Yên li pê, ji pîyê çepê da; Maçoyê Malê Qero, Husê Elî Mehmed
Yên rûniştî, ji pî çepê da; Hesê Hecî Malê Harşîd û Bêremê Qizê.
Wêneyî reş û sipî ye. Wêneyî li salên 1960î li Elmanyayê Rojava li bajarê Wittenê li studyokê hatîye qeyd kirin.
Ji bo çi ew wêne hatîye qeyd kirin? Ji me va şevereş e. Lê, ez dikanim li gor hekatê wanan ku ez pê dizanim, tehmîn bikim.
Ev xortana ê ji Xelike Jor in. Ew wek karkerên mêvan hatibûn Elmanyayê. Armanca wanan, çend salan kar bikin û wegerin gundê xwe. Bi peren ku qe- zenc kirî, ji malbatê xwe re jîyaneke refah dagirin. Bi rastî jî, her çar xortê me, çend salan li Elmanya kar kirin û bi şunda wegerîyan gunde xwe.
Wêneyî li cîhekî profesyonel hatîye qeyd kirin ku kalîtê wêne baş bibe. Dema ku malbatên wanan, nas û cîranan li wêne temaşa kirin, ma întîbaka mûsbet nîşan bide. Ma
bibêjên; ê kefên xwe yên li şunê ne. Hemî li ba hevdi ne! Ji wana re çi heyê! Wana nedixwest ku malbatên wanan xemgîn bibin.
Urbên wanan yên pak. Kirawatên xwe, li gor modeya wê demê girê dana. Girê xwe biçûk û pan û zirav. Dîyar e ku ew ê ji bo kirawat girêdanê bi têcrube ne. Hewake xemgin û diltengê xuya dikê.

Maçoyê Malê Qero, Husê Elî Mehmed Hesê Hecî Malê Harşîd û Bêremê Qizê
Ew hewayê, bi rengî wêne, tarîyê studyo û urbên reşên ku wanan li xwe kirî, hî ji zêdetir bi xem dike. Hesret jî heye; malmêratê a dûnê li ser insên teng bike; dil û mejoyî te teslîm heyne.
Her çiqas ku xemgîniyêk hebe jî, kêfxweşîyêk û dostanîyêk jî heye. Ew însanan, pir nezîkî hevdu rûniştine û yên ku li pê dewestîne, destên xwe yê dana ser milên ên ku rûniştine. Bi wî avayî yekbûnekê nîşan didin û dibêjên; mala xerîbîyê û hesrete xwelî bi sêri be. Em çiqas dilteng bibin jî, em stuyê xwe li ber derd û kêsaran xwar nakin û teslîm nabin. Em dê bi ar û namuskî, kar bikin û kar bikin ji bo ku di deme- ke kin da wegerin axa xwe, ba malbata xwe û ba zar û zeçên xwe.
Birastjî,wananbişevûrojkarû mesaî kir. Ziman û zemanê kapîtalizmê yî bêmerhamet nas kirin. Wanan, makînên ku nabînîn, nabihîzîn û hal û xatira nizanin dîtin û bi lezîya makînan re ketin reqabetê. Mala minê!
Filmê Fritz Langê ku bi navî Metropolis heta bîra min. Piranî ji wanan, di bin erdê da li ocaxên komirê da bi wardîyê kar dikirin. Pir caran wanan, roj nedîtin. Rojê ku li gundê wanan bê dua her sibê hildihat, li Elmanyayê însanên bi heysê bûn.
Ew hîn bûn ku zeman pere ye. Jîyan bi saetê hatîyê dagirtin. Ew bûne nasên bangsaet. Bi zengilê bangsaet serî sibê ji xewê ratibûn.
Li welat, jîyan, zeman û bûyêr, li gore rojê bi nav dikirin. Berbangî. Berî rojhelatê, nîvro û paş nîvro. Lê li El- manya ro bi saetê, deqîke û sanîyê di- hata pîvandin. Kar bi saetê dest pê di- kir û diqedî. Tren bi saet dihat û diçû. Bi saetê radiketin û bi saetê radibûn.
Dema ku ewê li gund bûn. Wanan xwe azad hêsdikir. Azad bûn? Li cîhên ku aborîyê malbatê hakim e û entegrê
ekonomiyê tewahîyê welat nebûyê, azadîyêke bi gund sînordar hebû.
Ew, wek însanen din ku ji bo qezancê hatibûn Elmanya, fedekar bûn. Qemîşe pere xwe nedikirin. Lê ji malê xwe re û bi teybetî ji zarokên xwe re bi piranî jî ji lawan re netêfşandin.
Rojekê, xal û xwarzî terin qehwekê û qehwe vedixwin. Xalî, heqê qehwê markekê Elmanya dide xudîyê qehwexanê. Li derketinê, xalî bi xwarzê re dibê; ”weng çû em tu mala nakin”!
Wexte ku ew xortana, li Elmanya bûn wekî îro komale, camî û cîhên ku lê werin ba hevdu û biciwîn tune bûn. Jîyana wanan, li navbare fabrikê, wargehê(heim) û trên garîyê derbas dibû. Li garê, bi heval û hogiren xwe ve dihatin ba hevdu volta davitin û behsa gundê xwe û nûçên gundî xwe dikirin. Yekî wan gundên me, henekê xwe di- kirin û digot; ez herroj terim îstasyonê ji bo ku binerim, ka îstasyon li cîh xwe heyeûtuneye.Katrentêneûterine.
Îstasyon, ruhên wanan fireh di- kir. Ew ji klaustrofobîyê diparastin. Hevîyê ku wegerin gundê xwe zindî bi xwedî dikir. Di kurîya mêjoyê xwe da, îmkana ku wegerin gundê xwe, bi trêne ve hatibû girêdan. Rojêk dixwa- zin, dikanin ku li trênê sûwar bibin û wegerin. Dema ku dihatine wargehê, guh didan ser kilamên Yûksel Öz- kasap, Aşik Mahsunî, Ayşe şanê û diqehrîn.
Seyfi Doğan