe ya herêma Rûdbar û Dêylemanê heta berî desthilatdariya dewleta Pehlewiyan li Îranê – ku kiryarê wê dawê gişt mîrnişîn û hikûmetên herêmî li seranserî Îranê girtin – tevî nifûsa xwe ya kêm ji hêla leşkerî û siyasî va li vê deverê desthilatdar bûne û bi vî awayî bi şe kirine (karîne) ku heta redeyekê sînorên xwe yên mirovî û hebûna xwe biparêzin, tevî ku danûstandinên xwe ligel qewmên cînar jî li astekê berdewam kirine. Her çend ku ji wê dewranê û vir da bi zêdebûna hatinûçûna xelkê bo navçeyên din û bajaran her wiha bi berfirehbûna pergala hikûmetî, hatina sîstima perwerdehiyê bo van deveran, pêvajoya guhertin û tevlihevî û asîmîlasiiyona çandî û zimanî û civakî ligel qewm û çandên cînar bileztir bûye û em dikarin bêjin ku ji bilî zimên û navê kurd (kurmanc) ku ew jî vedigere ser zimên, gişt xusûsiyetên civakî û çandî ji wan cil û berg, mûzîk, cûreya danûstandinên civakî û hwd tûşî guhertinên berfireh bûne û cûreyek hevkêşî û hevsengî ligel qewmên din pêk hatiye. Di pêvajoya guhertin û danûstandinên çandî wer xuya dike ku kurd pirtir ji yên din çand û zimanê cînaran qebûl kirine. Her çend ku piraniya cînarên galişî û dêylemî jî ji hêla çandî û zimanî va ketine bin bandora kurdan. Wek mînak hinek ji wan zimanê kurdî fêr bûne û vî zimanî li jiyana xwe ya rojane û danûstandinên xwe ligel kurdan bi kar tînin.
Roja îro piraniya şaxis û pîvanên nasnameya qewmî ya civata kurdên vê herêmî tûşî guhertinê hatine û bere bere ketine bin bandore layên nasnameya neteweyî, mezhebî û herêmî û ji vê hêlê va werdayîn û tevliheviyeke ecêb ligel qewmên din xuya dibe. lêbelê kurdê herêma Rûdbarê li dû nasnameyeka din jî heye. Îro ji her kesî li vê herêmê pirs bikî bi meraqdarî û kelecan xwe wek kurmanc – kurdê Qûçanê – dide nasandin; tevî ku ji pîvan û şaxisên nasname û huwiyeta kurdî, tenê ziman jê ra maye. Zimanê ku li ba piraniya kurdên vê herêmê tenê zimanê gotin û devkî ye û ne zimanê ku were nivîsîn û xwendin. Ev his û hestê kurdbûn û xwe wek kurd binavkirin bi giştî di asta diyarkirina nasnameya xwe, hisê nostalijîk û cudazanîna xwe ji civaka derûdorê ji babetên nijadî û zimanî va dimîne û kêmtir di warê wêje û nivîsîn û ramanê diyar dibe. hastên ku eger li demek dirêj da wisan bimînin, wê ev zimana jî ji dawê here.
Eger kurdbûna li vê deverê di dem û dewranên pêşîn da meydanek ji bo nimûd û nîşandanê hebû, lê roja îro rewş bi taybet li vê herêmê guhertiye. Îro ziman û nasnameyek dikare mayînde bimîne ku di warên cûrbicûr ên jiyana îroyîn ji wêje û çand û medyayê bigir heta tiknolojî û warên zanistî û hwd da were bikaranîn.

Zimanê kurdiya kurmancî û guhertinên wî li herêmê
Wek ku me amaje pê kir kurdên Rûdbarê bi zaraveya kurmancî diaxivin û tevî ku hate radeyekê bi zimanên din ên wek dêylemî û gîlekî va hatiye werdan lêbelê piraniya xelkê zimanê xwe parastine û heta li hinek deran galişî jî bi kurdî diaxivin. Hêjayî gotinê ye ku çend komên sereke yên nijadî û zimanî yên gîlek, talişî, dêylemî û kurd û hinek jî tirk li parêzgeha Gîlanê dijîn. Ez naxwazin bi kûrahî li ser zimanê kurdî li vê herêmê binivîsim ji ber ku pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye. Li vir tenê ji bo berhevdanînê çend mînak ji wekhevî û ciyawaziya zaraveya vê herêmê ligel deverên din dinivîsim. Tişta balkêş ev e ku hinek ji peyvên ku êdî li Xorasanê nayên bikaranîn û ji nav zimên verketine, li vir tên kêr. Peyvên wek Zevî, Merî (Meriv), Havîn, Îsot, Pîs, Herî, Berjêr, Berjor, Dev, Biçûk ku li Xorasanê kêm peyda dibin li şûna wan peyvên din wek qefçil (pîs), temîz(havîn) û hwd bi kar tînin. Egera vê yekê taybetiya giravbûna zimên e. yenê ji ber ku ewna ji kurdên din dûr ketine û têkiliya wan bi wan ra tunebûye peyvên resen li zimanê wan mane û yeksansaziya zimanê kurdî li devereke berfireh li bara wan çênebûye. Wek vê mijarê li hinek gundên navçeya Marûska Nêyşabûrê jî ku ji navçeyên kurdan wek Qûçanê dûr ketine tê dîtin. Ji ber ku ewna peyvên wek Zîndan û Stêrk bi kar tînin, li halê ku gişt kurdên din ên Xorasanê Zindan û Çîk bi kar tînin.
Li vê herêmê (Rûdbarê) dewsa “Bi“ yan “We/wi“ya Xorasanê pirtir “Pe” bi kar tînin. Mînak: Min pe te ra got. Her wiha dewsa “Ji/Je“ pirtir “Le“ bikar tînin. Mînak: Min le kaniyê av hanî. Helbet ev yeka taybetiya vê herêmê nine û li hinek ji deverên Xorasanê jî ‘Pe” û “Le” wisan bi kar tînin. Piranî destpêka lêkeran dewsa “Di“,“Te“ tînin. Mînak: Tebêm (Dibêjim), Tebî (dibêjî), Tebî (Dibêje), Tebênî (Em Dibêjin), Tebên (Hûn Dibêjin), Tebên (Ewna Dibêjin)
Sewt û ahengê axaftina kurdan li vê herêmê wek ahenga gîlekî û galişiyan e. wisan ku lehn û ahenga axaftina kurdên Nêyşabûra Xorasanê, nêyşabûrî ye.
Parastin û vejiyandina zimanê kurdiya kurmancî li Rûdbarê:
Ziman wek pîvan û şaxisa sereke ya nasnameya her gelî tê hesabê. Eger ziman were parastin, wê pîvanên din ên nasnameyê jî tê parastin. Îro zimanê kurdiya kurmancî di hemî qad û warên zanistî, ramanî, çandî, wêjeyî, têknolojî û hwd çi bi awayê nivîskî û çi gotinê li erdnigariyeke berfireh û li nav bi miliyonan kesî tê karanîn. Tê gihîştin ku hêvîsîna elfabêya standard û hevpar a kurdî, xwendina pirtûk û berhemên bi vî zimanî, nivîsîna wêje û folklore xwe bi vî zimanî bi taybet ji aliyê kesên xwendî û bijareyên vê herêmê wê bi besebeba vejiyandina zimanê kurdî li nav wan. Ji ber ku qalik û çarçoveya zimên li vê herêmê sax û parastî maye û tenê pirsgirêka nebûn yan jinavçûna peyv û têgehan her wiha nebûna agahiya li bara xalên rêzimanî heye ku bi xwendina pirtûkan û naskirina navçeyên din ên kurdnişîn, lehiyek ji peyvan derbasî nav zimanê nivîsîn û axaftinê dibe û bi vî rengî ziman di heyameea kin da vedijiye. Ev erka li ser milên kesên xwendî û bisewad û kurdîhez e.

Wêje, mûzîk û folklore
Ji hêla çanda gelemperî (Folklor) û wêjeyê va divê em bêjin ku wêje û folklore kurdên vê herêmê heta radeyeka bilind ciyawaz ji ya kurdên Xorasanê û bi vî awayî deverên din e. mûzîk û alavên mûzîkê wek dutar, qûşme, kemançe û hwd ku li Xorasanê pir berbiçav û dewlemend e li vir tune. Tenê bilîr heye ku ew jî ne ewqas dewlemend e. bi giştî rewşa mûzîkê li vir herî lawaztir ji Xorasanê ye. Şêwaza strîn û lehnê wê ciyawaz e. hin stranên gelêrî û karawaz bi kurmancî li nav wan hene. Lêbelê wek Xorasanê û derên din ewqas dewlemend nine. Mixabin tu berhem û belgeyek dîrokî bi zimanê kurdî nemaye yan herî kêm û neberbiçav peyda dibin û eger di demekê da helbestvan yan ramanwerekî jî bi kurdî tiştek stiriyabe û nivîsîba, lê niha tiştek nemaye. Berovajî derên din ku wek mînak helbestên arif û helbestvanê xorasanî, Ceferqulî Zengilî, her wiha helbestên Ehmedê Xanî û yên din bi cih mane û îro em wan bi kar tînin. Di van salên dawî da hinek ji helbestvanên herêmê xebatin di warê wêje û helbestê kirine û hinek helbest bi zimanê kurdî li bara folklorê her wiha li bara bûyerên civakî wek erdheja 21’ hezîrana 1995’an nivîsîne û bi vî rengî beşek her çend kêm ji rewşa xelkê û folklora wan vegotine. Em dikarin ji wan navên wek“Zahid Hisêynpûr Gence“ û “Etaullahê Etayî Pîrkûhî“ bînin ku helbestên dirêj gotine. Her wiha hinek ji helbestan ji bi awayê dubêytî (du malikî) hatine gotin. Bi giştî zimanê van helbestan tevliheviyek bi zaraveyên dêylemî û gîlekî ra heye û ji hêla rêzimanî va jî hinek lawaz e. herwiha nivîsîna van helbestan bi elfabêya aramî û bi biryar û selîqeya şexsî jî bûye sebeb ku wek mînak kurdek ji Xorasanê bi dijwarî wan fêm bike. Li jêr çend mînak ji van helbestan ku li întirnitê hatine belavkirin bi heman şêwaza ku hatine nivîsîn lê bi elfabêya standard (ne li gor rêzimanê) hatine nivîsîn:
Dubêytî:
Le min dûrî minê hîv û sitare // nekiyê mahan û saline şimare // meger erd im bimînim? Ez giya me // îslal ez hatime, nîme dubare
Yanê: Wek hîv û stêrkan ji min dûrî û van meh û salan nahêjmirî. Meger ez erd im ku li vir bimînim? Ez giya me. Ez îsal şîn bûme û êdî nayêm.
(Etaullah Etayî Pîrkûhî)
Her wiha ev dubêtiya:
Zivistan çû û roy sar teva bû // bihar hatû gul gîlas vabû // welî umrî ezîz her sal teriye // çima hat, çima boy û çima çû
(Mîlad Esqer Zade Gofulî)
Ev jî beşek ji helbestnameya bi navê “Gence Kul name“ berhema Zahid Husêynpûr Gence ye ku di sala 1999’an û li bara erdheja sala 1995’an a vê herêmê hatiye gotin. Helbest bi heman awayî ku li întirnitê hatiye weşandin, lê bi elfabêya kurdî hatiye nivîsîn:
We navî vay jwîr
Gence Kulname – Payîza 1378’an (1999’an)
Vî şîrê teqdîm tekem pe rûhî temam refteganê mehelê Gence û temamê şehîdanê zilzileyê ۳۱ xurdadê û hemçinîn pe rûhî birangî şehîd va (Mihemed Husêyn Pûr)
Gence dene mehel bûçikalû ye // lûye le wî deke cobin le ey palû ye
Le Rûbarê telûye beide zelkê // tabloyî Gence deteva day keleke
Le maşînê piyade boy dem bigir // binge te gic kir demeva wer bibir
Vira kînî Gence late jor here // cadeyî rast rû be mehelda here
Ûrtî fîşan selamgah beid milkan e // Mehel decalda kûhan xa hildane
Mehel eslî Gence me viray // Qulaq bide ser bibîn çi bî riya ye
Qedîmîna Gence dene Gence bû // Zindigî şîrîn bû ege rence bû
Xel xoş û xorem bûn û bî derdiser // le halî hevdu nedeman bî xeber
Mehel dene qîmet qurbe hebû // Mehel dene hikmet û herem hebû
Mezin û bûçî laxara esl bû // hurmetî pîran deneke fesl bû
Te dene erx da avî bîcan deçû // tu zanî xadê ûhay bû ya nebû
Her wiha kurtehelbestên kevn ên jêr ku li zimanê şêniyên gundê Gofulê li Xorgama Rûdbarê hene. Du helbestên dawîn wek sêxiştiyên kurmancî yên Xorasanê ne, tenê xişt an nîvmalikên (misrei) wan wek sêxiştiyan heştkîteyî (heşt hêcayî) nînin. Ev helbestana bi gotina kurmancî li ba kurdên herêma Rûdbarê û bi tîpên latîn hatine nivîsîn:
Çiyan le çiyan hemisîne (چیان له چیان ههمسینه)
Kar û berxê wî damenisiye (کار و بهرخێ وی دامهنسیه)
Çiyan le çiyan sî kirine(چیان له چیان سی کرنه)
Kul û birîn le dilê min da cî kirine(کول و برین له دلێ من دا جی کرنه)
***
Were henî ser kanî tatê وەرە هەنی سەر کانی تاتێ
Weqe bikolinî ta avê sar tê وەقە بکۆلنی تا ئاڤێ سار تێ
Weqe mexwinî ta ezîz yar tê وەقە مەخونی تا ئەزیز یار تێ
***
Were çûkikê minî pa pence وەرە چوککێ منێ پە پەنجە
Were bigerinî le ser gulê pa yance وەرە بگەرنی لە سەر گولێ پە یانجە
Le dilî min maye yance (hesret) لە دلی من مایە یانجە
…

Ev bû kurteraporek li ser nasandina hevwelatî û hevzimanên kurd li herêma Rûdbarê li parêzgeha Gîlana Îranê. Em hêvîdar in ku dost û hevalên dilbêş û dilsoj û çalak di warê çand û zimanê kurdî li vê herêmê bikarin derfet û guncawtiyên çandî û wêjeyî yên herêma xwe ku beşek ji gencîne û paşxaneya wêjeyî û mîrata çandî ya me ye zêdetir û pirtir bi zimanê xwe bidin nasandin. Helbet hejmara zêde ya malperên van hevalan li întirnitê sewa nasandina xelkê xwe nîşana hewildana wan e. lê wer xuya dike ku heta niha ev meseleya tenê bi awayekî rûyekî û hastên nostalojîk û bîra welatê bav û kalan û bilindkirina navê kurmanc/kurd bi zimanê farsî hatiye rojevê û em kêmtir (ya rast qet) gotar, nivîsên wêjeyî, helbest û bi giştî zimanê kurdî dibînim. Yanê pîvan û mijara sereke ango zimanê kurdî û nivîsîna wî nehatiey berçavgirtin. Her çend ku bi ya min ev yeka tiştek xwezayî ye û bi giştî di destpêkê da coş û kelecan pirtir li ser nasandina û pirrengkirina mijara hebûn û dîrok û serpêhatiya kurdan bêyî berçavgirtina zimên e û ji demekê wê de ku êdî bîr û mêjî ji mijarên kilîşeyî û agahiyên seretayî tijî dibe, wê çaxê mijarên kûrtir û pêwîstir wek nivîsîn û bikaranîna zimên girîngtir dibe.
Têhran – 14’ê gulana 2015`an

Mijarê Têkildar:
Bi wêne: Herêma kurdnişîna Rûdbarê li bakûrê Îranê