Belgefîlma “Îsmaîlê me” tê weşandin

Galaya belgefîlma bi navê “Îsmaîlê me/Bizim İsmail” tê lidarxistin.

Belgefîlma “Îsmaîlê me/Bizim İsmail” qala jîyana civaknas-akademîsyen Îsmaîl Beşîkçî dike.

Derhêneriya wê Fatin Kanat û Onder Înce dike.

Galaya belgefîlmê wê di demeke nêz da li Stenbolê bê kirin.

Civaknas Beşîkçî di sala 1939an de hatiye dinê û xelkê Çorumê ye. Ew zêdetir bi nivîs û pirtûkên xwe yên di derbarê pirsa Kurd de tê nas kirin û heta niha gelek caran zindanî bûye.

Yek ji derhêneran Fatin Kanat, sala 1958an li gundê Buldux (Konya-Cihanbeyli) hatiye dinê. Li zanîngehên Gazî û Enqereyê xwend. Di nav organîzatorên Festîvala Fîlmên Karkeran de ye. Di sala 2018an de ji bo rêveberiya ÎHDê hat hilbijartin. Karên xwe yên sînemayê dewam dikin.