Serokê giştî yê partiya Hak-Parê Fehmî Demîr, li nêzikî Adana-Pozantiyê qezayeke trafîkê derbas kir û çû ser heqiya xwe.
Fehmî Demîr ji damezrênerê HEPê û DEPê bû. Her wiha sekreterê Giştî yê partiyên DDP, DBP û yê Hak-Parê bû. Di Kongreya 6. ya partiya xwe de bûbû Serokê partiya xwe.
Fehmî Demîr di sala 1957an de li gundê Încovê hatibû dinyayê.
Serê malbata wî û yê gelê Kurd sax be!