
Roj baş Serkan! Tu dikanî xwe ji bo xwedevanên Bîrnebûnê bidî naskirin, Serkan Köse kî ye, ji kuderê yî û ji kijan malbatê yî?
–Navê min Serkan Köse, ez li gundê Încovê (bi tirki Yeniceoba) hatime dunê. Ez deh salî bûm malbata min hate Swêdê. Min li unîversîta Stockholmê beşa sîyaset û aborîyê xwend. Piştî unîversîtê min dest bi kar kir. Berê wek berpirsîyarê çapemenîyê, li cem Yekîtîya Jinên Sosyal Demokrat, pişti wê li cem sendika Swêdê ya herî mezin, Kommunal och Handels min wek berpirsîyarê çapemanîyê kar kir. Dura min li cem ABFê wek ombudsman kar kir.
Di hilbijartina 2014an de wek parlamenterê Sosyal Demokrata hatim hilbijartin. Cara yekê ye ez wek kurdekî ji Anatoliya Navîn di parlmentoya Swedê da cih digirêm. Ez bi we pir kêfxweş im ku bibim dengê gelê me di parlamento da. Ez î 38 salî me. Zevicî me û du zarokên min hene.
Tu dikarî binekî jî qala zaroktîya xwe bikî? Hevalên te yên zaroktîyê, lîstikên ku tu bi hevalên xwe re dilîst, bûyer an serpêhatiyeka ku di zaroktiya te de bûne û di bîra te te mabin?
–Ez heft salî bûm wexta bavê min hatibû Swêdê. Zarokê malê yî mezin, ez bûm. Min ji dayîka xwe re pir alîkarî dikir. Xanîyê me yê kevn ê ku bi kerpîça çêkirî bû. Malbata me malbateka fikare bû. Min di şeş salîya xwe de dest bi dibistanê kir. Berî dibistanê em wek zarokên gund, holik dilîstinî û li nav mala top dilîstinî. Wekî din tiştekî me dikirî tunebû. Hevalên min gelek hebûn û listikên em bi hev re dilîstin pir bûn. Min ji dibistanê gelek hes dikir, bo wê jî ez pir nediçûm cem hevala. Rewşa min a li dibistanê baş bû. Min digot; ez ê rokê bibim avukat. Ez î heft salî bûm min ji bavê xwe re name dişand.
Serpêhatiya goçberiya malbatê çing destpêkir, ji ber çi malbata we mecbûr ma ku ji welatê xwe biderkeve?
–Wek min got, bavê min di sala1984an de ji gund derket. Wekî gelekînsanên din ên Antoliya Navîn, ji ber aborî û şertên welêt ên zor mecbûr mabûn derkevin derveyî welêt. Ji alîkî de alaka vê ya siyasî jî hebû. Piştî du sala jî em hatinî Swêdê.
Te dibistan li kuderê xwend? Hinekî qala xwendina xwe bikî.
–Zaningeha siyasî û aborî li Stockholmê min xwend. Li ser her du dersa min master kir.
Tu wek xortekî ji Anatoliya Navîn dema hat Swêdê te xwe çing hîs kir? Di entegrebûna ciwata Swêdê de tu rastî çi zehmetiyan hatî?
–Pêşîyê min jî wek herkesî zehmetî kişand. Em dema hatinî Swêdê zivistan bû. Bi min pir sar dihat û min digot; m çima hatinî vira? Lê paşê me ji wî welatî heskir. Îmkan li vir pir bûn. Îmkanên ku li gund tunebûn li vir hebûn. Îmkanên xwendinê û rewşa dibistanê baş bûn. Swêdê gelek îmkan û firset da me hemûyan. Min qet problema entegrebûnê nekişand. Ji ber ku min di pêşî de biryara xwe da û got; ez ê bibem parçekî ji wî welatî.
Ev hewesa te ya ji bo siyasetê çing peyda bû, tiştê ku li ser te tesîr kir ku te xwe da sîyasetê?
–Hewesa min a siyasetê di xortanîya min de destpêkir. Dema ez xort bûm, salên min 13-14 bûn, ez bi bavê xwe re diçûm komelê û meşan. Li wir min zanîbû mîletek heye û navê wan kurd e û welatê wan Kurdistan e. Piştî wê min gelek pirtûkliserdîrokakurda,kulturakurda û ciwaka kurda xwendin. Alaka min zêdebûûminfêmkirkugelêkurdbindest e û ji nêzîk de min dest bi xabate siyasî kir. Ji wir de destpekir heya îro hat.
Tu niha di parlamentoya Swêdê da ye. Tu wek ji malbateka goçber û kurd dema di nav xebatên sîyasî yên parlemento de kar dikî, tu xwe çing dibînî?
–Ez xwe wek parlamenterekî swêdî yî esilê xwe kurd dibînim. Ez herdem dibêjim; ez î kurd im û mesela gelê kurd jî nêzik de dişopînim.
Ji bo te pirsgirêkên herî balkêş yên xerîba di nav ciwata Swêdê de çi ne?
–Mesela heri balkêş, xwendin, kar û entegresyon e. Gerek xortên me bixwînin û xwe parçekî ji wî welatî bibînin.
Tu ji bo xort û keçên kurda yên ku li derweyê welêt dibînin ji bo ku tevli xebatên karên politîk bibin, li gor tercubeyên xwe, çi pêşnîyaz dikî?
–Ez dixwazim xortên me baştir di nav siyaseta Swêdê de hebin. Niha alaka wan gelek zayîf e. Ez dixwazim bi min ra di têkilîyê de bin û çi ji destê min de hebe ez ê alîkarîya wan bikim.
Tu du cara çû Kurdîstanê, hinekî qala gera we ya Kurdîstanî bike, te rewşa wir çing dît û çi tesîr li ser te kir?
–Ez cara yekemîn di Newroza 2014 an de çûbûm Amedê û tevî şahîya bûm. Ji bo min tiştekî gelekî dîrokî bû. Cara yekemîn ku ez çûm Amedê ji ber ku di xortbûna min de rola Amedê di ali siyasî de û di alî têkoşîna netewî de gelek mezin dilîze û min hertim heyal dikir ku rojekê herim Amedê.
Nesîp Newroza 2014an bû. Gelê me bi rastî li ser pîya ye û di tekoşîna netewî de kar û xabateke gelekî xort dike. Min ew dît. Gelek serbilind im ji ber xabata gelê me.
Gotineka te ya dawî ku tu ji Bîrnebûnê re bêjî?
–Gelek sipas ji bo Birnebûne. Gelek sipas ji bo ev îmkan we daye min. Karê we gelekî pîroz e û ji we re serkeftin dixwazim.
Mala te jî awa ku te wexta xwe veqetand û pirsên me bersivandin!
Hevpeyvîn: Alî Çîftçî


