4-5 mah in li Ankarayê, bi ser banga çend kesan ve ji bo avakirina komeleke bi navê Kurdên Anatolîya Navîn (KAN) ya çandî û piştevanîyê şuxil û berxwedan hebû. Kar û xebata wan hevalan, xuyayê çend rojên pêşî bi serkeftin bi dawî bibe.
Çend sedsal in li heremê KAN, li hember her astengîyan ziman û çanda xwe parastin e. Kurdbûna xwe ji bîrnekirine. Bi çand û zimanê xwe, bi erf, edet û bi folklora xwe Kurdatî ya xwe parastine. Lê hetanî huro li heremê KAN bê sazî ne.
Wan hevalan ji bo avakirina komelê çend civîn çêkirin. Di civîna
yekemîn de 30-40 kes beşdar bûn. Di civînê de, her kesekî fikir û ramanên xwe anîn ziman. Beşdaran, ji bo ku zimanê dayîkê ji asîmîlasyonê were parastin, ji bo çand, huner, jîyan û dîroka Kurdên Anatolîya Navîn, bi zanistî bê lêkolîn û bê nîvisandin bîryar girtin ku komelek were damizirandin. Dûva, ji nav xwe 15-20 kes bijartin. Ku ew kesana, bi navê komîteya avakirinê kar bimeşînin.
Hetanî huro çar cîvinên mezin, ji dehan zêdetir cîvînên komîteyê pêkanîn. Li her cîvînek mezin, beşdar dihatin agahdar kirin. Li her cîvînek mezin, hejmara beşdaran zêde dibû. Civîna mezin a dawîyê bi 70-90 beşdaran ve berhev bû. 25 kesendamênavakirinê,jinavwanan heftkesrêvabirhatinhilbijartin.Ew heft kesên rêvabir ê di şeş mehan de kongreyê amade bikin.
Navê Komelê: Komela Çandî û Piştevanî ya Kurdên Anatolîya Navîn e. (KOMKURD-AN).
Navê komelê bi tirkî:
Orta Anadolu Kürtleri Kültür
Dayanışma ve Sosyal yardımlaşma Derneği (ORKURDDER)
Avakar, rêvabir, destûr û danazanîna komeleyê amade ne. Hevalên avakar, li cihekî digerine. Cih dîtin nedîtin dixwazin serlêdana xwe bikin û bi kokteylekê avakirina komeleyê pîroz bikin.
Ez jî, wanan pîroz dikim û ji bo vî karî baş ji wanan re serkeftinê dixwazim.
Bersiva e-nameya pirsa nihêrîn, pêşnîyaz û xwestina ku em jî teve karê komeleyê bibin
Ji Mem Xelikan ra
Hevalê hêja,
êmailê te yê bi xebera xweş gihêşte me. Em pê şa bûn ku te û hen keseyatiyên kurd yên Anatolîyayê, we xwe daye ber karê çêkirina (demizrandina) „Komelekê ji bo KAN“. Em spasî te dikin ji bo hayadariyên li ser vê mijarê û we pîroz dikin û serkevtina we dixwezin, bi hêvîya ku gavavêtineke bi xêr û ber be. Em ê bi eleqedarîyeke nêzîk li benda gavên ku hun hîn biavên bin.
Te di mailê xwe da pirsa nihêrîn û pêşnîyazîyên me kiriye û xwastîye ku em jî teve karê komeleyê bibin. Li jêr em ê di çend xalan da, merem û pêşnîyazên xwe pêşkeşî te/we bikin.
Sazî, dezgeh û rêxistinên sivil yên serbixe, yanê bi tu partîyan va girênedayî, ji bo kar û xebatên civakî û kulturî û hwd. lazim in, ferz in.
Mixabin kurdên Anatolîyê bi taybetî rewşenbîrên wan ji vê hêlê da, li welêt bi derengî ketin. Dera ku ji zû da, li gund, qesebe û qezeyên kurd yên li nava Anatolîyê sazî û rêxistinên bi vê şeklê bihatana çêkirin.
Sazî yan rêxistineke çing (çawa) û li ser çi navî be û wêdetir, armancên
wê yên pêşî çi bin? Wekî ku te jî gotiye, gerek e ku derîyê sazî û rêxistineke ha ji her kurdekî Anatoliyê ra, ji kîjan partîyê dibe ma bibe, yê ku bixwaze xizmeteke civakî û kulturî bike, vekirîbe. Li gorê qalkirina te, we yî li ser navê „Komela Çandî û Piştgirî“ biryar daye. Bi icazeya we, dixwazin diqetê bikşînîn ser wê ku çand û piştgirî du têgihên (kavram) fereh û giştî (genel) in. Meriv dikane wan ber ve her alîyekî bikişîne yan jî her mijar û karên civakî di bin da bi şûn bike. Belkî ji bo vê, ji alîyekî da pozitîf bihê dîtin. Lê navê wê çi dibe ma bibe, ya muhîm armanc, kar û xebata wê ye.
Bi ya me, baştir e, ku navê komeleyekearmancênwêyênserekîjînîşanî meriva bide û lazim e armancên wê jî şênber (somut) bin, da ku meriv bikane xwe lê bigre û bi kar û xebatên li gor wê rabe. Nimûne, navlêkirineke mîna „Komela Parastina Zimanê Kurdî li Anatolîyê“. Navekî veng, him yekser armanca komeleyê dide der û him jî çarçiveya kar û xebata ku bihê kirin nîşan û sînor dike. Ji xêyrî van, ew pirsa muhîm ya zimanê kurdî bibîr tîne.
Zimanê kurdî îro li Anatolîyê bi metirsîya (tehlîkeya) ji navçûyînê rû bi rû ye û têsîra wî roj bi roj kêmtir dibe. Loma, pêşnîyazên me yê zêdetir li ser vê mijarê bin. Bi nihêrîna me, gerek e ku armanc û xebata pêşî ya komeleyê parastin û pêşvabirina zimanê kurdî be. Berî her tiştî gerek e, komele zimanê kurdî bi ber endamên xwe bixe, da ku ew bikanin bi kurdî deng bikin, bixwînin, binivîsîn û bibin hezkirên zimanê kurdî, edebîyat û tarîxa kurda. Jixwe, bingeha xwenasînê û ya nasnameya kurdî jî ev in.
Zimanê nav komeleyê, yê civîn, kombûn û her çeşîd çalakîyan wê, divê kurdî be. Bername û rêznameya komeleyê bi kurdî bin û protokolên wê bi kurdî bihên nivisîn. Zanîna kurdî gerek e bibe şerda endametîyê. Ji yên ku kurdî nizanin lê dixwazin bibin endam ra, lazim e kursa zimanê kurdî bihê pêşkêşkirin.
Divê komele hewl bide ku kurdên Anatolîyê ji îmkana dersa kurdî ya helbijartî îstifade bikin, û sewa vê, qet nebe ji bo yek-du deran (gund, qeza), konseptek bihê amedekirin.
Li Enqereyê bi dehan akademîsyenê kurd ên ji Anatolîyê hene. Lazim e ku meriv wan tevlê kar û xebata komeleyê û teşwîqî lekolinên li ser kurdên Anatoliyê bike.
Derheqa pirs û daxwaza li ser pêwîstiya tevlêbûna me ya di nav kar û xebata komeleyê da fikra me ev e: Em li dervayî welêt in, nabe ku em bibin endam. Ji ber ku meriv nikane li dervayî welêt bi kar, wezife û mesuliyêtên endametîya ra rabe. Lê em ê piştevanîya kar û xebata we bikin û di kovara Bîrnebûnê da cih bidin wan.
Li ser navê berpirsyar, nivîskar û hevalbendên Bîrnebûnê li dervayî welat, Ali Çiftçi